Medyayên Lubnanê ji êrîşa giran a Rejîma Siyonîst bi top û bombeyên fosforî ser bajarê El-Xeyamê li başûrê Lubnanê ragihandin.
Ev êrîşa han di demekê de pêk hat ku Hizbullaha Lubnanê roja îniyê di daxuyaniyekê de ragihand ku di çarçoveya piştevaniya gelê Filistînê li Zîvala Xezeyê û berxwedana wêrek û bi rûmet a wan, têkoşerên berxwedana Îslamî, leşker û alavên Rejîma Siyonîst Bingeha leşkerî "El-Melkiye" bi top û roketan kirin armanc.
Hizbul-laha Lubnanê di çend mehên derbasbûyî de, piştî cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê û rijandina xwîna hejmareke zêde ji filistîniyan li vê navçê, çeperên leşkerî yên vê rejîmê li bakurê navçên dagirbûyî kirine armanc. Mijareke ku bûye sedema tirsa sîyonîstên li van herêman dijîn.
Heta niha bi deh hezaran siyonîst ji tirsa êrişên berxwedanê ji navçên nêzîkî sînorên Lubnanê derketine.