Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Şervanên Hizbullaha Lubnanê firokeyeke bêfirokevan a pêşketî ya hurmis 900 ya artêşa Rejîma Siyonîst li esmanê başûrê Lubnanê xistin xwarê.
Artêşa Îsraîlê bi piştrastkirina xistina vê drona pêşketî, destpêkirina lêkolînê derbarê xistina wê de ragihand.
Bihayê her droneke Hurmis 900 li gor taybetiyên xwe di navbera 18 û 30 milyon dolarî de ye. Ev drone dikare barên cûrbecûr hilgire û gelek mîsyonên wê hene. Balafira bêfirokevan a Hurmis 900 wekî duyemîn balafira keşfê ya herî mezin a Rêjîma Siyonîst tê naskirin.
Hizbullaha Lubnanê beriya niha jî di mehên borî de balafireke bêfirokevan Haron 1 û 2 balefirên bêfirokevan ên 450 yên artêşa Siyonîst xistin xwarê.