Bazirganiya Tirkiyê bi Îsraîlê re berdewam dike
Di dema ku Tirkiye bertekên xwe yên tund li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê didomîne, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Îsraîl bi jenosîdê sûcdar dike. Lê berdewamkirina têkiliyên bazirganî yên Tirkiyê bi Îsraîlê re dibe sedema nîqaşên giştî.
Bi kelepçe li pişt wan hatin binçavkirin.
Herî dawî bi dehan kesên ku li dijî êrîşên Îsraîlê protesto dikirin rastî lêdanê hatin û li pişt xwe hatin binçavkirin. Piştî vê bûyerê bang hat kirin ku divê Tirkiye têkiliyên xwe yên bazirganî bi Îsraîlê re bi dawî bike, lê balê dikişîne ku têkiliyên di 5 mehên dawî de xurt bûne.
Îsraîliyan di nava 5 mehan de li Tirkiyeyê 18 şîrket ava kirin
Li gorî nûçeya Kısa Dalga; Li gorî daneyên Yekîtiya Ode û Borseyên Berhemên Tirkiyeyê (TOBB) derket holê ku şîrketên bi sermayeya Îsraîlî hatina Tirkiyeyê û avakirina şîrketan didomînin. Ji meha Cotmeha 2023an vir ve heta niha 18 şirketên ku Îsraîlê fînanse dike li Tirkiyeyê hatin avakirin. Di nava van şîrketan de 3 şîrketên hevpar û 15 şîrketên sînordar hene.
Bi giştî 505 şirket hene
Li gorî daneyên Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê, hejmara şîrketên sermaye yên Îsraîlî yên ku li Tirkiyeyê dixebitin 505 e. Hin ji van şîrketan bi hevkarên Tirkiyeyê re bazirganiyê dikin, rêjeya veberhênanên rasterast digihêje 431 mîlyon dolarî.
Zêdebûna jimara kompanyayên bi sermayeya Îsraîlî li Tirkiyê hesasiyet û bertekên raya giştî li hember êrişên Israîlê li ser Xezzeyê dixe nav pirsê û pirsa paşeroja peywendiyên bazirganî jî derdixe pêş.
Tabloya mijara gotinê: