AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
çarşem

10 avrêl 2024

16:56:22
1450504

Êrîşên hewayî yên Rejîma Siyonîst li ser Xezayê di roja Cejna Remezanê(Fitrê) de

Îro çarşemê artêşa Siyonîst di roja Cejna Remezanê de êrişî deverên curbicur ên Zîvalê Xezeye kirin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Artêşa siyonîst îro çarşemê di roja Cejna Remezanê de êrişî deverên curbicur ên Zîvalê Xexeyê kirin.

Artêşa Îsraîlê îro Çarşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku bi dehan êrîşên esmanî li deverên cuda yên Zîvala Xezeyê pêk anîne.

Di vê daxuyaniyê de hatiye: Di heyama 24 saetên derbasbûyî de balafirên şer û hêzên asmanî li navçeyên curbicur ên Xezeyê êrişî bi dehan armancan kirine.

Di vê daxuyaniyê de, bi armanca rewakirina ziyanên sivîlan di roja Cejna Remezanê de, tê îdiakirin ku cihên armanca êrîşê "herêmên leşkerî, platformên avêtina mûşekan û vekirina tunelan" in.

................................

Dawiya peyamê/ 

Nêrîna te

Nav

Email

Nivîsara peyamê