AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
çarşem

10 avrêl 2024

17:59:15
1450509

Îdiaya CNNê derbarê berteka Îranê li hember êrişên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîst

Kanala nûçeyan a CNN`ê li ser zarê du jêderên zanyarî îdia kir ku êrîşa tolhildanê ya Îranê dibe ku ji aliyê hêzên milîs ên li herêmê ve were kirin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA - Di berdewamiya spekulasyonên medyaya rojavayî derbarê berteka Têhranê li hember êrişa vê dawiyê ya Rejîma Siyonîst ser konsulxaneya Îranê li Şamê, kanala nûçeyan a CNN`ê bi zarê du çavkaniyên agehdar îdia kir. ku dibe ev êrîş êrîşeke tolhildanê bû û ji aliyê hêzên milîsên herêmê ve tê kirin.

Malpera CNN îro jî li ser zarê van çavkaniyan îdia kir ku Tehran li hember zêdebûna nakokiyan hişyar e û nexwest behaneyê bide Amerîka û hevalbendên wê ku rasterast êrişî Îranê bikin.

Di berdewamiya vê raporê de li ser zarê çavkaniyên nenas hatiye gotin: Helbet hincetên vê yekê hene ku îsbat bikin ku Îran û grûpên milîs ên wekaletê wê dixwazin êrişî hêzên Amerîkayê yan jî sermayeyên din ên Amerîkayê li navçeyê bikin. Her wiha van çavkaniyan diyar kirin ku Îran bi temamî li ser van hêzan tine ye û îhtîmala êrîşkirina ser samanên Amerîkayê bi temamî nayê redkirin.

"Çavkaniyên agahdar" ji CNN re ragihandin ku li ser bingeha nirxandina îstixbarata Amerîkî, Îranê ji çend komên milîsên wekaletê xwe xwest ku vê heftiyê êrîşek berfireh li dijî Israîlê pêk bînin û bi hevdemî firokeyên bê firokevan û mûşekan bikar bînin. Yek ji çavkaniyên CNN îdia kir ku nîqaş ew e ku ev êrîş piştî meha Remezanê an jî beriya bidawîbûna wê were kirin.

Beriya niha jî tora NBC ji zarê berpirsên Amerîkî yên agahdar ragihandibû, ku Tehran dê wek tolhildana êrişa asmanî ya ser konsulxaneya Îranê li Şamê êrişî navendên istixbaratî û leşkerî yên nav Îsraîlê bike û Washington ji vê mijarê nîgeran e.

Vê tora Amerîkî li ser zarê van berpirsan belav kir û nivîsî: Tê çaverêkirin ku her tedbîrên tolhildanê di hundirê Îsraîlê de li şûna armancên sivîl, li ser armancên leşkerî yan istixbaratî bin. Wan her wiha got ku Waşîngton dest bi vekolîna bijardeyan kiriye ji bo çawaniya bersivdana tedbîrên curbicur ên tolhildanê yên Îranê.

Karbidestekî payebilind yê hikûmeta Amerîkî jî vê dawîyê ji CNN re got ku Waşîngton di haşdarîya bilind de ye û bi awayekî aktîf xwe ji bo êrîşeke "girîng" amade dike ku dikare vê heftê ji alîyê Îranê ve were kirin û sermayên Îsraîlî û Amerîkî li herêmê bike armanc.

CNN di wê raportê de nivîsîbû ku karbidestên pilebilind ên Amerîkî, mîna hevtayên xwe yên Îsraîlî, di wê baweriyê de ne ku êrişa Îranê “pêk” e. Waşîngton û Tel Avîv bi bêhêvî hewl didin xwe ji encamên vê êrîşê re amade bikin, ji ber ku pêşbînî dikin ku êrîşeke Îranê bi awayên cuda çêbibe û ji bilî mal û milkê hêzên Amerîkî û Îsraîlî jî bikeve metirsîyê.

................................

dawiya peyamê/

nêrîna te

nav

Email

Nivîsara peyamê

Şîroveyek bişînin