AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
pêncşem

11 avrêl 2024

14:03:53
1450635

Daxuyaniya xerîb a Eşîreke iraqî ya ku ji desthilatdarên Kerbela Heramîn re hatiye kirin, ji me re vegerînin!

Ji aliyê Eşîra Benî Esed ve ji bo Ayetullah Sîstanî daxuyaniyeke ecêb hat dayîn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- komek serokên Eşîra Benî Esed ên Iraqê li bajarê Necef Eşref ji bo Ayetullah Sîstanî Merciê Teqlîd ê Şîeyan daxuyaniyeke ecêb dan.

Di daxuyaniya xwe de serokên vê Eşîrê îdia kirin ku axa mezargeha Hz.Îmam Husên (s.x) . 

Di daxuyaniya xwe de serokên eşîra Benî Esed daxwaza vegerandina erdên mezargehên Îmam Husên (s.x) û hezretê Ebas (s.x) bo vê Eşîrê û beşdariya Eşîra Benî Esed di birêvebirina her du mezargehên Kerbelayê de kirin. .

Di daxuyaniya xwe de gef li wan xwar ku ger daxwaza wan ji aliyê desthilatdariyê ve neyê qebûlkirin, dê tedbîrên tund bigirin.

Daxuyaniya serokên Eşîra Benî Esed ên Iraqê bi tundî ji aliyê bikarhênerên torên civakî yên vî welatî ve hat rûreşkirin û ew gotin ne mentiqî, bêyî sedemên belgekirî û tenê ji bo qazanciyê dîtin.

Heya niha ti bertekek ji aliyê meqamê Ayetullah Sîstanî û rêveberiya mezargehên Kerbelayê li hember vê daxuyaniyê nehatiye dayîn.

......................................

Dawiya peyamê/

nêrîna te

nav

Email

Nivîsara peyamê