AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : IRNA
în

12 avrêl 2024

11:07:10
1450706

Hişê Çêkirî 'Bakteriyên neçalak' dike armanc

Pirraniya antîbiyotîkan bakteriyên çalak ji hêla metabolîkî va dikin armanc, lê niha lêkoleran di pêşketineke nû da bi bikaranîna Hişê Çêkirî karîne pêkhateyên dermanî li dijî bakteriyên neçalak û razayî bi kar bînin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê MIT'ê, Ji dehsaliya 1970î va heta niha keşifkirina antîbiyotîkan serdemeke aramîyê derbas kiriye; lê niha Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ragihandiye ku qeyrana berxwedana dije-mîkrobî yek ji 10 gefên li dijî tebnduristiya gelemperî di asta cîhanê da ye.

Lêkolînger li Labratuwara Colin’sê Hişê Çêkirî ji bo lezandina pêvajoya peydakirina taybetmendiyên antîbiyotîk bi kar anîn û karê ku bi salan dem jê ra hewce bû, di heyama hefteyê pêk hat û wan pêkhateyeke nasyar bi 'semapimod' peyda kirin.

Ev pêkhate dermanekî dije-îltihabê ji bo dermankirina Nexweşiya Crohn's yanî Nexweşiya Îltihaba demdirêj a beşa xwarîn a rîviyê biçû e û lêkoleran keşif kirin ku ev derman her wiha bandorê li du bakteriyên Escherichia coli û Acinetobacter baumannii di qonaxa neçalak û razayî da dike.