AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : RUDAW
şemî

13 avrêl 2024

8:12:31
1450939

Şert û mercên zewacê ji bo ciwanan zehmet bûye Edî nikarin zêran bikirin

Zêr û dolar her roj qîmetên wan zêde dibin ciwan êdî ji ber mesrefên dawetê nikarin bizewicin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Zêdebûna nirxê dolar, qeyrana aborî û rewşa ne aram ya darayî dike ku li bazara giştî hemû amar û pêşbînî serobin bibin. Tirkiye her roj bi rekoreke nû ya dolar şiyar dibe. Ew jî dike ku li bazarê bihayê her tiştî zêde bibe. Qadeke ku bi bihabûna xwe bandoreke giran li jiyana welatiyan dike, bi taybetî jî kesên ku dikin bizewicin dixe nava fikar û gumanan qada zêrîngeriyê ye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hezaran ciwanên berzewac niha kûr û dûr li wê yekê difikirin bê ka ewê çawa karibin bizewicin. Bihayê zêr, ku yek xerciya herî zêde ya zewacê ye, niha xevn û xeyalên gelekan ji wan dizivirîne xevnereşkekê. Bîlal jî yek ji wan e. Berzavayê dergîstî, li şûna ku kelecana xwe bike û bala xwe bide rojên xwe yên pêş û tije xeyal, niha li ber vîtrînên zêrîngeran li berîka xwe difikire. Bihayê zêr eqas zêde bûye, birek ciwan zewaca xwe başde dixin.

Welatî Bîlal Meyvecî dibêje “Bavê dergîsta min 7 heb bazin, metroyek zincîr û du heb gustîlk xwestine. Welleh a niha min bazar kir hebek bazin bi 15 hezar lîre ye. Meaşê min 4 hezar û 500 e. Lazime ez 3 mehan tiştekî nexwim ku karibim 3 mehan carekê bazinekî bistînim. Tiştekî zehmet e. Zêr biha bûye. Hevalên weke min ku dixwazin bizewicin xwedî alîkarê wan be.”

Li bazara sergirtî di van rojan de dikanên ku herî kêm xelk eleqe pê dide zêrînger in. Ji ber ku weke dolar zêr jî ew demeke her biha dibe, huqmê xelkê li kirîna zêran nabe. Gramek zêr niha li nava Tirkiye ji 660 lîre derbas bûye. Di sala 2019an de 271 lîre, di heman meha 2020an de jî gramê zêr 454 lirebû.

Zêrînger Can Tangulu got “Bazara me bandorek mezin dibîne. Xelkê xwecihî nikare kirîn û firotinê bike. Beriya mehekê zêrê ku bi 500 lîre bû niha bûye 667 lîre. Helbet dema em vê ji mişteriyan re dibêjin em fedî dikin. Meaşê xelkê neguherî ye. Lê biha ji sedî 30-40 zêde bûye. Em çawa zêr bifroşin xelkê. Herkes li bendê ye. Em jî li bendê ne bê ka çi dibe. Em hemû daiya fê fîlmê meraq dikin.”

Zêrînger didin zanîn ku niha ne ji bo kirînê lê eger hebe, bêhtir xelk zêrên xwe bo firotinê tîne. Ji ber ku biha zêde ye. Ew dawetên ku berê bi kêloyan zêr lê berhev dibûn niha nemane. Pirê ciwanan ji ber bihayê zêr waz li zewacê tînin.

Serokê Jûra Zêrîngerên Colemergê Sabahattin Baş ragihand “Vê gavê dawet sekinîne. Pereyê tirkî heliya ye. Zêr giran, dolar giran bûye. Çaryekek hatiye hezar 170 lîre. Xwedê alîkarê xelkê be. Vê gavê bazara me ketiye.”

Zêrê çaryek di mijdara sala 2019an de 446 lîrebû. Di heman meha 2020an de bû 750 lîre. Lê niha ji hezar û 100 lîre jî derbas bûye. Tirkiye di warê berhemanîna zêr de di nava 10 welatên sereke de ye. Sala çûyî 42 ton zêr hatibû berhemanîn. Tevî ku rezerv zêde ne jî, bihayê zêr bûye sêla sor. (RUDAW)