Wî ragihand ku eniya navxweyî ya vê rejîmê dê bilez hemû hişyariyên pêwîst di heyama bê de ragihîne.
Her wiha li gorî rênimayiyên Wezareta Karên Navxweyî ya Rejîma Siyonîst, biryar hat dayîn ku jimara kombûnên li navçeyên ku berê wekî kesk (kesk tê wateya bê sînordarkirin) dihatin binavkirin, were kêmkirin.
Federasyona Futbolê ya Siyonîst her wiha ragihand ku li gorî talîmata Wezareta Karên Navxweyî dê di 2 rojên bê de hemû lîstikên lîgê bêyî temaşevan bên lidarxistin.
Li gorî rapora çapemeniya sîyonîst, îsraîl Katz wezîrê karên derve yê Îsraîlê sefera xwe ya sibê (Yekşemê) ya Macaristan û Otrîşê ji ber rewşa ewlehiyê betal kir.
Her wiha ji hemû siyasetmedarên Rejîma Siyonîst re hat xwestin ku li Filistîna dagirbûyî bimînin û hemû seferên xwe yên derveyî welat îptal bikin.
Hêjayî gotinê ye ku Rejîma Siyonîst navend û balyozxaneyên xwe yên dîplomatîk li gelek welatan daxistiye û Wezareta Navxwe ya vê rejîmê jî di amadebaşiyê de ye.
......................................
dawiya peyamê/
nêrîna te
nav
Nivîsara peyamê
Şîroveyek bişînin