Li gor vê raporê, firokexaneya leşkerî ya “Navatim” li herêma “Negbê” ku li başûrê axa Filistînê dagîrkirî ye, bûye armanca mûşekên Sipahê Pasdarên Î Înqilaba Îranê.
Medya siyonîst ji zarê karbidestên Îsraîlî piştrast kir ku baregeha hêzên esmanî ya Navatim li çola Negevê bi 7 mûşekên balistîk ên Îranê hatiye êrîş kirin.
Şewata li vê baregeha hewayî ya artêşa Îsraîlê didome û ji hundirê baregehê agir ber bi esmanan ve bilind bûye.
Ji çavkaniyên fermî yên Rejîma Siyonîstî hûrgiliyên zêdetir derbarê hejmara kuştî û birîndaran û ziyanên ku gihîştine binkeya Navatimê nehatine weşandin.
Hêza hewayî ya Pasdarên Inqilabê saetekê berî niha bi dehan mûşek û firokeyên bêfirokevan wek berteka li hember cinayeta Rejîma Siyonîst li êrişa ser konsulxaneya Îranê li Şamê avêtine nav axa dagirbûyî.
......................................
Dawiya peyamê/ 268
nêrîna te
nav
Nivîsara peyamê
Şîroveyek bişînin