Rayedarê Îsraîlî ji çapemeniya Îsraîlê re axivî û diyar kir ku der barê bersivdayîna Îsraîlê ya li hemberî êrîşa Îranê ya mûşekî û bêfirokevan de ti biryar nehatiye dayîn.
Berdevkê IDF Daniel Hagari got ku Fransa beşdarî dewriyeya esmanê xwe bûye.
Herwiha Herzog xîtabî DYA û welatên ku di bin serokatiya Biden de piştgirî dane Îsraîlê jî kir û got 'ez sipasdar im'. Rayedaran dan zanîn ku bi alîkariya DYA, Îngilîstan û Urdunê rê li ber balafirên bêmirov hatine girtin.