Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA– Serokê berê yê Mosadê Yosî Kohen derbarê berteka muhtemel a Îranê ya li hember operasyonên tolhildanê de wiha got: Ez pêşniyar nakim ku em bersiva êrîşa Îranê bidin. Divê em kesên ku li gel me li dijî êrîşa Îranê li hev kirine winda nekin.
Rojnameya New York Times li ser zarê du berpirsên Îsraîlî nivîsî: Îro danê êvarê civata wezîran a cengê ya Îsraîlê derbarê çawaniya bersivdana êrîşa Îranê de civînekê lidar dixe.
Li gorî van her du rayedarên Îsraîlî, bersiva muhtemel ku ji aliyê hin endamên kabîneyê ve hatibû pêşniyarkirin, piştî pêwendiya telefonî ya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Amerîkayê Joe Biden, hat betalkirin.