Serokê Yekitiya Mektebên Şîe yên Pakistanê bal kişand ser vê yekê ku bi vê êrişê gelê mezlûm Filistînê cesaret da ku welatekî misilman berevaniya wan kir û li dijî siyonîstên îşxalker çalakî pêk anîn.
Ayetullah Hafiz Seyîd Riyaz Husên Necefî bêdengiya hikûmetên Îslamî li hember meseleya Filistînê wek tirsonek nirxand û diyar kir: Îran hêvî û parêzvanê umeta Îslamê ye. Îranê bersiva berevaniyê da Rejîma Siyonîst û divê hikûmetên Îslamî bi eşkere piştgiriya Îranê bikin.
Wî bal kişand ser vê yekê ku Erebistan, Tirkiye, Pakistan, Endonezya û welatên din ên islamî divê bi eşkereyî piştgirîya Komara Îslamî ya Îranê bikin, çawa ku dinya ji êrîşa Amerîka, Îngilîstan, Japonya û Fransayê ya ji bo piştgirîkirina Rejîma Siyonîstî bêbawer dike
Hêjayî bîrxistinê ye ku Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî sibeha roja Yekşemî 26`ê Nîsana 1403`an bi avêtina dehan firokeyên bêfirokevan û mûşekan ber bi navç û cihên dagîrbûyî yên Rejîma Siyonîstî, destpêkirina operasyona Wada Sadeq ragihand.
......................................
Dawiya peyamê/