Hat ragihandin ku Makron bi Balyoz re jî hevdîtinek pêk aniye û 'poşmaniya xwe ya ji ber kiryarên Azerbeycanê û xwesteka xwe ya ji bo zelalkirina niyeta aliyê Azerbaycanê anî ziman'.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva da her wiha hat bibîrxistin ku Fransa piştgiriyê dide normalîzekirina têkiliyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê da ku li gor pîvanên hiqûqa navneteweyî û rêzgirtina ji prensîba yekparebûna axa herdu dewletan ra tê kirin û ev yek " dê bi kêrî wan û tevahiya herêmê were."
Di meha sibatê de, wezîrê berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu, di serdana xwe ya fermî ya Ermenistanê de, ragihandibû ku ew amade ne sîstemên berevaniya esmanî yên bi menzîla kurt, navîn û dirêj bidin vî welatî.
Azerbaycanê di dawiya sala borî de 2 xebatkarên Balyozxaneya Fransayê ya li Bakûyê weke 'persona non grata' îlan kiribû û di meha Çile de welatiyekî Fransî bi hinceta sîxuriyê li wî welatî hatibû girtin.