AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : XEBEREN ABNA
çarşem

17 avrêl 2024

9:50:25
1452019

Şêx Îsa Qasim: Êrîşa bi lehengî ya li ser Îsraîlê nîşan da ku Îran ji şer nareve

Zanayê navdar ê Behreynê tekez kir: Êrişa mêrxasane ya Îranê bo ser Rêjîma Siyonîst sozeke samîmî û daxuyaniyeke piraktîkî ye ku Îran ji şer nereve.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA - Ayetullah Şêx Îsa Ehmed Qasim rêberê ruhanî yê şîeyên Behrêynê êrîşa 14`ê Ferwerdînê 2024`an a Îranê bo ser Rêjîma Siyonîst bi wêrekî wesif kir û bal kişand ser vê yekê ku ev yek sozeke rast e. .

Şêx Îsa Qasim got: Ev êrîş di heman demê de ragihandineke pratîkî ya rastgo ye û nîşan dide ku ger serbilindî û ewlehiya netewe û mirovatiyê hewce bike û Îslam jî bixwaze, Îran ji şerekî bi lêçûnên zêde re namîne.

   Sipahê Pasdarên  Înqilaba Îslamî şeva şemiyê ragihand ku bi dehan firokeyên bêfirokevan û mûşekî ser navç û mewziyên dagîrbûyî yên Rêjîma Siyonîst hatin avêtin.

Sipaha Pasdarên di daxuyaniya xwe de dibêje: Sipaha Pasdarên li hember gelek cinayetên Rejîma Siyonîst ji wan êrîşa ser beşa konsulxaneya balyozxaneya Îranê li Şamê û şehîdbûna komek ji fermandar û şêwirmendên leşkerî yên welatê me li Sûriyê. Hêzên esmanî bi dehan firoke avêtin ser armancên taybet ên di nav deverên dagîrkirî de.

Nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî her wiha ragihand: Kiriyara leşkerî ya Îranê li ser bingeha maddeya 51`ê ya Peymana Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li bara berevaniya rewa li berteka li hember êrişên Rejîma Siyonîst ser cihên dîplomatîk ên welatê me li Şamê bû.

.....................

dawiya peyamê/

nêrîna te

nav

Email

Nivîsara peyamê

Şîroveyek bişînin