AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
în

19 avrêl 2024

18:56:42
1452518

Pêşniyara sûc a Ben Guerr a derbarê girtiyên Filistînî de

Wezîrê Ewlehiya Navxweyî ya Rejîma Siyonîst ji bo çareserkirina kêşeya qerebalixiya girtîgehên Îsraîlê daxwaza îdamkirina girtiyên filistînî kir.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Tora El-Erebî di raporekê de ragihand ku Îtmar Ben Guer Wezîrê Ewlehiya Navxweyî ya Rejîma Siyonîst pêşniyara sûcdar a valakirina girtîgehên Îsraîlê kiriye.

   Çavkaniya navborî destnîşan kir ku Ben Guer ji bo çareserkirina kêşeya qerebalixiya girtîgehên Îsraîlê daxwaza îdamkirina girtiyên filistînî kir.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şerê Xezeyê ve ji bilî dîl girtina zêde ji 7 hezar filistînî di girtîgehên Rejîma Siyonîst de, dagirkeran zêde ji 8 hezar kesên din jî li Şerîeya Rojavayî girtiye.

Li gorî çavkaniyên hiqûqî yên Filistînê, ji destpêka şer û vir ve artêşa dagirker a Îsraîlê zêdetirî 5 hezar kes li Zîvala Xezeyê girtine û piraniya van kesan çarenûsa wan ne diyar e.

..............

dawiya peyamê/

nêrîna te

nav

Email

Nivîsara peyamê

Şîroveyek bişînin