Îranê di rojên derbasbûyî de çendîn caran hişyarî daye Rejîma Siyonîst ku nekeve ser macerayeke nû.
Nûçeya ku balefirên bê mirov ketine qada hewayî ya Îranê, li qada navneteweyî rastî bertekên cuda hat.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Umanê ev kiryara Rejîma Siyonîst şermezar kir.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Fransa bang li hemû aliyên herêmê kir ku aloziyan kêm bikin.
Rayedarekî hikûmeta Brîtanyayê got: "Em hêvî dikin ku tiştên li Îranê diqewimin wisa be ku kêmkirina rageşiyê hîn jî mimkun be."
Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê banga kêmkirina rageşiya li herêmê kir.
Wezîrê karên derve yê Kanadayê ragihand ku ewê îro li civîna wezîrên karên derve yên welatên Koma 7`ê li ser vê bûyerê gotûbêj bikin.
Şîrketa ewlehiyê ya Brîtanî Embry ragihand ku ew şîret li keştiyên bazirganî yên li Kendava Fars û Okyanûsa Hindî ya Rojava dikin ku baldar bin.
Wezareta karên derve ya Çînê jî di daxûyaniya xwe de got: "Em li dijî her nêzîkatiyekê ne ku aloziyê li Rojhilata Navîn zêde bike û em ê ji bo bihêzkirina aştiya Rojhilata Navîn rola xwe ya avaker bidomînin." wî diyar kir.
Wezareta Karên Derve ya Hollandayê jî daxuyaniyek da û got: "Em rewşa Îranê ji nêz ve dişopînin. Geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn dibe sedema nîgeraniyeke mezin."