AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : XEBEREN ABNA
yekşem

21 avrêl 2024

6:25:09
1452877

Hevdîtina Erdogan bi serokê Nivîsgeha Siyasî siyasî ya Hamasê re

Serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hamasê li Stenbolê Di hevdîtinê de pêşhatên li zîvala Xezeyê û rewşa navçeyê bi Serokomarê Tirkiyê re gotûbêj kirin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoxan bi Îsmaîl Heniye Serokê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Hemasê li Stenbolê re hevdîtin û gotûbêj kir.

Li gorî rapora El-Mayadîn`ê, serokomarê Tirkiyê îro li Stenbolê pêşwaziya Îsmaîl Heniye serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê kir û li ser rewşa navçê û zîvala Xezeyê û tev li agirbestê gotûbêj kir.

  Îsmaîl Heniye duh di serokatiya şandeke berpirsên tevgera Hemasê de ji bo lêkolînkirina geşedanên Xezeyê û pirsa Filistînê derbasî Tirkiyê bû.

Hevdîtina Haniye bi Erdoxan re pêk tê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî bi rayedarên Hamasê re 3 saetan hevdîtinek pêk anî.

Îro danê sibê rojnameya Wall Street Journal di raportekê de ragihand ku berpirsên pilebilind ên Hemasê hewl didin Qeterê biterikînin û derbasî welatekî din bibin û sefera Heniye bo Tirkiyê jî di vê çarçoveyê de hatiye kirin.

.....................

Dawiya peyamê/ 

nêrîna te

nav

Email

Nivîsara peyamê

Şîroveyek bişînin