Di roja Qudsê ya îsal de 2 kesên nijadperest êrîşî jineke misilman a bi perde ya ku li benda otobusê bû li rawestgeha otogarê kirin û bi giranî birîndar kirin û ew rakirin nexweşxaneyê.
Ev jina Misilman ku dibêje, dema ku rastî êrîşa van kesan hat, wê çarşefa Filistînî li xwe kiribû, bi qasî 15 deqeyan di bin kulm û lêdanên wan de mabû.
Şahidên bûyerê dibêjin, dema ku wan bûyer ji polîsan re ragihandine û ji wan xwestine ku werin cihê bûyerê, gotine ji ber ku pir mijûl bûne nikarin bên cihê bûyerê.
Di dîmenên ku li ser înternetê hatin weşandin de êrîşkarê ku bi gotinên kirêt xîtabî jinên perdekirî dike û dibêje hûn penceşêrê ne û divê hûn vî welatî biterikînin.
Got jî: Em welatekî mesîhî ne û ji we hez nakin.
Komîsyona Mafên Mirovan a Îslamî, nêzîkatiya hikûmeta Brîtanyayê dibe sedema zêdebûna reftarên ÎslamTirsîn û wiha got:
Reftara hukûmet û medyayê Îngîlîzî di derbarê Misilmanan de bingehek mezin daye êrîşên li ser Îslam û Misilmanên Îngilîstanê.
.....................
dawiya peyamê/
nêrîna te
nav
Nivîsara peyamê
Bişînin şîroveyek