Di axaftina xwe ya bi sernavê “Berxwedana li dijî Hîndûtiyê” de wiha got; Kampanyaya wêrankirinê li deverên curbicur ên Delhiya Nû û li dewletên din ne tenê nasnameya îslamî, lê tevna laîk a Hindistanê jî dixe xeterê.
Serokê Cemaeta Îslamî ya Hindistanê her wiha bal kişand ser pêwîstiya berxwedaneke xurt li dijî mezhebperestî, kîn û nijadperestiyê.
Husênî nîgeraniya xwe ji wêrankirina mizgeftan nîşan da, di nav de Mizgefta Axûncî ya 600 salî li devera Mehrauli li başûrê Delhiyê, û hişyarî da li hember riya xeternak a siyaseta mezhebî ku ne tenê misilmanan tehdîd dike, lê yekrêziya welat jî têk dide.
Di dawiyê de got ku berxwedana li dijî neheqiyê ne tenê erkekî exlaqî ye, di heman demê de erkekî olî ye û bang li hemû welatiyan kir ku li hemberî zilma ku li her civakekê tê kirin bi yekdengî rawestin.
.....................
dawiya peyamê/