Li gorî vê raporê, hêzên tabûrên Qesam di çarçoveya operasyonekê de cihê kombûna endamên siyonîst li başûrê rojavayê bajarê Xezeyê kirin armanc.
Ev operasyona hêzên berxwedêr ên Filistînê bi avêtina gelek hawanan ber bi cihê êrîşên dagirkeriyê ve hat kirin. Ji xeynî Zîvala Xezeyê, hêzên Filistînî yên li Şerîeya Rojava jî li vê herêmê êrîşkar kirin hedef.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku hêmanên siyonîst ên li derdora kampa Balatayê ji aliyê hêzên Filistînê ve hatin hedefgirtin.
Ketîbeyên şehîdên El-Eqsayê li Nablusê ragihandin ku şervanên van ketîbeyan komek leşkerên Rêjîma Siyonîst li xala kontrolê ya "Hawara" dan ber topan.
Herweha hêzên van ketîbeyan bi leşkerên artêşa Rejîma dagirker a Siyonîst ku êrişî gundê “Berqa” li Kenara Rojava kiribûn, bi dijwarî ketin.
................................
Dawiya peyamê/
nêrîna te
nav
Nivîsara peyamê
Bişînin şîroveyek