AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Welayet News
sêşem

23 avrêl 2024

19:27:31
1453577

ANSARULLAH banga zêdekirina operasyonên li dijî Îsraîlê kir

Tevgera berxwedanê ya Yemenê Ensarullahê piştevaniya xwe ji Xeze û Filistînê dubare kir û daxwaza zêdekirina operasyonên deryayî li dijî Rejîma Siyonîst û alîgirên wê kir.

 Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Nivîsgeha siyasî ya Ensarullahê bi daxûyaniyekê, cinayetên 7 mehan ên jenosîdê yên Rejîma Siyonîst li Xezeyê, ji wan komkujiya hovane ya herî dawî ku ji aliyê dagirkeran ve li nexweşxaneya Nasir li Xan Yûnisê pêk hat, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku qirkirina ku li dijî gelê Xeze û Şerîeya Rojava tê kirin, "asteke bêhempa ya dijminatî û sûcê siyonîstan nîşan dide."

Her wiha di daxuyaniyê de hat xwestin ku li Deryaya Sor, Behra Ereban û Okyanûsa Hindê li dijî deryaya Siyonîst û hemû aktorên girêdayî wê operasyon bên zêdekirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ger piştgiriya mezin a Amerîkayê, bêdengiya şermê ya ereban û bêhêziya civaka navneteweyî nebûya, siyonîstên îşxalker sûcên ku li dijî gelê Filistînê pêk anîn nedihat kirin.

Her wiha Ensarullahê li vê daxûyaniyê ji cihanê xwest ku bikevin tevgerê û dest ji hovîtiya siyonîstan berdin û destnîşan kirin ku piştgirî û berxwedana Yemenê ji gelê Filistînê dê berdewam be. (YDH)