Emîndarê giştî yê meclisa ulemayên şîe yên Pakistanê Hucet-ul-Islam wel-Muslimîn Arif Wehedî di peyamekê de ragihand: Em bi tundî gefên dewleta Îslamabadê ji aliyê Amerîkayê ve şermezar dikin û hevdem ligel îmzekirina rêkeftinên bazirganî di navbera Îran û Pakistan.
Wî her wiha got: Xelkê Pakistanê hêvî dikin ku hikûmeta wan bi tundî li hember vê nêzîkatiya Amerîkayê raweste û berjewendiya neteweyî ya Pakistanê bide pêş.
Her weha gelek bikarhênerên din ên torên civakî li Pakistanê ev nêzîkatiya dubare ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo têkbirina têkiliyên Îran û Pakistanê şermezar kirin û daxwaza helwestek bibiryar ji hikûmeta Îslamabadê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku piştî îmzakirina 8 belgenameyên hevkariyê di navbera Îran û Pakistanê de li warên curbicur ji wan di warê bazirganî de, di serdana birêz Raîsî de, berdevkê wezareta karên derve ya Amerîkayê li bersiva pirsyarekê li bara van peymanan de got: Welatên ku dixwazin bi Îranê re têkiliyên bazirganî pêş bixin, divê ji xetereyên aborî jî dûr bisekinin
..............
Dawiya peyamê/
nêrîna te
nav
Nivîsara peyamê
Şîroveyek bişînin