Rojnamevanên IRNAyê di vê festîvalê de karîn çendîn sernavên cuda bi dest bixin û hatin xelatkirin.
Di vê festîvalê de di beşa wêneyan de “Bahman Zariî” ji Ajansa Nûçeyan a Îrna ya Kirmaşanê pileya yekem û di beşa nûçeyan de jî “Saman Rehmetiyan” û “Ebdullah Almasî” di beşa sernivîsê de, her du jî ji ajansa ÎRNA ya Kirmaşanê. pileya sêyem bi dest xist.
Berhemên “Ferzad Navîdî” ji IRNAya Kirmaşanê û “Kulsoom Momenî” ji IRNAya Kurdistanê her du di beşa raporê de û “Ebdullah Rehmanî” ji ofîsa IRNAya Mehabadê jî di beşa not û sernivîsê de cih girtin.
Dadwerên beşa Farisî ya vê festîvalê Elîreza Ketabdar, Fereydûn Sedîqî û Mehmûd Muxtariyan ji mamostayên navdar ên rojnamevaniyê li welat bûn.
Di vê festîvalê de 590 berhem ji 124 beşdaran ji Kurdistanê, 122 berhem ji 32 beşdaran ji Kirmaşanê, 102 berhem ji 31 beşdaran ji Azerbaycana rojava, 42 berhem ji 14 beşdaran ji Îlamê, 13 berhem ji Tehranê û karek jî ji parêzgeha Semnanê hatibûn şandin
“Aidin Altai” rojnamevanê kurd yê Tirkiyê, “Sadiq Mihemed Xerîb” mamostayê zanîngeha Hewlêrê ya Kurdistana Iraqê û “Hirş Resûl” mamostayê zanîngeha Silêmaniyê jî ji mêvanên biyanî yên vê festîvalê bûn.