12 October 2024 - 05:56
News ID: 1493720

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Lubnanê di nava salekê de di êrîşên Îsraîlê de zêdeyî 100 doktor û wezîfedarên tenduristiyê hatin kuştin. Berdevka Ofîsa Mafên Mirovan Ravina Shamdasani li Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek da û got: “Ji Cotmeha derbasbûyî û vir ve li Lubnanê bi giştî zêdeyî 100 doktor û wezîfedarên tenduristiyê hatin kuştin.” Ravina Shamdasani agahî neda ku ev kes kengî û li ku hatin kuştin.