AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
duşem

8 reşemî 2016

14:01:25
733998

Amîne Xatûn

Di nav keçikên Qureyş de Amîne biîffet û paqijîya xwe ji nimûneyan bû.


Amîne Xatûn

Di nav keçikên Qureyş de Amîne biîffet û paqijîya xwe ji nimûneyan bû.

Her çend di zemanê cahilîyetê de dijîya; lê belê ji gunehên wê demê dûr û paqij bû. Rojên ku xelkê botan dihebandin, ji Xudê re şirîkan çêdikirin û keçên xwe jî zindî zindî çal dikirin!

Lê belê bavê Amîne, ji canê xwe pirtir, ji keça xwe hez dikir û hurmetek pir jî nîşan didayê.

Weheb her tim ji bo hebûna keçikekî wisa pesnê xwe dida, cîh û meqama wê xanima giranbiha jî dizanîbû.

Hingê hebandina botên ji dar û kevir çêkîrî nav xelkê de zêde belav bibû û hebandina Xwedê tenê, hatibû ji bîr kirin û xelkê Mekkê demekî, hinek xwarinên wan ji tiştên heram û pîs bûn, lê belê Weheb û malbata wî xarinên pak û paqij dixwarin.

 Di dayîn û baxişandinê de, wek alîkarî kirin bona xizan û belengazan, li peşya teva xelkê bûn. Qebîleya Qureyş jî hurmeta zêde nîşanê Weheb û malbata wî didan û wana rûmetdartirîn malbata Mekkê dizanîbûn.

Weheb ji taxima Benî Zuhre û di navbera mezinên qebîle ya Quryş de bû. Di mêrxasî, camêrî, duristî, dest vekirî, dilovanî û xwedî şeref bûnê de bêhempa bû.

Amîne Xatûn di destê bavekî weha giranbiha de mezin bû û hate parastin.

 Amîne di malbatekî birêz, yektaprest û li ser dînê Hz. Îbrahîm, bi rizqê helal ve dijîya û gelek biedeb perwerde bibû û keçikek bêhempa bû.

Di dawpakî û paqijîyê de di nav qebîleyê de bijarte bû, di nav qebîleyên Ereban de tu keçikek di bendetî û îxlasê de mîna wê nebû. Amîne yektaperest, gelek biteqwa, biîman, dawpak, binamûs, durist, dilovan û ewqas jî bedew bû. ji ber ku Weheb keçika xwe dizanî, seba perwerdeya wê jî her tiştên ku lazim bû pêk dianî.

Ji ber ku Xwedê Teala keçikek weha dabû Weheb, hemd û sipasî dikir. Pirê mirovên qebîleya Qureyş qedr û qîmeta wê xanima hêja nizanibûn û ji ayendeyeya wê ya rewnak bêxeber bûn.

Amînê ji ber taybetîyên wê yên neqane her roj kesek dihat xwezginîya wê.

Gellek zilaman arezuya hevserî ya wê dikir.

Gellek caran ew dihatin cem Weheb û keçika wî jê dixwetin. Lê wê xanima hêja her û her bersiva neyînî dida û digot: hê dema zewaca min nehatiye. Seran û eşrefên Mekkê cuda cuda dihatin û bi bavê Amînê re diaxivîn lê bêle xwesteka wan hîç demî negiha encamekê.

Rojek ji rojan Abdulmuttelib, hate ditîna Weheb. Weheb Ji vê hatinê gelek kêfxweş dibe û bi dilgeşîyek herî baş pêşwazî dike û diezimine. Piştî axiftinek germ Abdulmuttelib, dibêje: “Weheb, eger destûr bidî, ez hatime xwezginîya qîza te Amînê ji bo kurê xwe Abdullah”. Weheb gava seh kir pir kêfxweş bû got: “Ez ê vê mijarê ji keçika xwe re vekim û ka ewê çi bibêje”.

Abdullah di nav ciwanên Ereb de gelek binav bû û pirê qîzan dixwestin pê re bizewicin, lê belê Abdullah ji wan tu kesekê qebûl nedikir û daxwaza wan jî li wan vedigerand.

Keçikên Qureyş pir dixwestin bi Abdullah re ku di kubarî, duristî û rindbûnê de bêhempa bû, bizewicin; lê belê Abdullah bi xwe li benda teqdîra Xwedê Teala bû û tenê razîbûna Xwedê dida ber çavê xwe û difikirî.

Weheb dema vê pêşniyarîyê ji keçika xwe re dibêje, nimûneya dawpakî Amîne Xatûn, bersiva erênî dide wan û qebûl dike. Her weha Abdullah û Amîne bi hev re zewicîn û malek germ û xweş ava kirin.

Piştî middetekê Amîne Xatûn ewê ducanî bibe û li benda kurê xwe ku navê Muhemmed (s.a.a) lê kiribûn, ewê bisekinin.

Di dawîyê de Amîne Xatûn kurê xwe tîne dinyayê û him jî dibe dêya pêxemberê dawî…

Evê mizginîyê ji berê de dabûn wê… Heman mizginîya ku ewê rojek kurê te bibe pêxember.

Lê belê berya ku Hz. Muhemmed (s.a.a) were dinyayê, bavê wî yê birêz wefat kir û Amîne Xatûn jî di nav xemgînîyek mezin de tik û tenê ma.

 Demek piştî wefata bavê xwe, Hz. Muhemmed Mustefa (s.a.a) hate dinyayê û hemû alêm bi wî ronahî bû. Bi rastî Amîne Xatûn ji bona Hz. Muhemmed (s.a.a) bibû sedefa încîyê…

Çend sal derbas bûn û Hz. Muhemmed (s.a.a) mezin jî bibû. Gava bû şeş salî ew û dêya xwe ya giranbiha diçûn Yesrîbê, lê di rê de Amîne Xatûn nexweş ket û ket nav nivîna.

 Amîne Xatûn demên xwe yên paşîn dijîya, li kurê xwe yê delal nihêrî û vê helbestê xwend: “Eger ew tiştên ku min xewna dît rast be, wê demê tu pêxemberê hilbijartî yê Xwedê Teala yî seba bendeyên xwe dişîne.

Li Mekkê û warên din mîna kalikê xwe yê hêjayê hêjayan Hz. Îbrahîm (a.s) mirovan gazî dînê wî bikî, ango seba gazîkirin ji bo tewhîd û Îslam werî erkdarkirin.

Rebbê min ê mezin te ji hezkirin û hebandina botan parastîye!”. “Ewê her jîndar bimire û her tiştên nû kevin bibin. Ez ê jî bimirim, lê ji ber ku ewladek hêja mîna te didim mirovan ewê navê min tim û tim bi xêr û xweşî were bîranîn”.

 Di rê de ji ber nexweşîya xwe wefat dike û li Ebwayê ku jê ra tê gotin defin dibe. Dema navê Hz. Muhemmed (s.a.a) tê bîranîn navê dêya wî ya giranbiha jî ewê ji ziman nekeve.