AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
sêşem

9 reşemî 2016

15:27:02
734191

Helîmeya Se’dî

Dayika Dilovan

Demek zêde ji roja jidayikbûna Hz. Muhemmed (s.a.a) derbas nebibû. Mezinên Mekkê, zarokên xwe dabûn dayikên ku li çolê dijîyan. Ji ber ku ji Mekkê dûr bibin û li wê derê zimanê erebî baş hîn bibin û perwerde bibin.

Dayika Dilovan

Helîmeya Se’dî

Demek zêde ji roja jidayikbûna Hz. Muhemmed (s.a.a) derbas nebibû. Mezinên Mekkê, zarokên xwe dabûn dayikên ku li çolê dijîyan. Ji ber ku ji Mekkê dûr bibin û li wê derê zimanê erebî baş hîn bibin û perwerde bibin.

Abdulmuttelib, bapîrê Hz. Pêxember (s.a.a) ew jî difikirîya ku jineke paqij seba şîr bide Hz. Pêxember (s.a.a) hilbijirîne.

Çend jin hatin mala Hz. Amînê. Lê zarokê şîrxwar pêsîra kesekê nedigirt.

Di wê lehzeyê da, dostekî Abdulmuttelib got: “Ez di navbera jinên Ereban de jinekê nas dikim ku gelek rind qise dike û hêja ye û ji alîyê esaletê ve ji hemû jinan bi esalettir e”.

Abdulmuttelib jê pirsî: “Navê wê çi ye?” Got: “Navê wê, Helîme ji qebîla Benî Se’d e”. Piştre Abdulmuttelib çû cem bavê Helîmê û jê re got: “Ez dixwazim keçika te bi inwana dayêtî ya Hz. Muhemmed (s.a.a) hilbijirînim”.

Bavê Helîmê got: “Çend qîzên min hene, tu kîjan dibêjî?” Abdulmuttelib got: “Ewa ku aqilê wê kamil, şîrê wê zêde, dawpak û hêjatir be”. Bavê Helîmê got: “Ez ê Helîmê bidim nasandinê ku mîna xûşkên xwe yên din nîn e. Xwedê aqil, fêhm, rastgoyî û dilovanîyê daye wê”.

Helîme bi Abdulmuttelib re çû mala Amînê da ku Hz. Muhemmed (s.a.a) ji dayika wî bigire. Dema ku Helîme, wî zarokê xweşik girt hemêza xwe, Hz. Muhemmed (s.a.a) jî bi dîtina dêşîra xwe kêfxweş bû.

Abdulmuttelib û Amîne jî dîtin ku Hz. Muhemmed (s.a.a) jê hez kirîye, kêfxweş bûn bi rehetî zarokê giranbiha dan wê. Wê jî kurê Hz. Amînê bi xwe ra bir cîhê ku li wê derê dijiyan.

Bi hatina ew zarokê xweşik, ji her alî ve bereket kete nava jiyana wan. Wisa ku ev bereket şamilê qebîleya Benî Se’d teva bû.
Ji asîman baran xweş dibarî.

Erd rind şîn da û zad zêde bû. Birra pez û şîrê wan zêde bûn. Asayîş û emnîyeta herêmê gelek baş bibû. Lewma ku ev hemû xêr û xweşî ji ber bereketa Hz. Muhemmed (s.a.a) bû.

Helîme jinek biaqil, agah û xwedanas bû. Zanî ku ev hemû bereket ji ber ev zarokê giranbiha ye ku li mala wan e. Helîme berî her tiştî ji vî zarokê çend salî hez dikir. Heta ji zarokên xwe jî zêdetir jê hez dikir.

Lewma meqam û taybetîyên wî fêhm kiribû. Helîme, ji kurê Hz. Amînê mucîze û kerametên ecêb û nû didît.

Helîmeya Se’dîyye ji jinên paqijtir û dawpaktirînê qewmê xwe bû. lewma ku Xwedê Teala fezîleta şîrdayîna Hz. Muhemmed (s.a.a) da wê, ew jî dayikek hêja bû ji bo Hz. Muhemmed (s.a.a).

Wê du sal şîr da Hz. Muhemmed (s.a.a) û ji çar sal zêdetir jî li mala xwe miqatê wî bû, da ku baş perwerde bibe.

Piştî ev middet, Helîme wî bir Mekkê û teslîmê dê û bapîrê wî kir. Helîme, ji bo Hz. Muhemmed (s.a.a) zêdetirîn hewl bi kar anî, ku jê ra xizmet bike.

Heza wê ji Hz. Muhemmed (s.a.a) ra bê wesif bû û li pêşiya hemû zarokên xwe digirt û tu wext jê dûr nediket. Bi taybet dema xêr û bereketê ji wicûdê mubarekê wî didît, fêhm kir ku ev zarokê şîrxwar di bin nêrîna Xwedayê Teala da ye.

Ew her wext li ba xwe xîtabê Hz. Muhemmed (s.a.a) dikir û digot: “Ey kurê min ê delal! Sond ji Xwedayê asîmanan ra ti li cem min, ji kurê nûr a çavên min “Zemre” şêrîntir î! Gelo dibe ku ez li jiyanê bim, min çawa zarokatîya te dît, mezin bûyîna te jî bibînim?”.

Muhebbet û xizmeta ji Hz. Muhemmed (s.a.a) ra, Helîme pê ewqas kêfxweş dibû ku êdî lehzeyek nikarîbû jê dûr biketa.

Helîme baş dizanibû ewê rojek Hz. Muhemmed (s.a.a) bigihîje meqamekî bilind û di dilê hemû mirovan da cîh bigire û bibe mehbûbê xelkê; lewma ku tu reftarekê wî zarokane nebû.

Helîmeya Se’dî 

Di axiftina xwe da gelek rast û xweş xeber dida û xeta nedikir û her dem jî mentiqî xeber dida. Kurê Hz. Amîne, xwedîyê ruhek mezin fêhmek deqîq bû. Ji ber vê yekê tu car karekî nedikir ku Helîme pê aciz bibe.

Hz. Muhemmed (s.a.a) mîna zarokên din, li pey lîstik û reftarên sivik yên zarokane nîn bû. Zarokên hevsalê xwe aciz nedikir û tu car jê hereketên nerind yên bibin sedem ku lêborînê bixwaze nedihatin dîtin.

Ew bi wî temenê xwe yê gelek piçûk, tewekkula wî tam, her wext Xwedê Teala di bîra wî de bû.

Xanima Helîme bi heyirî li Hz. Muhemmed (s.a.a) mêze dikir ku di edeb, têkilîya baş ya civakî û mirovatî de tu kêmasîyek tê de tune. Ew tiştên ku zarok gerek fêr bibin û ji wan ra lazim bûn; hewcetîya Hz. Muhemmed (s.a.a) bi wan çê nedibû.

Tim û tim nêrîna xas ya Xwedê Teala li ser wî bû, ku Xwedê Teala bendeyê xwe yê delal bi wesîleya zanîn, hikmet, îsmet ku dabû wî, wî jî îbadet dikir.

Helîmeya Se’dîyye bala xwe dida van hemû tiştan û tenê daxwaza wê ev bû, ku di temenê mezinatî da jî Hz. Muhemmed (s.a.a) bibîne.

Wê dixwest meqam û cîhê kurê xwe di rojên dahatî de bibîne, îzzet û mezinatîya ku layiqê wî ye bilav temaşa bike.

Salan derbas bûn. Hz. Muhemmed îbnî Abdullah (s.a.a) mezin bû. Lê belê tu car ew heza dilarama wê ji bîr nekir.

Li hemberê muhebbet û fedakarîyên wê xanima giranbiha dixwest jê ra xizmet bike. Piştî zewaca Hz. Pêxember (s.a.a) bi Hz. Xedîce re, rojek rêya xanima Helîme kete Mekkê û çû zîyareta Hz. Pêxember (s.a.a).

Pêxember (s.a.a) jê re gelek hurmet kir, ridayê xwe jê re raxist da ku li ser rûnê.

Hz. Xedîce jî çil mî û hêştirek diyarî kir ji bo Hz. Helîmeya Se’dîyye. Hz. Muhemmed (s.a.a) bi vê hurmet kirina xwe nîşanê mirovan da, ku meqama dayikê an jî kesa ku ji mirov re dayêtî dike çi qas zêde ked û zihmetî ji bo mirov kişandîye.

Her weha Helîmeya Se’dîyye xanimek bû ku fexra şîr dayîna Hz. Muhemmed (s.a.a) bû nesîbê wê. Wê digot: “Çend salên ku Hz. Muhemmed (s.a.a) li cem min bû û ez miqatê wî bûm, tiştên gelek zêde ez jê hîn bûm”.

Ew xanima giranbiha ya delal heya dawîya temenê xwe ji bo Hz. Muhemmed (s.a.a) ji hurmet û rêzgirtina xwe tu tişt kêm nekir.