AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
sêşem

9 reşemî 2016

15:33:42
734195

Xedîce keçika Xuweylid

Sîpera Muhebbetê

Xanima Xedîce keçika Xuweylid, xwedîyê xanîyek mezin û xweşîk bû ku xulam û xizmetkarên wê jî hebûn. Li Mekkê tu jinek mîna wê dewlemend û biqîmet nebû.

Sîpera Muhebbetê

Xedîce keçika Xuweylid

Xanima Xedîce keçika Xuweylid, xwedîyê xanîyek mezin û xweşîk bû ku xulam û xizmetkarên wê jî hebûn. Li Mekkê tu jinek mîna wê dewlemend û biqîmet nebû.
Xelk hemû, Hz. Xedîcê nas dikirin û jê ra hurmet dikirin. Ew ji ber sifetên hêja roj bi roj hezkirina wê zêdetir dibû. Xanim Xedîce jinek dawpak, dilsoz û dilovan, dewlemend, destvekirî, biaqil û yekta perest bû.

Rojek ji rojan xanima Xedîce bêhna xwe dida, xizmetkarekê wê jê ra got: “Xanima min! Niha du kes ji mezinên Qureş li derva sekinîne û li benda îzna te ne ku werin hundir. Ez ji wan ra çi bêjim?

Xanim Xedîce ji nişka ve ji cîhê xwe rabû û jê ra got: “Wana gazî oda mêvanan bike biezet û îkram ji wan ra xizmet bike heta ku ez werim”.

Ebû Talib û Abbas (mamên Pêxember (s.a.a) ew herdu jî bi hurmetek zêde ketin hundir. Piştre ew xanima hêja ji wan re xêr hatin got. Wê, Ebû Talib û Abbas baş nas dikir û ji cîh û meqama wan baş haydar bû, lê belê seba çi karekê girîng hatibûn mala wê xanima giranbiha?

Piştî demekî, Ebû Talib dest bi qise kirinê kir û ji Hz. Xedîce re got: “Birazîyê min Muhemmed (s.a.a) ciwanek mumîn, parêzkar ku ne hewce ye bidim nasandin ji ber ku hemû xelk exlaq û reftarên wî dizanin û hûn jî baş dizanin û wî nas dikin. Muhemmed (s.a.a) dikare bi karwanan ji bo tîcarete here cîhên cûrbecûr û alîkarîya we bike û bilav di tîcaretê de feydekî zêdetir çê bibe.

Xanim Xedîce ji mezintirîn dewlemendan û tuccarên bajarê Mekkê bû û bi sehkirina vê pêşniyarê, gelek zêde kêfxweş bû. Qerar dan ku Hz.
Muhemmed (s.a.a) bi tîcaretê ve mijûl bibe.
Her weha got ku dixwazim pê ra xeber bidim û derbarê vê pêşniyarê, fikr û qerara wî jî bizanibim”.

Di vê lehzeyê de Abbas mamê Hz. Muhemmed (s.a.a) ji cîhê xwe rabû û çû cem Hz. Muhemmed (s.a.a) û hemû tiştên hatibûn gotin jê re vegot. Dûv re bi hev re çûn mala Hz. Xedîcê. Ew xanima biîxlas gava bi Hz. Muhemmed re axift, li cem mamê wî pesnê wî da.

Ji Hz. Muhemmed (s.a.a) re got: “Gelo dixwazî bi karwana tîcarî ya min re, bi inwana emîn bi wan re bibî û gel wan re herî? Hz. Muhemmed (s.a.a) got: “Erê, ez hazir im bi karwanê re herim Şamê”.

Dûmahîk Hz. Xedîce, gazî Hz. Muhemmed (s.a.a) kir da ku digel karwana tîcarî ya wê be. Dema karwana tîcarî hazir bû, xanim Xedîce ji xulamê xwe Meysere re ku berpirsiyarê karwan bû got: “Li her cîh ti guhdarîya Hz. Muhemmed (s.a.a) bikî; tu car bêfermanîya wî nekî”.

Hz. Xedîce û mamên Hz. Muhemmed (s.a.a) karwanê bi rê xistin. Di rê de, karwandaran nêzîkê dêrekî sekinîn û bêhna xwe dan. Ji dervayê dêrê ve keşayekî xiristîyan ku navê wî Nestûrî bû û li karwandaran mêze dikir.

Dema bala xwe da Hz. Muhemmed (s.a.a) bilez çû cem wî û gava nîşana pêxemberîyê li navmilên wî dît, jê pirsiyar kir û got: “Govanî dikim ku ti yê bibî Resûlê Xwedê”. Dûv re li Meysereyê vegerîya û got: “Jê re gelek hurmet bike û guh bide emr û nehyên wî. Ji ber ku ew pêxember e. Îsa (a.s) mizgînîya hatina wî daye, mizgînîya hatina resûlekî ku navê wî Ehmed e û li hemû seranserê cîhanê ewê hukûmet bike”.

Hz. Muhemmed (s.a.a) rêwîtîya pêşîna tîcarî ya xwe da ji Şamê bi qezencekî baş vegerîya û bû nesîbê Xedîcê. Di wê rêwîtîyê de tu kes êrişê karwan nekir û piştî middetek karwan zivirî Mekkê. Dema gehîştin Mekkê, Meysere ewil çû cem Hz. Xedîcê da ku derbarê kar rapor bide Hz. Xedîcê. Qezenca zêdeya ku bibû nesîbê karwan û serborîyên ecêbên Hz. Muhemmed (s.a.a) ku ji serê wan derbas bibûn, hemû ve ji Hz. Xedîcê re vegot.
Xanim Xedîce wekî biryara ku navbera wê û Hz. Muhemmed (s.a.a) hebû, hemû heqê wî dayê û ji bona cara din ji Hz. Muhemmed (s.a.a) xwest ku bi karwana tîcarî re be. Ji wê demê pê ve, muhebbeta Hz. Muhemmed (s.a.a) di dilê Hz. Xedîcê de zêdetir bibû her weha muhebbeta Hz. Xedîcê jî di dilê asîmanîyê Hz. Muhemmed (s.a.a) da.

Gava Hz. Xedîce, dît ku Hz. Muhemmed (s.a.a) jî jê ra bi muhebbet e, jê ra got: “Gelo dixwazî te bi xanimekî ku ti jê razî bî, bizewicînim?” Kerem kir: “Erê”. Hz. Xedîce got: “Ji bona te jinek li Mekkê rastî min hat ku ji qewmê we ye – ji Qureyş ku hêjatirînê qebîleyên Ereb e – û gelek dewlemend, dawpak, destvekirî û paqijtirînê wan e. Di karên te de ewê ji te ra alîkarî bike û ewê bi tişta kêmtir razî bibe, di jiyîna bi te re de, minasib û hevsaz e. Her weha heger kesên din mal û milkê zêde jî bidin wê, (ji bona zewacê) ew razî nabe û naxwaze…”

Xanima Xedîce di dawîya axiftina xwe de, weha got: “Ew xanim, xizmetkara te Xedîce ye” dûmahîk bi qerardana herdu û Ebû Talib, xwezginîyek xweş û hêja pêk hat û mahra Hz. Muhemmed (s.a.a) û Hz. Xedîcê hate birîn. Jinên Mekkê dema bîhîstîn ku Hz. Xedîce, bi Hz. Muhemmed (s.a.a) re mêr kirîye, wê lome kirin û pîçûk dîtin. Lê belê xanim Xedîce di bersiva wan de got: “Ey jinên Qureyş! Min seh kir ku mêrên we ji ber ku min bi Hz. Muhemmed (s.a.a) re mêr kirîye, eyb dibînin û lome dikin. Niha ji we pirsîyar dikim, gelo kesek mîna wî di navbera we de heye? Gelo li Mekkê kesek mîna wî, xwedî cemalê rind, kemal, bifezîlet û xûyê rind, heye? Tiştên ku derbarê wî da min dît û bîhîst, di kesên din de nedît û nebîhîst. Îcar tişta ku pê nizanin derbarê wê de qise nekin û pê mijûl nebin”.