AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
yekşem

14 reşemî 2016

14:50:12
734902

Hz. Hemze Seyyidê Şuheda

Serdarê Uhud

Hinek ji mîrên muşrikan ên Mekkê di nîveka rê da sekinî bûn. Bi dengê bilind qise dikirin û dikenîyan.

Serdarê Uhud

Hz. Hemze Seyyidê Şuheda


Hinek ji mîrên muşrikan ên Mekkê di nîveka rê da sekinî bûn. Bi dengê bilind qise dikirin û dikenîyan. Ji nişka ve Resûlê Xwedê (s.a.a) dîtin ku dixwest ji wê derê derbas bibe. Ebû Cehl ji dijminên Pêxember (s.a.a) bû û ew jî di nav wan de bû. Li Pêxember (s.a.a) vegerîya û ew tişta ku bi xwe layiqê wî bû ji Pêxember (s.a.a) re got.

Ew tenê tinazan li Pêxember (s.a.a) nedikir, belkî çêr, bi Xwedayê Pêxember jî dikir. Wan bi bêşermî, ji şandîyê Xwedê re gotinên nerind digotin û nezanî û cehaleta xwe nîşanê hemûyan didan.

Pêxember (s.a.a) ji reftarên nerind yên muşrikan haydar bû, guh nedida wan, biweqar û rûmet ji wê derê derbas dibû. Hz. Muhemmed (s.a.a) her çi qas ji wan dûr jî dibû lê belê gotinên wan xilas nedibûn.

Pêxember yekser diorîya û ji hêjatirînê mirovan re xeberan dida û pêta xeşma wî neditemirî. Di wê teşqeleyê de kesek ji muşrikan ji nişka ve ji tirsa qêrîya: “Hemze! Hemze bi alîyê me de tê”.

Hz. Hemze, bejnbilind û mirovekî bihêz bû. Kevan xwe li pişta xwe , şûrê xwe jî li kemera xwe girê dabû. Ser û sûretê xwe bi perçekî ve girtibû da ku ji bahoz û germa tavê bilav aciz nebe. Ew ji nêçîrê vedigerîya. Egîd û camêrekî bêhempa bû. Li Mekkê tu kes mîna wî cengawer û wêrek nebû û xwe nedigihand wî. Ew teksiwarê navdar, siwarê hespekî ereb bû û ji dûr ve dihat.

Muşrikan ji tirsa tu tiştekî ne digotin. Bêhna wan hatibû girtin û ji xêncî dengê nalên hespê ku Hz. Hemze lê siwar bû, qet dengekî din tunebû. Dema ew gehîşt cem civata van yên kanc, heman ji hespê xwe peya bû û kevana giran a xwe girt destê xwe, ser û sûretê xwe vekir û di nav civata wan de gerîya. Hemû zûr bibûn li wî mêze dikirin. Hz. Hemze dizanî bû ev sekan ne normal e. ji ber vê yekê pirsiyar kir: “Li vê der çi bûye? Çima kesek napeyive?” Dûv re kesekî hemû tiştan bi dizîka jê re got.

Dema Hemze ji serborî haydar bû, heman bi alîyê muşrikan ve zivirî û qêrîya: “Ebû Cehl li ku ye?” Ebû Cehl ji tirsa, xwe di nav kafiran de veşartî bû. Dema ew feryada wekî birûskê ya Hemze seh kir, ji tirs benz avêtibû, dest û pêyên wî dilerizîn, ji nav civatê derket.

Hz. Hemze yekser bi kevana di destê wî de bû, sexm li serê Ebû Cehl xist. Bi pêsîra wî girt û bixeşm wî avêt erdê. Bi pêyê xwe pê li stûyê wî kancî kir. Ser û sûretê Ebû Cehl xûn û xwelî tejî bibû, di bin pêyên Hz. Hemze de xwe li hev dida û lava dikir: “Rehm bike! Min nekuje...”.

Di wê demê de nasên Ebû Cehl xwe gihandin cem Hz. Hemze bi rica û lava wi ji bin pêyên ew zilamê egîd û mêrxas derxistin û bi xwe re birin malê. Ebû Cehl dixwest tade li Pêxember (s.a.a) bike, lê Hz. Hemze mamê Resûlê Xweda (s.a.a) ewî wusa teme kir ku li hemberê xelkê Mekkê rezîl û riswa bû.

Hinek alîgirên Ebû Cehl ji Hz. Hemze gelek zêde ditirsîyan û gûman nedikirin ku ew jî bibe mumîn û peyrewê Hz. Muhemmed (s.a.a), lew jê re gotin: “Ey cengawer! Niha ku tu dînê Muhemmed (s.a.a) qebûl nakî, çima wî diparêzî?”

Piştre Hz. Hemze qerar da ku di navbera xelkê Mekkê de û di nav dost û dijminan de îmana xwe aşkere bike. Ji ber vê yekê bi dengekî bilind got: “Gelî mirovno! Ji ana pê ve bizanbin ez jî musilman im.

Bi yekitîya Xwedê û nubûweta Muhemmed (s.a.a) govani dikim: “Eşhedu en-l la îlahe îllallah we enne Muhemmeden resûlullah”. Sond ji Xwedê re ku ez ê dev ji îmana xwe bernedim; heger hûn dikarin, werin pêşiya min bigirin”. Gava muşrikên Mekkê alîkarî û parêzgirîya Hz. Hemze ji bona Hz. Muhemmed (s.a.a) dîtin, ketin nav fikran û ji hev re gotin: “Bi hebûna Hemze Muhemmed (s.a.a), gelek zêde bû xwedîyê hêzê. Em ji îro pê ve gerek pirtir miqatê hal û hereketên xwe bin; heger wiha nebe heman belaya ku hate serê Ebû Cehl ew ê were serê me jî”.

Hz. Hemze di jiyana xwe ya bibereket de her wext ji nubûwetê û Hz. Muhemmed (s.a.a) diparast û alîkarî dikir. Heya ku Hz. Hemze li jiyanê bû, Hz. Muhemmed (s.a.a) bi rehetî xelkê gazî yekitîya Xwedê dikir.

Ji ber ku heybet û hêza Hemze, îzin nedida muşrikan ku li Hz. Muhemmed (s.a.a) tade û ezîyet bikin û bifikirin.
Hz. Hemze bi yekitîya Xwedê, nubûweta Hz. Muhemmed (s.a.a) û welayeta Hz.Alî (a.s) bawer dikir û lehzekî jî dudilî nedikir.

Dûmahîk di cengê Uhud û di halê şer de bi destê muşrik û kafirên Mekkê, biîsabeta rim a xulamek ku lê ket di qada şer de can û ruhê xwe teslîmê aferîdêkar kir û ruhê wî ber bi asîman ve bilind bû.