AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
duşem

22 reşemî 2016

10:30:38
736323

Bediuzzeman ki ye?

Bedîuzzeman kî ye? Gelo hûn dikarin bi kurtasî zanyarîyê bidin?

Bediuzzeman ki ye?

Bedîuzzeman kî ye? Gelo hûn dikarin bi kurtasî zanyarîyê bidin?

Nasnameya rastîn a Ustad Bedîuzzeman hema di tevahiya eserên wî da xwe nîşan dide. Ev meruvê mezin ku dibêje “Ez di cereyana îmanê da me, hemberî min cereyana bê îmanîyê heye”, di hemî 'umrê xwe da li ser heman xêzê cihadeke me'newî kiriye û xilasbûna îmana bi milyonan kesan ra bûye wesîle. Çavkanîya herî bingehîn boyî ku derbarê jiyana wî da zanyarî hildin, esera bi navê Tarîxçeya Heyat e. Ev esera ku ji teshîha wî bizzat derbas bûye ji vê pirsê ra bersiveke herî rind e.

Bi tevî vê em kurtasiyeke jiyana Ustad li jêr teqdîm dikin:

Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, di 1878'an da li gundê Nûrsê yê navçeya Xîzanê ku girêdayî wilayetê Bidlîsê ye hate dinyayê. Di zaroktîya xwe da di medreseyên li derdora xwe perwerde dît. Bi sebebê zeka(jîrî) û hafizeya(bîr) xariqul'ade ku di wî da dihate dîtin, berê Mella Seîd-ê Meşhûr gotî hate naskirin. Hê paşê bi 'unwanê "Bedîuzzeman" ku tê me'naya "Xariqeya Demê" şuhret(navdarî) vedît.

Di salên şagirdiya xwe de nod (90) kitabên têkildarê bi 'ilmên Îslamî yên bingehîn jiber kir. Her şev ji van yek tekrar dikir. Ev tekraran bûne yek nerdiwan ku ew, ayetên Qur'anê bi kûrahî bifehime û dît ku her ayeteke Qur'anê hemî kaînatê ihate dike.

Di destpêka salên 1900'an da bi fikra ku li rojhilat, bi navê Medreset-uz Zehra, zanîngeheke Îslamê ku 'ilmên dîn û fenn tev bêne xwendin damezirîne hate Îstenbolê ku merkeza(navenda) xilafetê ye û di hemî jiyana xwe boyî ku vê fikra xwe pêk bîne xîret kir. Rasterast mîna ku dixwast zanîngehek ava nekiribe jî, lê sîstema medreseyeke ku li her aliyên welat şûbeyên(liq) wê hene tesîs kir.

Di salên Yekemîn Şerrê Cihanê da li cebheya rojhilat wek serdarê heng ê bidil xizmet kir. Di hingava şerr da birîndar bû û du sal û nîv li Rûsya êsîr ma. Di sala 1917'an da, di hingava İhtilala Bolşevîk da ji wê aloziyê sûd wergirt û ji esaretê xilas bû. Li vegerrandinê di Dar-ul Hikmet-ul Îslamiye da ku merkeza şêwirmendîya dînî ya herî mezin a Osmanîyan bû ji kontenjana Sererkanîyê karmendî kir. Di salên ku Înglîzan Îstenbol işxal kiribûn, 'eleyhê wan da bi navê Xutuwatê Sitte (Şeş Pêngav) risaleyek weşand.

Destek da têkoşîna Îstiqlalê ku li Anatoliyê hate destpê kirin. Di sala 1925'an da, gava ku li Wanê fe'aliyetê perwerdehiyê didît, bi sebebê hereketa Şêx Seîd ku wê demê hate holê, çendî li dijî vê hereketê jî bû wek tedbîr berê şandine Burdurê, piştî wî Îsparta û Barlayê. Li vir heşt salan ma. Pirraniya beşên tefsîra xwe ya Qur'anê bi navê Risaleyê Nûr li vir nivîsî. Bi sebebê eser û fikrên wî sewq kirine Dadgeha Eskîşehrê.

Li Qastamonû ku şandibûnê nefyê, nivîsandina eserên xwe dewam kir. Di 1943'an da sewq kirine Dadgeha Denizlî, di 1948'an da Dadgeha Afyonê. Wê Dadgehan bi beraet bi encam bûn.

Di sala 1950'an da ku derbasî jiyana pirr partî bûn, heqq û hurriyetên dînî (maf û azadiyên dînî) fireh bûn. Bedîuzzeman wê çaxê eserên xwe li metbe'eyan da çapkir.

Bedîuzzeman Seîd Nûrsî, di 23'ê Adarê 1960'an da gihîşte rehmetê Heqq.