AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
şemî

27 reşemî 2016

16:53:25
737561

Cudahiya wêrankirina ekolojiya Kurdistanê û Tirkiyê

Di mehên dawî de çêkirina bendava Ilisuyê ya ku yek ji parçeya konsepta şerê AKP'ê ye, rê ji qatlîamên xweza û dîrokê re vedike bi lez û bêz tê çêkirin. Bendava ku ji aliyê Cengîz Holdîng a ku li Cerattepeyê bi çêkirina înşeata madenê ve hate rojevê, yek ji lingê wî ji li Basayê tê çêkirin.

Cudahiya wêrankirina ekolojiya Kurdistanê û Tirkiyê


Di mehên dawî de çêkirina bendava Ilisuyê ya ku yek ji parçeya konsepta şerê AKP'ê ye, rê ji qatlîamên xweza û dîrokê re vedike bi lez û bêz tê çêkirin. Bendava ku ji aliyê Cengîz Holdîng a ku li Cerattepeyê bi çêkirina înşeata madenê ve hate rojevê, yek ji lingê wî ji li Basayê tê çêkirin.

Li Artvinê gel li dijî Kana Bakirê derket qadan û çalakî pêk anî. Piştî çalakiyên gel Kana Bakir a ji aliyê Şîrketa Cengiz Holdingê ve dihat meşandin, ji aliyê dadgehê ve hat rawestandin. Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu jî diyar kir ku ew dê li benda encama dadgehê rawestin. Li aliyê din heman fîrma li Kurdistanê xwezayê wêran dike. Li gel hemû bertek û nerazîbûnan heta niha dadgehê tu biryar nedaye. Şîrketên li Ilisuyê bendavê çêdikin jî li gel hemû nerazîbûnan xebatên bendavê didomînin. Ji bilî Ilisûyê dîsa li gelek herêmên Şirnex, Sêrt û Êlihê bendav tên avakirin, warên dîrokî û çandî di bin avê de dimînin. Li gel nerazîbûnên welatiyên herêmê, ekolojîparêz û parazvanên mafên xwezayê dîsa dadgeh li hemberî vê wêrankirin û talankirinê bêdeng dimînin.

50 salin înad dikin

Li aliyekî dadgeh li ser daxwaza gel Kanên madenan ên Li Tirkiyeyê radiwestînin û hikûmet rêzdariyê jêre digire. Li aliyê din her çend bertekên welatiyan zêde be jî dîsa dadgeh hêz û piştgiriyê ji AKP'ê digirin û li dijî wêrankirinê bêdeng in. Şîrket û fîrmayên kanan ên li herêma Kurdistanê xwezayê wêran dikin, piştgriyê ji hikûmet û dewletê digirin û 50 salin li ser rûbarê Dîcle, Firat û Botanê xebatên wêrankirina xwezayê pêk tînin. Fîrma 50 salin li ser çemê Dîcle Bendava Ilisû ava dikin û 50 salin bi biryarin ku xwezayê wêran bikin. Bi taybetî di serdema hikûmeta AKP'ê de lez dan avakirina bendava Ilisû û bêtir li Kurdistanê xwezayê wêran dikin. Şîrket û fîrma piştgiriyê ji hikûmet û dewletên Ewropayê digirin. Pereyan ji bankayên Alman digirin.

Li Tirkiyê cuda ye, li Kurdistanê cuda ye

Li Cerattepe ya Artvinê Fîrmaya Cengiz a Kana Bakir dest bi xebatê kir. Piştî bertek û nerazîbûnên gel dadgehê biryara rawestandina xebatên Kanê da. Lê heman şîrket li Kurdistanê xebatan dike û xwezayê wêran dike, dadgeh bêdeng e. Şîrketa Nurol Holding ku nêzî AKP'ê ye li Kurdistanê xebatên Kana dike û xwezayê wêran dike. Holdînga Cengîz a xwediyê wê Mehmet Cengiz e û xizmê Serokomar Tayyip Erdogan e xebatên Bendava Ilisûyê didomîne. Di operasyonê nelirêtiyê ya di navbera 17-25'ê kanûnê de pêk hat de jî derket holê ku Mehmet Cengîz di telefonan de çêr ji welatiyan re kiribû. Niha jî Cengîz li Kurdistanê warên çand û dîrokî wêran dike. Bi çêkirina bendava Ilisûyê axa Botanê dike du perçe. Ji ber vê bendavê gelek gundê Basayê hatin valakirin. Xebatên şîrketê zêde dibin û gelek gund di bin bendavê de dimînin. Welatiyên herêmê diyar kirin ku ev jî perçeyekî konsepta AKP'ê ya şerê li Kurdistanê ye. Welatî destnîşan dikin ku li aliyekî komkujiya civakî û li aliyê din komkujiya xwezayê pêk tînin.

Aktîvîstê Derdorê Nevzat Kaygusuz, bertek nîşanî avakirina bendava Ilisû da û anî ziman ku hikûmet û dewhet 40-50 salin bi israr û înad dixwaze vê bendavê bi dawî bike û herêmê wêran bike. Kaygusuz, anî ziman ku her hikûmetê xwest vê bendavê temam bike, lê ji ber bertekên gel hat rawestandin û wiha got: "Lê hikûmeta AKP'ê dîsa xist rojevê û li gel hemû nerazîbûnan bi israr xebatên bendavê didomîne. Tu xêr û sûda vê projeyê ji gelê herêmê re tune. Bi vê bendavê dîrok û çanda hezar salan wêran dibe û di bin avê de dimîne. Bi sedan gund di bin avê de dimîne. Bi dehan caran rêxistinên ekolojiyê bertekên xwe anî ziman û ev xistin rojevê. Lê fêde nekir. "

Kaygusuz, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê li ser çemê Dîcle ji Şirnexê heta Êlih û Sêrtê bendavan ava dike û dixwaze hem xwezayê wêran bike û hem jî şerê taybet berdewam bike. Kaygusuz da zanîn ku bi van bendavan gund vala dibin û warê mirovahiyê tune dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "War û lûsa mirovahiyê tê wêrankirin û tunekirin. Divê gelê herêmê jî destûr nede ev proje bi encam bibe. Ev erka wîjdanî ya mirovahiyê ye."