Li Qoserê Mewlûda Aştiyê
beriya ku bibin dijmin lihevhatin...
li Qosera Mêrdînê neyartiya di navbera 2 malbatan de bi mewlûda ku hat dayîn qediya. endamên malbatan ji ber lihevhatinê pir kêfxweş bûn.
23 roj berê di navbera malbatên Aslan û Koçhan de pevçûn derket.
Hindik mabû ku pevçûna di navbera 2 malbatan de biba sedema xwîndariyê.
Ji bo ku meseleya di navbera her 2 malbatan de mezintir nebe Ji karmendan Zeynelabîdîn Erdem, ji rûspîyan Abdurrahman Karaman û serokê Borsaya tîcaretê Murat Çuhadar ketin navbera wan.
Ji bo ku her 2 malbat li hevdu werin xwarina mewludê hat dayîn û Qurana pîroz hat xwendin.
Nûnerê malbata Koçhanê Abdurahman Koçhan ji ber ku pirsgirêka di navbera wan de bi aştiyê hat çareserkirin kêfxweşiya xwe bi axaftinekê anî ziman.
Ji mala Aslana jî Mehmet Aslan spasiyên xwe pêşkesî wan kesên ku ji bo aştiyê bûne navgîn kirin.
Çalakiya lihevhatinê piştî dua kirin û xwarinê bi dawî bû.
source : ABNA
duşem
29 reşemî 2016
9:17:03
737909
beriya ku bibin dijmin lihevhatin...