Salvegera mirina Malcolm XMalcolm X
mohra xwe li heyamekê xist.
Malcolm Lîttle bi navê ku tê nasîn Malcolm X di sala 1925an de li Parêzgeha Nabaskayê li bajarê Omahayê hate cîhanê.
Di 6 saliya xwe de bêbav ma û di 13 saliya xwe de jî ji ber ku diya wî dikeve nexweşxaneya dînan bê dê dimîne.
Piştî ku bê dê û bav dimîne wek ewlad radestî malbatekê tê kirin û demekê jiyana xwe wiha didomîne.
Di 20 saliya xwe de ji sûcên destdirêjî û diziyê dikeve girtîgehê û di girtîgehê de dibe endamê Tevgera Çermereşan a bi navê Miletê Îslamê û paşê jî dibe serokê vê tevgerê.
Li gorî fikra Malcolm divê li gor erkên Umeta Îslamê Emerîkayiyên Spî û Reş ji hev veqetin û li dijî yekîtiya netewan derdiket.
Malcolm li ser xweparastina çermereşan û tayînkirina qedera xwe sekinî û ev yek parast.
Gava Malcolm ji tevgera Umeta Îslamê vediqete û pê ve tevgerên wekî din ava dike û paşê diçe Hecê û vedigere Emerîkayê.
Piştî fikra wî ya nû êdî li gorî wî Spî ne şeytan in û li dijî wan dev ji tevgerên nîjadperstiyê ber dide û baweriya wî bi biratiyê tê.
Piştî ku Tevgera Umeta Îslamê red kir û pê ve ji aliyê 3 kesan ve rastî sûîkastê hat û di sala 1965an de li New Yorkê canê xwe ji dest da.
Piştî mirina wî pirtûka jiyana wî ya Otobîyografiya Malcolm X ku di nav pirtûkên herî bi bandor de cî digire hat weşandin û li ser jiyana wî jî fîlm hatin kişandin.