AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
în

4 adar 2016

7:47:33
738717

ji bona çi pêxemberên ku ji teref xweda ve hatine şihandin bihijmar in?

ARMANC, JI ŞANDINA HIJMAREK DÎNAN Û TEKMÎLKIRINA DÎN

Çima xwedayê teala peyvên pêxemberekî ku şihandîye ne parastîye û pêxemberekî din ji bona kamil kirina şerîeta pêxemberekî din şihandîye?

BI NAVÊ XWEDA

ARMANC, JI ŞANDINA HIJMAREK DÎNAN Û TEKMÎLKIRINA DÎN

XULASA PIRSÊ: ji bona çi pêxemberên ku ji teref xweda ve hatine şihandin bihijmar in?

PIRS: Çima xwedayê teala peyvên pêxemberekî ku şihandîye ne parastîye û pêxemberekî din ji bona kamil kirina şerîeta pêxemberekî din şihandîye?

BERSIVA BIKURTÎ: Yek ji nîşaneyên lutfa xwedayê teala li ser evdên wî ev e ku tu ummetekê di tu demî de bê rêber nehiştîye û tu demî şihandina pêxemberan nehatîye birrîn û zemîn ji huccetê îlahî vala nemaye. Lêbelê hijmarî ya dînan û kamiltir bûna dînên pey re, ji ber delîla gihîştin (ruşd) û pêşveçûna beşerîyetê ya fikrî, di derbazbûna dewreyên cur be cur de bûye.

Bi peyvek din; şîyanên heyîya însanan di serê destpêkê de, bi rengekî bûye ku taqeta higirtina temamê destur ul-e`melên yek dînê kamil pê re tune bûye heta ku hê di serî de dînê herî kamil (îslam) ji wan re were şihandin. Belkî hewceye ku tedrîcî û bi şihandina pêxemberan û beyana destur ul-e`melên nû taqeta fikrî ya însanan jortir ve here da ku şîyana pejirandina dînê kamiltir peyda bike. 

Bi gihîştina beşerîyetê ku gihîştin dewrana hezretî Pêxemberê ekrem sellellahu eleyhî we alîhî  û ruşda nîsbî ya beşer, xwedayê teala dînê xwe yê herî kamil û herî gelemper ku îslam e ji wan re şihand û wezîfeya parastin û beyan kirin û tefsîr kirina wî jî, xist situwê îmamanên masum Eleyhîmu's-selam Bi her hal, zemîna beqaya, parastin û sîyaneta vî dînî, di nava merivan de, bi destê hinek kesan de bûye ku dikarin xwe bigihîjînin cewher û gewherê dîn û wî cewher û gewherî bixin xizmeta yên din, hatîye wicudê. 

Li anagora vê dîyarîyê eşkere dibe ku ewwelen, mesela rast kirina tehrîfên dînên raborî, yek ji delîlên şihandina pêxemberan Eleyhîmu’s-selam  bûye, ne temamê delîlan e. duyem; parastina ji tehrîfê jî, nikare ku bê têkilîya bi şîyanên beşerîyetê were berpêş kirin.

BERSIVA BIFIREHÎ: Yek ji nîşaneyên lutfa xwedayê teala li ser evdên wî ev e ku tu ummetekê dı tu demî de bê rêber nehiştîye. Lewra însan rêwîyeke ku hinek nîşanokan buhurandîye û hinek ji nîşanokan jî hê li pêşîya wî ne. di vê cîhanê de bê rêberek îlahî û girêdayî yê bi wehyê ve nizane ku ka çi nîşanokan buhurandîye û gerek bigihîje kîjan cihî. Him gelo gerek çewa seyr bike. Ji bona bersiv kirina bi vê hewceyê em guh bidin quranê.

Wê ji ber vê yekê ferman kirîye:

   وَ لَقَدْ بَعَثْنا فی‏ كُلِّ أُمَّةٍ رَسُولا 

Bi tehqîq, me di nav her ummetî de qasidek şihand.

وَ إِنْ مِنْ أُمَّةٍ إِلاَّ خَلا فیها نَذیر 

Û hîç ummetek di hîç zamanî de tune ku pêxemberek tê de nehatibe şihandin.

  ثُمَّ أَرْسَلْنا رُسُلَنا تَتْرا  

Me pêxemberanê xwe yek li duv yekî şihand  da ku bibin hadî û rêberên însanan.

Li anagora ayetên îlahî û rîwayetên masuman Eleyhîmu sselam  û birhanên eqlî, zemîn tu demî ji hebûna huccetê xweda û parêzgeran û dawetvanên dînê xweda vala nemaye.

لَمْ یكُنِ الَّذینَ كَفَرُوا مِنْ أَهْلِ الْكِتابِ وَ الْمُشْرِكینَ مُنْفَكِّینَ حَتَّى تَأْتِیهُمُ الْبَینَةُ

Di heqîqetê de ev ayet bi rêzik û qaîdê lutfê ku di îlmê kelam de tê behs kirinê ve îşaret dike. Xwedayê teala ji bona her qewm û milletan re birhanên ronahîyê ji bona temam kirina huccetê xwe, wê bişîne. 

Her çiqas dînên îlahî ji alîyê dereceyê kemalê ve ne yek bin jî, lê naveroka hîmî ya daweta temamê pêxemberanê îlahî Eleyhîmu’s-selam  (digel ne wek hevbûna demî û cihî û rewşa civakî û nijadî) yeksan bû û temamê wan an, însanan dawetî îbadet kirina xweda û xwe dur kirina ji taxut dikirin.

وَ لَقَدْ بَعَثْنا فی‏ كُلِّ أُمَّةٍ رَسُولاً أَنِ اعْبُدُوا اللَّهَ وَ اجْتَنِبُوا الطَّاغُوت

Bi tehqîq ji her ummetî re me qasidekî niqand ku mirovan dawetî îbadet kirina xweda û xwe dur kirina ji taxutan bikin. Lewra heger stûnên tewhîdê zexm û sexlem nebin û taxutan, ji civakên însanîyet û cîwarên bîran nên berêdan, wê tu bernameyek hîmî nikaribe were nêrîtandin û birêxistin. 

Lê belê, gelo çima xwedayê teala di serî de dînekî kamil neşihand û di pey re wî dînî bi pêxemberanê xwe Eleyhîmu's-selam  neparast, belkî gelek dînan û yekî li pey yekî şihand?

Di bersivê de gerek em bibêjin, çewa ku dayik û bavik di hevotin û terbîye kirina zarokê hur de, hê di serî de temamê meselên exlaqî û destur ul-e`melên hevotinê ji wî re nabêjin û hê di serî de hêvîya bi cih anîna temamên meselan ji wî nakin û gihanek bi gihanek û dem bi dem erkên wî jê re dibêjin û di her gihanekê de hêvîya kirdarên wê gihanekê bitenê ji wî dikin, heta dema ku zarok digihîje heddê balixbûnê û eqlê wî kamil dibe, a wê demê temamê erkên kiryarên wî pê tên perwerde kirin û li anagora wan jê wezîfan dixazin.

Di derbareyê însan de jî mefera berpêş kirina dînê herî kamil di serê gihaneka şihandina pêxemberan Eleyhîmu sselam  (dema hezretî adem ) de tune bû. Lewra beşer di dewranên cur be cur de xweyê bîrên cur be cur bûn û çiqas ruşda fikrî pêşket ewqas hewceyên wî yên fikrî û ruhî jî pirtir bûn û tevlîhevtir bûn. Ji alîkî din ve jî şîyanên bi dest xistina e`mel kirina  bi erkên kiryarî yên bilindtir û zortir peyda kirin. Ne ku ji berê de xweyê van şîyan û qabilîyetan bûn.

Ji ber vê yekê hewce bû ku di serî de şerîetên xweyî mearif û ehkamên hêsantir û xweş fêmtir ji bona însan werin şihandin da ku di gihanekên pey re hêza bi dest xistina mearifên îslamî peyde bikin.  Ji ber vê yekê hezretî adem  Eleyhî sselam  bi navê pêxemberê ewil, erkên ku li anagora  şîyanên însanên nesla ewil bûn bi wan nîşan da û perwerde kir. Di dewranên paş de û di heyamê pêxemberên Eleyhîmu sselam  di pey de bi ruşd û tekamula însanan û berfirehtir bûna şîyanan, erkên kirdarî yên kamiltir tên wicudê ku wan, e`melê dînê berê re jî kamil dikirin.

Heta dewrana pêxemberê giran biha hezretî muhemmed sellellahu eleyhî we alîhî   ku dînê herî kamil û dawî berpêşî daxwazîya beşerîyetê kir û piştî wî jî wê tu dînên din jî êdî nên. Her çiqas temamê pêxemberanê îlahî Eleyhîmu sselam  însanan dawetî yek xweda yê bitenê dikirin lêbelê giramî ya şerîeta her yekî ji wan heta dema  hatina şerîeta yê pey re bû ku di dînê berê de nûçeya wî hati bû dayîn.

Piştî hatina dînê nû ji alîyî xweda ve û şihandina pêxemberê nû digel mucîze û nîşanîyan, temamê peyrewanê dînê kevn, erkedar bûn ku bidin pey dînê nû. Naxwe bihatina dînê îslamê temamê dînên berê nesx bûn û peyrewanên wan erkedar in ku desturên îslamê bi unwanê dînê dawî û herî kamilê îlahî bipejirînin û fermanberî bikin.  

  Li anagora vê dîyarîyê eşkere dibe ku , yekem;  mesela rast kirina tehrîfên dînên raborî, yek ji delîlên şihandina pêxemberan Eleyhîmu sselam  bûye, ne temamê delîlan e. duyem; piştî nazil kirina dînê kamil û hebûna kesên ku hêza bi dest xistina  van heqaîqan bi wan re hene, zemîne û nêvenga beqa, parastin û sîyaneta ji vî dînî di nava van merivan de, bi wasita hinek kesên ku dikarin xwe bigihîjînin cewher û gewherê dîn û wî cewher û gewherî bidin ber destê hinên din jî mewcud e.