AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
în

4 adar 2016

7:59:45
738718

Quran mu`cîza pêxemberê xweda yê sellellahu eleyhi we alihi dawî ye. Naxwe hindavên (vechên) îcaza quranê çi ne?

HINDAVÊN Î`CAZA QURANÊ

Ji bona î`caza quranê sê hindav hatine beyan kirin: î`caza lefzî û muhtevayî û î`caza ji cîhet anîna wê ve.

BI NAVÊ XWEDA

PEYVÊN KÎLÎDÎ: QURAN, MU`CÎZE, Î`CAZ, MEA`RIF.

ÎNDEKS: HINDAVÊN Î`CAZA QURANÊ.

PIRS: Quran mu`cîza pêxemberê xweda yê sellellahu eleyhi we alihi dawî ye. Naxwe hindavên (vechên) îcaza quranê çi ne?

BERSIVA BIKURTÎ:

Ji bona î`caza quranê sê hindav hatine beyan kirin: î`caza lefzî û muhtevayî û î`caza ji cîhet anîna wê ve.

1-Î`caza lefzî ya quranê du dest in:

a) Î`caza belaxî: zarava diyarîya quranê bi şiklekî wisa ye ku bi peyva tu beşerî re heta bi kelamê Resulê Xweda sellellahu eleyhi we alihi re jî nayê muqayese kirin û berhev dan. Ji ber vê yekê zanyaran gotine: kirdarên kesên ku bi behaneya tevlîhevbûna hedîsên Pêxember sellellahu eleyhi we alihi bi quranê re, nivîsandina hedîsên Pêxember sellellahu eleyhi we alihi men kirin nayê qebul kirin û nayê şîrove kirin.

b) Î`caza jimarî: îroroj bi pêşve çûna îlm û xebitandina kombersê, xebat hatîye kirin ku pêwendîya jimarên taybetî di nav beyna peyv û tîp û herfên quranê de were nîşandan. Lêbelê tê dîtin ku pêwendeke bi vî rengî ne mimkine ku di peyva beşer de hebe.

2-  Î`caza muhtewaya quranê ye ku di çend destî de tê berpêş kirin:

a) Nebûna îxtîlafê di quranê de.

b) Xeberên xeybî ku di derbareyê hinek mirovan de yan jî di derbareyê hinek buyeran de hatine û rippî rast cirîyane.

c) Ulum û mearifê quranî. Quran di xwe de hinek ulum û mearifan digire ku bi hindikayî di wê demê de tu beşerî nikaribû wan bi dest bixîne. Ev mearif şamilê nukteyên kurên îrfanî û felsefî û eqlî û … e.

d) E`czîyet û bêçareyî ji bona betal kirina quranê. Bi rastî digel ev qas sal bi ser de ketine jî, lê hê mearifê quran di cihê xwe de ne û didomînin.

3- Î`caza quranê, ji alîyê anîna wê ve:

Hezretî Resulê Ekrem sellellahu eleyhi we alihi kesekî ummî û nexwenede bû. Naxwe gelo çewa dikare di cezîreya eraban de ku mirovên wê ne ehlê zanîn û çandê bûn, kîtebek bi vî rengî ji ber xwe ve çê bike û lihev bîne.

BERSIVA BIFIREHÎ:

Hindav û wechên mixtelif di î`caza quranê de hatine zikir kirinê[1] ku em dikarin wan bi sê destan veqetînin:

1-Î`caza lefzî ya quranê:

2-Î`caza muhtewaya quranê:

3-Î`caza quranê, ji alîyê anîna wê ve:

1-1  Î`caza lefzî ya quranê:

Î`caza lefzîya quranê bi du şiklan hatîye berpêş kirin: î`caza belaxî û î`caza jimarî.

Behsa î`caza quranê ya belaxî yan jî belaxeta quranê, hê ji raborîyên dur hatîye nas kirin û teqrîben di nava temamê mezhebên îslamî de biha pê hatîye dayîn û li serê lihevkirin hebû ye. Helbet ev jî heye ku hinekan, î`caza belaxîya quranê ji çend tiştan wek nezm û uslub û şîveya dîyarîya quranê veqetandine û gotine: yek ji î`cazên quranê jî î`caza belaxîya wê ye û alîyê din yê î`caza wê jî, nezm û usluba beyana quranê ye.

Hinekên din jî wechê î`caza quranê, komeka ku ji belaxet û nezm û usluba wê hatîye wicudê zani bûne.[2] Lêbelê di rastîyê de ev tev, ji bona pir kirina nimunan e. lewra temamê mijarên ku bi şîveya dîyarîya quranê ve girêdayîne, bi î`caza belaxîya quranê ve dadigerin.

Şîveya beyanîya quranê, zarava dîyarîya quranê, zaraveka wisa ye ku tu beşer heta Resulê Ekrem sellellahu eleyhi we alihi bi xwe jî, nikare bi vî rengî bipeyive.

Vekirina vê ev e ku: di babê “tarîxa hedîs” a ehlê sinnetê de, ew îddîa dikin ku Resulê Ekrem sellellahu eleyhi we alihi nivîsandina hedîsên xwe û peyvên xwe menkirina wan kerem kiribû û di vê yekê de jî hinek rîwayetan jê tînin.[3]

Wê demê bi vê pirsê re rûberî dibin ku; gelo çima Resulê Ekrem sellellahu eleyhi we alihi ji nivîsandina hedîsan men kirin?

Yek ji bersivên ku hatiye dayîn û di nava ehlê sinnet de pir tê nas kirinê ev e ku sedemê menê ev e ku xwedê neke quran bi xeynî quran re! yanî hedîsên nebewî re tevlî hev bibe. Yek jî lêkolînerên ehlê sinnet vê birhan anîna ku di nava ulemayên ehlê sinnet de bi nav û denge red kirîye û gotîye: î`caza belaxeta quranê mani`ê vî ye ku tiştên ji xeynî quranê bi quranê re tevlî hev nebe.[4]

Wê demê di derbareyê vê gelşa ku heger Pêxemberê îslamê sellellahu eleyhi we alihi di belaxetê de di sînorekî de bû ku dikaribû mina mîslê quranê peyvên edebî û wêjeyî biaxive, bersiva vê ev e ku; lazim û binasîya vê gotinê înkara î`caza belaxîya quranê ye.[5]

Bi her hal buyera men kirina Hezretî Pêxember sellellahu eleyhi we alihi ji nivîsandina hedîsan – digel ku hedîsên wî peyvên normal û ji wî bi xwe jî nebûn belkî peyvên nuranî bûn û bi rê nîşandana îlahî bûn û rakiroxên perdan ji ser alema xeybî bûn û dikaribûn rê li ber gelek pirsgirêkên ummeta îslamê vekin jî – li pêşber ehlê sinnetê yek pirgirêkeka esasîye tê jimarê.

Ji ber vê yekê di nav beyna ulemayên şîê de ji berê heta vê gavê, ev îddîaya ku dibêjin Hezretî Pêxember sellellahu eleyhi we alihi ji nivîsandina hedîsên xwe men kirîye, ne rast hatîye hisab kirinê.

Wechê din ji î`caza lefzîya quranê î`caza hijmarîya wê ye. Ev wech di pey re hatîye dîyarî kirin û bi karbirina kombersê di vê buyerê de, gelek tewecuhên pir bi ser xwe de kişandîye. Bi beyan kirina pêwendeke hijmarîya taybetî di nava peyvê û tîpên quranê de, hatîye kêferat kirin ku ev pêwendên hijmarî nikarin di peyvên beşerekî de werin wicudê.[6]

2- î`caza mutewaya quranê:

Gelek hindav ji bona î`caza muhtewaya quranê zikir kirine ku wê di jêr de bi wan ve were îşaret kirin:

a) Nebûna tu îxtîlafî di quranê de:

Ayeta kerîme ya

"أ فلا يتدبرون القرآن و لو كان من عند غير الله لوجدوا فيه اختلافاً كثيرا"

Gelo qê di quranê de bîr nabin? Heger ne ji cem xweda bûya wê tê de gelek newekhevî bidîtina.[7]

Hem hişyarîya li ser vê hindava î`cazê dike.

b) Nûçeyên xeybî:

Di quranê de di derbareyê hinek mirovan de û hinek buyeran de hinek mijar hatine zikir kirin ku wê di demên pêşerojê de werin. Yanî di demeka piştî nizula quranê de wê werin wicudê. Û aynî wisa jî ew buyer cirîyane. Ji van e ayeta kerîme ya:

"ا لم* غلبت الروم فى أدنى الارض و هم من بعد غلبهم سيغلبو[8]

c) Ulum û mearifên quranî:

Di quranê de hinek mijar hatine ku bi hindikayî, di wê demê de tu kesî nikaribû wan bi dest bixîne. Helbet hê jî hinek ulum û mearifên giranbiha di quranê de hene ku heta ana ji bona beşer hê nenas in. tiştên ku hatine nas kirinê jî gelekên ji wan bi rîya hedîsên Hezretî Pêyxember sellellahu eleyhi we alihi û îmamanên masum eleyhimu – selam in û bi rê nîşandina wan ya payîdar e.

bi awakî wisa ku parek ku kêm nayê dîtin ji hedîsan, rîwayetên bawerî, behsên eqlî, nukteyên felsefî û kelamî û mijarên îrfanî ne. bi her hal heta heger kesek , sawke ku temamê ulum û mearifên quranî, vê demê hatine nas kirin û ketine bin destê beşer jî, lê ev yeqîneke ku berê ne wiha bû. Û ev kar ji bihaya î`caza quranê di vê meselê de tu tiştekî kêm nake.

Şayane were dîtin ku ev îsbata î`caza quranê ji alîyê anîna wê ve nîne. Belkî hatîye gotin ku ev ulum û mearifên kûr û bilind, wisa xweyê ezemet in ku ji kûrî ya bîr a temamê zanyarên wê demê bilintir bûye. Û him bi gîştî ev ne bîrek beşerî bûye û nîşanîya wehya îlahî li ber serê wê tê dîtinê.

d) Î`caza eczîyet û bêçareyîya li pêş ber betal kirina quranê:

Piştî ku evqas salên dirêj borîn û digel evqas pêşveçûna îlmên beşer û gorandinên zanîn û çandan yek mijarekî ku di quranê de hatîye, nehate betal kirin. A ev bi xwe heqqanîyeta quranê û esmanîbûna wê îsbat dike.

Bîrxistina vê nuktê mafe dide ku her çiqas hinek zanînên beşerî – wek mentiq û werze – ku di pirtukekê de hatine kom kirin û ji dîrokên kevn ji me re mîras mane û betal nebûne jî, lêbelê divê ku em hayîdar bin ku yek; ev zanînên ha di şiklê bedîhîyên ewwlîyê (tiştên aşîkar ku ne hewceyên nasandinê ne) yan jî fitrî de ne û di bîrên temamê aqilmendan de veşarî bûn.

Him kesên ku ji bona nivîsandina van meselan xebitîn jî di heqîqetê de komger bûn ne ku ji nû ve dianîn. Duyem: bi gîştî pirtukên ku beşer wan dinivîsînin bitenê bi yek îlmî taybetî ve eleqedar in û mijareke taybetî di xwe de digirin.

Digel ku yek ji taybetîyên herî girîngên ku di rûyê ulum û mearifên quranê de dibiriqe, firehîya deryaya mijarên wê û îşaret kirina bi dehan bare, di yek peyvekê de ye. Birastî ev bi xwe jî yek ji î`cazê ye ku evqas agahîyên celeb celeb di xwe de bi cîh kirîye. Kîjan beşer dikare, digel ku gelek zanîn û îlmên cur be cur û meselên bitemamî ji hev dûr – bi evqas balek kûr û qewîtîya beyanê û firehîya mijaran – teva bi hev de dêne û wan meselan wisa delal deyne kêleka hev ku di pêş û paşîya peyvê de fekîyên cur be cur ji ulumên cur be cur bi dest bêxistin?

Bi şiklekî wisa ku ne armanc were hunda kirin û ne herikîna xwedinê ji dest bê dayîn û ne jî xeta tê de hebe. Him ev bi vî awayî di qirnên dirêj de bibiriqe û ji temamê betal kirina jî parastî bimîne.[9]

3- Î`caza quranê, ji alîyê anîna wê ve:

Ev alî hê ji rojên berê ve bûye sedemê peyvgotinê. Ev jî ji ber vê yekê ye ku Resulê giranbihayê îslamê, sellellahu eleyhi we alihi mirovek ummî û nexwenede bû. Naxwe gelo çewa dikare di cezîreya eraban de ku mirovên wê ne ehlê zanîn û çandê bûn, kîtebek bi vî rengî ji ber xwe ve çê bike û lihev bîne.[10]

Şayane ku were zikir kirinê, ev behsa î`cazê her çiqas bi gelemperî di behsên ulumê quranê de tê zikir kirin jî, lêbelê di heqîqetê de ev behsek kelamî ye. Ji ber vê yekê di hinek kitêbên kelamî de jî hatîye zikir kirin.[11]

Çevkanîyên ji bona lêgerînek pirtir:

Hadewî tehranî, mehdî, mebanîyê kelamîyê îctîhad. Muessesa ferhengî xane xîred, qum, çapa yekem, 1377.

[1]. N. K. Samenî, seyît mustefa, veçhen î`caza quranê (koma meqalatên duyemîn yên konferansa tehqîqatîya ulum û mefahîmê qurana kerîm, dar ul-quran qum) s. 168-178.

[2] Ya jor. S. 169.

[3] N. K: mehmud eburî. Îzaun ela sünnet îl-muhemmedîye. S. 42.

[4]. Ya jor. S. 46.

[5] Ya jor. 47.

[6] Di vê pêwendê de bernameke kombersî bi navê “قدر Ji teref doxtor seyîd Elîyê qadirî ve hatîye amade kirin.

[7] Sureya nîsa ayeta 82.

[8] Elîf, lam, mîm. Romî di erdek herî nizim de bi binketin. Lê wê di piştî vê binketina xwe de di demek nêz de biserkevin.

[9] Ji ellameyê tebatebayî hatîye neqil kirinn ku; mirov dikare temamê mearifên quranê yeko yeko ji her sureyên wê bi dest bixîne. Heger wiha be, wê demê tê vê manê ku her koma ku di bin yek sureyekê de ye, temamê mearifê quranê di xwe de digire. Yanî; temamê van mearifan sed û çardeh caran bi suretên cur be cur hatine dîyarî kirin. A ev jî, ji e`cayîbên quranê yên din in.

[10] Hinek ji musteşrîqan ji bona redda vê yekê de gotine: Hezretî Pêxemberê sellellahu eleyhi we alihi yekî xwenede bû û bi ser ulemayên dînên din ve çûn û hatina wî hebû û li cem wan ders xwendi bû. Wî – neuzu bîllah- quranê li anagora van zanînan nivîsandîye. Sebebê ummî û nexwenede zikir kirina mirovên cezîreya ereban ji ber vê yekê ye ku heya wan ji agahîyên îlahî tune bû.

Ne ji ber ku nexwenede bûn. Di cezîreya ereban de merivên xwenede û heta xweyê zanîn û agahîyên gelek pir hebûn û hijmara wan jî gelek bû. Heger behsa Hezretî Pêxember sellellahu eleyhi we alihi jî bi ummîtî hatibe kirin, ne bi vê manêye ku ew nexwenede bû yan jî heya wî ji mearîfên îlahî tune bû û ji kesî ders negirti bû, belkî armanc ev e ku ew Pêxemberê sellellahu eleyhi we alihi ummeteka ummî bû ku heya wan ji mearifên îlahî tune bû.

Naxwe ev wesf halê pêvekê mewsuf e. lêbelê lêkolînên lêkolînerên biujdan û bê teref, nîşan daye ku ev gotinên bê esas in. him temamê van berîdanan jî ji bona ku î`caza quranê înkar bikin e.(n. k: doxtor subhî salih. Ulum ul-hedîs we mustelehehu. S. 2-3.

[11] Hadewî tehranî. Mehdî, mebanîyê kelamîyê îctîhad. S. 47-51.