AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
în

4 adar 2016

8:14:40
738721

çima mezhebê şîîyan mezhebê herî qenc e?

DELÎLA ÇÊTIRÎYA ŞÎÎTÎYÊ

çima mezhebê şîîyan mezhebê herî qenc e? ez bi xwe jî peyrewanê mezhebê şîîyan im. Lê belê ez nizanim gelo qenctirî yên şîîtîyê ji wehabîyetê çi ne? xwedê neke rojekê em nebin ji wan heftê û du firqên misilmanan ku ji rê derketine? Gelo ez çewa dikarim mutmeîn bibim?

BI NAVÊ XWEDA

 DELÎLA ÇÊTIRÎ YA ŞÎÎTÎYÊ

XULASA PIRSÊ: çima mezhebê şîîyan mezhebê herî qenc e?

PIRS: çima mezhebê şîîyan mezhebê herî qenc e? ez bi xwe jî peyrewanê mezhebê şîîyan im. Lê belê ez nizanim gelo qenctirî yên şîîtîyê ji wehabîyetê çi ne? xwedê neke rojekê em nebin ji wan heftê û du firqên misilmanan ku ji rê derketine? Gelo ez çewa dikarim mutmeîn bibim?

BERSIVA BIKURTÎ: Çêtirîya mezhebê şîîtîyê, ji ber xatirê “heqq” bûna wê ye. Û dînê heqq di her dewranê de jî dînekî bitenê ye. Naxwe temamê dînên ku hene yan ji binî batil in û yan bê hîm in û yan jî hatine nesx kirin û rabûn in. îroroj şerîeta heqq şerîeta îslamê ye. Îslama xalis û rast jî di sîmayê mezhebê şîîtîyê de eşkere bûye û bitenê perwerdên şîîtîyêne ku dikarin bibin beyangerê îslama xalisa muhemmedî.  Sellallahu eleyhî we alîhî Şahidên tarîxî û nivîsarên dînî teyîda vê nukte ya ku hate beyan kirinê ne û ev taybetî di wehabîyetê de jî nîne.

BERSIVA BIFIREHÎ: Çêtirîya mezhebê şîîtîyê, di navbeyna mezhebên din de  ji ber xatirê “heqq” bûna wê ye.  Û dînê heqq di her dewrana de jî dînekî bitenê ye. Xwedayê teala di her dewranî de xweyê şerîetekê ye û temamê dînên ji xeynî wî, yan ji binî batil û derew in û yan jî hatine nesix kirin û nabud bûne.  Hijmara dînên îlahî û mezhebên esmanî yên ku heta ana ji beşerîyetê re nazil bûne, hijmarek dirêjkî (tulî) ne, ne firehkî (erzî) ne. 

bi vê wateyê ku dînê nû nasix û kamilgerê dînê berîya xwe ye. Bi hatina dînê cedîd, tarîxa bikar birina dînê berê diqede û ji resmîyetê dikeve û cihê xwe dide dînê nû û li ser tevan wacibe ku li anagora ayînên nû hereket bikin û pê îman bînin. Ji ber vê yekê di nivîsarên muqeddes de û di nisusên dînî de ji kesên ku bi dînê nû îman nînin re tê gotin “kafir” Îslam dînê herî dawî û herî kamil e ku ji bona beşer hatîye şihandin û xweda tu dînî ji xeynî dînê îslamê  jî wê qebul meke .

ان الدین عندالله الاسلام 

bê guman dîn li cem xweda, îslam bitenê ye.

  و من یبتغ غیر الاسلام دینا فلن یقبل منه  

Her kesê ku ji xeynî îslamê dînekî din biniqîne, wê ew jê nê qebul kirinê. Mixabin, misilmanan jî mîna qewm û ehlê dînên berê, bûne mezheb û firqeyên cur be cur. Û bê guman, wê tev di vê mijarê de ne li ser heqqîyê bin. Pêxemberê giranbiha yê îslamê Sellallahu eleyhî we alîhî  kerem kirîye:

ان امّتی ستفرق بعدی علی ثلاث و سبعین فرقة، فرقة منها ناجیة، و اثنتان و سبعون فی النار 

Peyrewanên min wê piştî min, bibin heftê û sê beş.ji wan wê yeka bitenê xelas bibe û heftê û du firqên ku mane bibin ji ehlê agir.   Mezhebê heqq û firqeya nacîyê di navbeyna mezhebên îslamî de mezhebê şîîyên duwazdeh îmamî ye û teşeyû` ew îslamê rast û heqîqî ye. Pêxemberê giranbiha yê îslamê  Sellallahu eleyhî we alîhî  kerem kirîye:

ایها الناس انی ترکت فیکم ما ان اخذتم به لن تضلوا، کتاب الله و عترتی اهل بیتی

Ey însano! Min di nava we de tiştek hiştîye ku heta hun xwe bi wan bigirin, hun tu demî naçin delaletê. Kîtaba xweda û itreta min ehlê beyta min in.  Ebu zerê xifarî sehabîyê emîn û giran biha yê pêxemberê xweda  Sellallahu eleyhî we alîhî neql dike:

سمعت النبی (ص) انه قال: الا ان مثل اهل بیتی فیکم مثل سفینة نوح فی قومه، من رکبها نجی و من تخلف عنها غرق                                

Min ji resulê xweda  Sellallahu eleyhî we alîhî  bihîst ku kerem dikir; hayîdar bin! Mîsala ehlê beyta min di nava we de mîna mîsala keştî ya Nuh e di nava qewmê wî de. Kesê lê siwar bibe wê xelas bibe û  kesê ku ji wê  li paş bimîne wê bixeniqe. Esas û bingeha mezhebê şîîtîyê, tewhîd û edl û nubuwet û îmamet û mia`d e. him şîî duwazdeh îmamên masum bi unwanê paşwer û xelefên pêxemberê îslamê  Sellallahu eleyhî we alîhî  qebul dike ku ewilê wan Elî eleyhî sselam û axirê wan Mehdî ye eleyhî's-selam Di rîwayetên ku ji Resulê giran biha yê îslamê Sellallahu eleyhî we alîhî  hatine de hijmara wan û heta navên wan duwazdeh îmamên masum jî hatîye tesrîh kirin. Rojekê evdillahê lawê mesud di nava komekê de rûnişti bû û erebekî çolê yê koçer peyda bû û ji wan pirsî ku kîjan ji wan evdillahê lawê mesud e? evdillah bersiv da: ez im. Ereb pirsî:

هل حدثکم نبیکم کم یکون بعده من الخلفاء؟ قال: نعم، اثناعشر، عدد نقباء بنی اسرائیل

Gelo pêxemberê we ji we re got ku wê xelîfên piştî wî çend heb bin? Vegot: erê, duwazdeh heb in, wek hijmara bavikên benî îsraîl in. Delîlê me yê li ser heqqanîyeta şîîtîyê, quran û sinnet in. xweda di quranê de ferman li me kirîye ku em îtaeta xweda û resulê wî û ululemr – ku li anagora dîyarî ya eşkere ya resulê ekrem,  Sellallahu eleyhî we alîhî  ew îmamanên şîê ne – pêk bînin. Di gelek ayetên quranê de bi mesala îmamet û welayetê hatîye îşaret kirin. Ayetên wek;

  و انذر عشیرتک الاقربین"؛ "انما ولیکم الله و رسوله و المؤمنون الذین یقیمون الصلاة و یؤتون الذکوة و هم راکعون"، "یا ایها الرسول بلغ ما انزل الیک من ربک و ان لم تفعل فما بلغت رسالته"، "الیوم اکملت لکم دینکم و اتممت علیکم نعمتی و رضیت لکم الاسلام دیناً"ً، "انما یرید الله لیذهب عنکم الرجس اهل البیت"، و ... .

Hezretî Pêxember  Sellallahu eleyhî we alîhî  bi şiklekî eşkere ku ji tarîx û rîwayetan tê fêmê, timî behsa emîrê mominan Elî  eleyhî sselam  bi navê wesî û xelîfê xwe yad kirîye. Lewra teberî di tarîxa xwe de neql dike ku dema ayeta و انذر عشیرتک الاقربین   Nazil bû, hezretî Pêxember Sellallahu eleyhî we alîhî ji qewmê xwe re kerem kir; xweda yê muteal ji min re ferman kir ku ez we dawetî wî bikim. Naxwe kî ji we di vî karî de alîkarîya min bike wê bibe bra û wesî û xelîfê min.

Elî eleyhî's-selam  vegot: ez ya resulê xweda, ezê di vê rê de alîkarîya te bikim. Hezretî pêxember Sellallahu eleyhî we alîhî  destê xwe danî ser stûwê Elî eleyhî sselam  û kerem kir: bi tehqîq a ev (Elî) bra û wesî û xelîfê min e di navbeyna we de. Guhdarîya wî bikin û bikevin bin emrê wî. Eqrubayên hezretî pêxember Sellallahu eleyhî we alîhî  bi ken rabûn pîya û ji ebu talib re – bi tinazî – gotin: wî emrê te kir ku tu bikevî bin fermanê lawê xwe û bibî emirberê wî.  Hezretî pêxember Sellallahu eleyhî we alîhî  di sala paşî ya ji temenê xwe, di vegera ji heccê ku bi hecca weda`e tê zanîn li herêma xedîrê xumm de resmên Elî yê lawê ebu talib, eleyhî sselam  bi wesfê îmam û pêşîvanê misilmanan çikand û nasand û bi temamê kesên hazir, destur da ku bi unwanê emîrê mominan bi Elî eleyhî sselam  re bey`et bikin. Ev peyva wî hezretî Sellallahu eleyhî we alîhî  di wê rojê de ku meşhur e ev e ku kerem kir:

  کنت مولاه فهذا علی مولاه 

Kesê ku ez mewlayê wî bim, a ev Elî jî mewlayê wî ye. Ev hedîs ji hedîsên meşhur û mutewatirên îslamê ye. Ev ji delîlên kurtên qenctirî û heqqanîyeta şîîtîyê li ser mezhebên din bûn, ji bergeha derunî ya dînî û bi seneda ayet û rîwayetan. Helbet em dikarin ku ji bergeha bîrunî ya dînî jî li vê meselê meyzênin û ji bona muqayese kirina perwerdên şîîyan û xeyrên wan gav bavêjin û bi qenctîrî ya şîîtîyê hikum bikin.

Lêbelê em vê behsê di spêrin demek din…???? Lê di derbareyê wehabîyyetê de jî, kafî ye ku em bi nivîsa seyîd mustefayê rezewî ya di kitêba “agahîyên sîyasî û mezhebî yên Pakistan” bes bikin ku wehabîyet, temamê fiqeyên îslamî çi şîî û çi jî sinnî,  muşrîk û kuffar û putperest hesab dike, hacet û zîyaret û îhtîram û te`zîma qebra hezretî pêxember Sellallahu eleyhî we alîhî  û îmamanên paqij, ji bide`t û putperestîyê dijimêre û heram dizane.

Ew, selam û tekrîm û îhtîrama bi pêxember, Sellallahu eleyhî we alîhî  perçek ji limêje nizanin û cayîz nabînin, dawî ya jîyana wî Sellallahu eleyhî we alîhî  ya dinyewî, dawî ya hurmetdana wî Sellallahu eleyhî we alîhî  û giramî dîtina wî dizanin. Temamê asar û qubb û avayî yên li ser qebrên îmaman û mezinan bide`t dizanin.

Ew bawer dikin ku hezretî resulê ekrem Sellallahu eleyhî we alîhî  beşerekî  ku temamê nikarî û qelsîyên beşerî tê de hebûn bû û mirî ye û tu agahî ji cîhana me ya îroroj li cem tuneye. Ji ber vê yekê jî, zîyaret kirina qebra wî Sellallahu eleyhî we alîhî  heram e. 

Em dadgerîyê li hêvîya eqlê we yê selîm dihêlin ku gelo ev perwerdên bi vî rengî, dikarin bi fitret û quranê re hevsazîtî bikin?  Û Gelo ev e muhebbeta bi ehlê beytê ya ku bûye ucreta rîsaletê?  Û Gelo quran mizgîna zindî bûna şehîdan nedaye ku ew sax in û li cem rebbê xwe dixwun û vedixwun?  Û Gelo meqamê pêxember Sellallahu eleyhî we alîhî  ji yê şahîdan kêmtir e?! û …