BI NAVÊ XWEDA
AFIRANDINA ÎBLÎS
PIRS: Çima Îblîs ji agir hatîye afirandinê?
BERSIV: Xwedayê teala, hekîmê bi gîştî û mutleq e û tevên kirdarên wî li anagora esasê hîkmeta pir tijî ye. Ji ber vê yekê, temamê heyîyan li anagora esasê hîkmeta pir tijîya îlahî hatine afirandin. Û xwedayê teala suret û rewşa herî qenca ku şayanê wan e, bi wan daye. Afirandina şeytan jî, ji agir e û li anagora hîkmeta îlahî ye. Şeytan yek ji celebê cinna ye û ji agir hatîye afirandin û xweyê cismekî letîf (narîn) e.
li anagora parvekirinek bi gelemperî, cism dibin du par: Cismê kesîf (sift), wek cismên heyîyên mislê heywanan û însanan ku ji herîyê hatine afirandin. Û cismên letîf, wek cismê cinnîyan ku ji agir hatine afirandin. Ev herdu cism jî xweyê qebare û qeder in.
lê îxtilafeka wan ya heqîqî heye û yek ji îxtilafên wan ev e ku, şeytan ji însan ve nayê dîtîn û nayê xwuyanî. Belkî jiber ku letîf e, dikare ku bi suretên cur be cur xwe nîşan bide û bi cihê ku bixwaze ve here. Lê belê însan ji şeytan ve têdîtin û îmkana gorandina bileza rewş û mekanê wî, ne di destê wî de ye û livdarîya wî bi tedrîcî ye. Hîkmeta afirandina şeytan ji agir, em dikarin li anagora nukteyên jêr bikolin:
Yekem: îmtîhana şeytan; şeytan ji agir hatîye afirandin û însan ji herîyê. Şeytanê ku agir ji herîyê çêtir dizanibû, xwe ji însan çêtir dît û jiber vê yekê jî pişta xwe da fermana îlahî. Ji vê bonê, hîkmeta herî hîmîya afirandina şeytanji agir, îmtîhan û azmayîşa wî bixwe bû ku ka gelo ew bi zahirê xwe ku ji cinsê agir e mexrur bibe yan wê timî guhdarê ber fermanên îlahî be? Lewra şeytan delîlê nesicdekirina xwe ji adem re û nafermanîya xwe ji destura xweda re, bi vê babetê dîyarî kir: te min ji agir afirandiye û wî jî ji herîyê xelq kirîye”
Duyem: îmtîhan û azmunê însan; şeytan, dujminê sondxwarîyê însan, heyîyek xapok e ku wî di bawerên wî de dixe xetayan û di kirdar û kiryarên wî de jî, wî dawetî fisq û dijrabûnê dike. Ew çavkanîya weswesan û xap û hîlêyan e. Bi rengekî ku batil heq nîşan dide, digel ku tu rastî tê de tunîne. Rêçika wî hîle ye û ji rêyên ku ji însan ve ne eyan in û ji derun û batinê wî tê û wî rêhundayî dike.
Helbet, ev bandora wî, ji ber hilbijarîya neqenca benîadem e; yanî însan bi xwe rêya qelbê xwe ji şeytan re vedike. Yanna, heger însan nexwaze, ew tu rêyî li dijî wan nabîne. Erê, însan nikare şeytan bibîne û ew ji çavên wî veşarîye.
Lê belê hewce ye ku heya wî jê hebe û ji dujminek wek wî xwe biparêze. “ey lawanê adem! Şeytan we nexapîne… ew û hevkarên xwe we dibînin, ji alîyê ku hûn wan nabînin ve”. Û ev azmuna însan e ku divêt bi dujminek wek vî re rûbirû bibe.