AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
în

4 adar 2016

8:29:55
738726

Ev qurana ku ana di destê me de ye, kîja demê hate komkirin û tenzîm kirin?

KOMKIRINA QURANÊ

Di derbareyê komkirina quranê de sê ray hene: a) quran di dewrana Hezretî Pêxember sellellahu eleyhi we alihi bi xwe de û di bin kontrola wî de û bi rê nîşandana xweda hatîye kom kirinê.

BI NAVÊ XWEDA

KOMKIRINA QURANÊ

XULASA PIRSÊ: Ev qurana ku ana di destê me de ye, kîja demê hate komkirin û tenzîm kirin?

PIRS: Ev buyer hatîye pejirandin ku dema Hezretî Pêxember  sellellahu eleyhi we alihi ayetên quranê ji gel re dixwend, hinek kes hebûn ku ji wan re dihat gotin katibên wehyê (nivîskarên wehyê) û wan van ayetan dinivîsandin. Îca gelo çi demê komkirina ayetên quranî û tedwîna wan dest pê kirîye û qedîya ye? Ev kitêba ku ana di destê me de ye û bi navê “quranê ye” di kîja demê de peyda bûye?

BERSIV: Di derbareyê komkirina quranê de sê ray hene:

a) quran di dewrana Hezretî Pêxember  sellellahu eleyhi we alihi  bi xwe de û di bin kontrola wî de û bi rê nîşandana xweda hatîye kom kirinê. Digel ku Hezretî Pêxember sellellahu eleyhi we alihi  bi xwe quranê ne nivîsandîye yan komkirina ayetan wî bi cîh nanîye jî.

b) Ev qurana mewcud, ji teref imam Elî  eleyhi – sselam   ve hatîye kom kirin û piştî rihleta Hezretî Pêxember sellellahu eleyhi we alihi  hatîye kom kirin û tedwîn kirin. Ev kar jî dema ku imam Elî eleyhi –s selam  li xanîyê xwe runişti bû hate kirin.

   c) Quran, piştî wefata Hezretî Pêxember sellellahu eleyhi we alihi  bi destê hinek sehabîyan ku imam Elî eleyhi’s-selam  ne di nava wan de bû, hatîye kom kirin û tedwîn kirin.  

Gelek ji ulemayên şîîyan bi taybet kesên vê paşîyê û yên muasir, bawer dikin ku quran di dewrana Hezretî Pêxember sellellahu eleyhi we alihi  de û di bin kontrola wî sellellahu eleyhi we alihi  de hatîye kom kirin.  Hinek ji şîîyan jî, raya duyem  pejirandine û Emîra mominan  eleyhi – sselam  komgerê wê zanibûne.  Lêbelê gelekên ji ehlê sinnet, raya sêyem pejirandine û musteşrîqan jî bi gelemperî vê raya sêyem niqandine û pêve danîne; qurana ku Hezretî Elî  eleyhi’s-selam kom kir ji teref sehabîyan ve nehate qebul kirinê.

Çewa ku eşkere ye jî; li anagora raya yekem û duyem, komkirina temamê quranê pala xwe daye Xweda. Him tespît û pêtandina sureyan û tertîba wan jî di bin ronîya wehya îlahî de bû ye.  Lewra Pêxemberê îslamê sellellahu eleyhi we alihi  li anagora ayeta kerîme ya

  ما ينطق عن الهوى ان هو الا وحى يوحى

Her çi kerem bikira, bi taybet jî di karên dînî de bi rê nîşandina wehyê bûye. Him îmamanê masum eleyhimu – selam  jî her çiqas ew ne Pêxember eleyhimu – selam  bûn lêbelê wan rîya rîsaletê didomandin û îsmeta îlahî bi wan re bû û xweyên îlmê ledunnî bûn. Kesên ku raya sêyem qebul kirine ne ku bitenê wê nikaribin îlahîbûna van her duyan yanî;  tespît û pêtandina sureyan û tertîba wan, îsbat bikin, belkî di heqîqetê de nefya van kirine û zewq û daxwazî ya şexsî ya sehabîyan jî daxilî vê meselê dizanin. Di virê de bîranîna çend nukteyan pêwistî û zerurî ye.

1- Ellameyê Tebatebayî di pêweka ayeta kerîme ya:

 انا نحن نزلنا الذكر و انا له لحافظون  

Gotîye: taybetîyên ku ji bona quranê hatine yad kirin wek fesahet û belaxet û nebûna îxtîlafê û e`czîyeta ji anîna tiştekî wek wê, ev tev di vê qurana ku di destê me de ye de hene. Him netîce stendine ku ev quran, ew quran e ku di sedrê îslamê de û di dewrana Resulê Xweda  sellellahu eleyhi we alihi  bi xwe de hatîye naskirin bi xwe ye. Ev gotin her çiqas tehrîfbûnê ji quranê dur dike jî lê nikare sabît bike ku ev balor û mecmueya bi vî şiklî û bi vî suretî wehyanî ye.

Lewra  taybetîyên ku hatin zikirkirinê bi vî rengî nînin ku karibin tertîba koma ayetan ku sureyan lihev anîne û tertîba sureyan ku quranê ava kirine, îsbat bikin ku eynî wek şiklê ku di dewrana Hezretî Pêxember  sellellahu eleyhi we alihi  de bûye.

2- Heger kesek bikaribe î`caza hijmarî ya quranê, digel mijara mufredat û terkîbên quranî, di derbareyê sureyan û tertîba wan de jî îsbat bike; yanî di nav beyna ayetên sureyan û sureyan bi xwe de têkilîyek hijmarî ya taybetî hebe ku beşer nikare vî karî pêk bîne, wê demê wê karibe wehyanî ya sureyan û tertîba wan jî îsbat bike.

Lêbelê dîsa wehyanîbûna tertîba tevê ayetan ku di yek sureyekê de kom bûne, wê nê îsbat kirinê.