AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
în

4 adar 2016

8:36:13
738728

seadet (bextîyarî) û kemala (gîştin) însan di çi de ne?

SEADET Û KEMALA ÎNSAN

Bersiva kamila bi vê pirse, têkilîdarê bersivkirina bi du pirsên hîmî ye.

BI NAVÊ XWEDA

SEADET Û KEMALA ÎNSAN

PIRS: seadet (bextîyarî) û kemala (gîştin) însan di çi de ne? 

BERSIVA BIKURTÎ: Bersiva kamila bi vê pirse, têkilîdarê bersivkirina bi du pirsên hîmî ye.

1- bextîyarî bi çi wateyê ye? Û gelo ew ji kemale cuda ye yan na?

2- însan, heyîyekî çewa ye? Gelo bitenê maddî ye yan…

Tê dîtin ku bextîyarî ji kemalê ne cuda ye. Însan bi qederê ku ji kemalê payidar bibe ewqas gihîştîyê bextîyarîyê jî. Însan heyîyek ku yekbûyîyê ji rih û cesed e. Rih jî cewherê wicuda Adem e. Bidestxistina bextîyarî ya rih û cesed, her yek ji van her duya bi kemala hebûna wan e.

Bextîyarî ya rih, di nêzîkbûn û xihîştina bi xweda de ye. Ew bi vî suretî digihîje tapik û bilindîya kemala xwe. Helbet, payîdarî ya ji tendûristî ya bedenê û tiştên maddî jî, di rîwayetên îslamî de ji bextîyarî ya însan hatîne hesabê. Di vê navê de hinek hene ku yan bextîyarîyê ji kemale cuda dizanin û yan jî di beşa însannasîyê de dîtinek wan ya din heye ku tev jî di cihên xwe de bûne armanca gazinan.

Mesela; hinek hene ku însan, heyîyek maddî saw dikin ku bextîyarî ya wî di payîdarî ya wî ya ji lezzetên maddî de hêsan dibînin. Hinekan jî wek hinek fîlozofan eql, cewherê însan dizanin. Hinek jî wek qismek ji arifan eşq û evînê, pîvanga însanîyetê dizanin û… û hemî, ji ber ku rîya heqîqetê nedîtine, xwe dane rîya efsanê.  

BERSIVA BIFIREHÎ: Bersiva qenc û kamil bi vê pirsê, bi ronîya dîyarî ya qenc û Ruşena mefhumê bextîyarîyê û bi naskirina rast ya însan û armancên wî, hêsan dibe. Hinekên wek kant, bi vê bawerin ku kemal û bextîyarî ji hev cuda ne. Û ew wiha dibêjin ku; di tevê dinyayê de yek kemalek û qencîyek heye û ev jî îradekirina qencîyê ye. Îradekirina qencîyê jî bi mana pêkhanîn û guhdarîya fermanên ujdan e.

Dixwazî bila di pey vê de xweşî hebe û dixwazî jî bila tune be. Lêbelê bextîyarî ew xweşî û lezzet e ku tu derd û kerb pê re tune be û exlaq jî têkilîya wî bi kemalê re ye ne bi bextîyarîyê re.  Lêbelê ulema û filozof û exlaqîyunê îslamî dibêjin:

Însan bi qederê ku ji kemalê payidar bibe û nêzdîkî armanca xwe bibe, ewqas gihîştîyê bextîyarîyê jî.  Ew, wek kant bextîyarîyê ji kemalê cuda nizanin. Helbet ew jî qebul dikin ku, heger armanc ji bextîyarîyê, bextîyarî ya hîssî  (xweşî ya maddî ya dinyewî) be, eşkere ye ku kemal ji bextîyarîyek wiha cuda ye.

  Ji alîkî din vê jî, bergeha nêrîna  ekolên cur be cur ya li însan, bûye sebebê ku fêma wan ya ji seadetê ne wek hev be. Ekola ku însan, heyîyek maddî saw dike, bextîyarî ya wî di gerewa bidestxistina hewceyên wî yên maddî de dizane.

Di vê navê de hinek hene ku kemala însan di payîdarî ya pirtira ji lezzetên maddî yên dinyayê de dizanin. (payîdarîya kesane yan civakî) û kesê ku eql, pîvanga însanîyetê dizane, bextîyarî ya wî di pêşveçûna eql de û bi alîkarîya mearif û heqaîqên îlahî, dizane. 

Kesên wek arifan jî, li derun û kerba hîcranê dimeyizênin û însan jî,wek  heyîyek ku bûye dîlê kefesê û ji esl û welatê xwe dur ketîye dizanin. Bextîyarî ya wî jî di payîdarîya wî ya ji eşqê de dîzanin. Lê hinekên wek nîçî jî, ku qudretê hîmê jîyanê qerar dane, însanê xweşbext, însanê qudretmend dizanin.

Lê li anagora teorî û nezerîye ya îslamê, (bi pejirandina eql û eşqê) însan bi vî awayî hatîye nasandin: heyîyek ku şîyanên cur be cur pê re heye ye. Ji can û cism (rih û beden) hatîye lihevhatinê û maddîyekî xalis nîne.  Jîyana wî ya heqîqî û eslî di cîhanek din de ye. Û ji bona ebedê hatîye afirandin.

Fikr û kirdar û kiryar û exlaqên wî, bedena wî ya uxrewî diafirîne û… Li gor vê rênînê, bextîyarîya însan bi pêşveçûna hevsazîya şîyanên wî û dana bersiva rewa bi xwestekên ruhî û cîsmanî yên wî pêk tê. Ellamê tebatebayî di derbareyê vê yekê de dibêje: bextîyarîya her tiştî, bi gihîştina xêra hebûna wî ye. Bextîyarîya însan jî ku heyîyekî ji rih û bedenê kom bûye ye, gihîştina bi xêra cismanî û ruhanîya wî û nîmetbûna pê ye.  Rihê ku ji xweda ye و نفخت فيه من روحى   Bextîyarî ya wî jî di nêzbûna bi xweda ve ye.

Yani dagera bi destpêka ku jê pêk hatîye. Bi peyvek din rih, cewherê însan e û ji xweda ye ku انّاللَّه" ye. Û bi buhurandina payeyan, di cihana tebîetê de konê rûniştinê vedaye û bextîyarî ya wî di vê de ye ku bi wesaîta eşqê û bi mirina bidilî  ji cihana tebîetê kon xwe rake û xwe bigihîjîne vî cihê ku têkilî ya wî pê re ye û pêwendarê pê ve ye ku  و انا اليه راجعون ev însanê bi vî rengî her çiqas bi bedena xwe li vê cîhanê be jî, lê rihê wî bi cihekî din ve girêdayîye. 

Helbet ev ne bi mane ya guhnedana karên maddî ye. Lewra payîdarî ya  ji tenduristî û nîmetên maddî û… ji bextîyarî ya însan tên jimarê û hatîye şîretkirin ku însan bi guhdarî ya eslê paqijîyê, cismê xwe qewî bike û lê xweyî derkeve. Lewra cismê tendurist, zemîn û şerta rihê salim e.  Belkî armanc ev e ku rih, cewher û kiyîtî ya însan tîne vicudê û armanca afirandina heyîyek bi vî rengî jî, nêzîkahî û qurbeta bi xweda ve ye.

 يا ايتها النفس المطمئنة* ارجعى الى ربك راضية مرضية* فادخلى فى عبادى* و ادخلى جنتى     

ey nefsa mutmeîn (dilxweş) dagere bi bal rebbê xwe ve bi rewşek ku tu ji xweda qayîl bûyî û xweda jî ji te qayîl bûye. Naxwe, haydê bikeve nava evdên min û bikeve nav beheşta min .  Û

يا ايها الانسان انك كادح الى ربك كدحا فملاقيه

Ey însan! Tu di rîya gihîştina bi xweda de gelek pir tade dikişînî, pes tê padaşa wî jî bibînî.  فى مقعد صدق عند مليك مقتدر Û di dergahek rastî û li cem siltanê qudretmend.  Yan jî di ayetek din de hatîye ku:

و ما خلقت الجنّ و الانس الاّ ليعبدون

min cinn û însana, bitenê ji bona ku ji min re evdîtîyê bikin afirandîye.  Îbadet ji bona nêzîkahî ya bi xweda ve, wesîle ye.

"و استعينوا  بالصبر و الصلاة 

Ji tebat û limêjê alîkarî bixwazin.  Ji ber vê yekê dibe ku bê gotin, her tiştê ku di nêzdîkahî ya bi xweda de bi însan re alîkarî bike, bextîyarî ya wî pir kirîye. A ji ber vê yekê ne limêj bitenê wesîla nêzdîkahîyê ye, belkî xizmeta bi evdên xwedê jî di hewoka îbadetan de û wesîla nêzdîkahî ya bi xweda tê fêm kirinê. Ellameyê tebatebayî dibêje:  ev tiştên ku nîmet hatine jimartin, wê gavê nîmet in ku bi armanca ku xweda wan ji bona însan afirandîye re muwafiq bin.

Lewra ew ji bona vê xayeyê hatine afirandin ku ji teref xweda de bibin alîkar ji bona însan ku di rîya bextîyarî ya eslî ya xwe de ku ev jî nêzîkî ya bi xweda ve ye bi evdîtî û nefsbiçûkî di hizura rebbê xwe de, di wan de teseruf bike ku ferman kirîye:

  "و ما خلقت الجن و الانس...".