AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
şemî

5 adar 2016

9:47:58
738946

DESTANÉ XEDÎRÉ

Li wir xedîrek hebû ku ava wé genî û béhnpéketî bû. Ji ber vé yeké réwîya, li wir bar nedatanîn2 û bîhna xwe nedidan. Heta té gotin ji ber ku di vî halî de bû, jé re di gotin xûm. Hemî tiştén ku xirab bibe û béhna pîs pé keve, ereb jé re divén xûm.

DESTANÉ XEDÎRÉ

Îd û cejn Ehlé luxet û zimanê Ereban divéjin, îd ji madda e, w, d hatiye. Ev peyvaha di zimané erebî de bi wateya dageréye. Wî çaxî her îd, di piştî dagereké de té piroz kirin.

Dagera dubareya livdariyé ku ji kevana nizûlé derbazbûye û beré xwe daye bilindayîyê ve. Dest bi seyr û silûka hilbijorbûn û bilindbûné kiriye. Çewa ku em nevrozé dagera jîyané, piştî bedena tebietéyî cemidî, pîroz dikin. Jîyaneka ku di diréjaya payîzé de, di sermayé de derbaz dibe û di zovesera sermaya zivistané de, digihîje sînoré jîn û miriné. Heta mirov divé qé ku îdî hew dadigere. Lé ji nişkave, bi hatina bayé biharé, dîsa seré xwe radike û dest bi helbestén bilindayîyé dike. Belé, gerek qedré vé dageré were zanîn. Lewra ev himmeta héza mektebekéye ku, bihayé herî pir, bi zahiré alema tebieta maddî dide.

De îcar heger em bixwazin vé nimûné bidin ber mîzana mektebek ku tevé alemê ji bo aferîna însan û aferîna însan jî,  ji bo ubudîyeté dizane, Wî çaxî gerek em, îda vé mektebé pîroz bizanibin. Lewra ev îda ha dagera jîna însanî manewîye. Di vé mektebé de nevroza însan roja ku însan li xwe dadigere û xwe ji hindabûné azad dike. Roja ku, ji çala maddîyaté xilas dibe ûberé xwe dide dengé pélpélûkén melekûtî. Roja ku insan héz û tewfîq peyda dike û perde û rûpûşa axî, ji rûyé cané xweyê paqij, davéje û beré xwe dide bi bal xweda. Meha Remezana mubarek, demek wisaye ku rojîgiré ehlésilûk, héz û qewet digire û dikare lipéşberé bayé serkéşé nefsé tekoşîn bide.

Agiré evîna îlahî, ku bi qeşaya maddîyaté temirîbû, Dikare dîsa ji nû ve péxe û hûşyar be, da ku zimané temamé hebûna wî, ku ji tîna kişiya ye, şil bike û tiştén ku di vicûda wî de hene, lé hé saf û pakij ne bûne, bihelîne û xalis bike. Da ku ubudîyeta xalis, eşkere bibe û armanca aferîné derkeve holé. A wî çaxî îda fitré ye. Hecc jî, keys û fersendek wisa ye ku hecî piştî bi cihanîna nisûka, dikare ku ji dost û hevalé heqîqî péva, temamé tiştén diné li mezbexana mînayé, serjéke û cané xweyê ku di qefesa bedené de hatîye zîndanîkirin azad bike û pîyé xwe bavéje pélpélûkén bilindayîya livdarîya însanî. Da bi bal dereceyén bilindén ubudîyeté ve, bar bike. A wî çaxî, îda qurbané ye.

Belé, ji viré hate zanîn, bé ka ferqa navbeyna îd û şahîyé çî ye. Şahî behaneye ji bo kéfé, lé îd dagera jînek nû ye. Ji véboné, îdén îslamî, şerîîne û di şerîeté de hatine bicihkirin. Lébelé şahî yan jî cejn ne wisa ne. Té zanîn ku rastî û heqîqeta îdén îslamî, dagera jînek nû ye û diyarkirina wan bi tené di desté şerieta muqeddes de ye.

Em bawerin ku îda xedîré jî, xisûsîyetén îdek îslamî di xwe de digire. Hem qanungûzaré mezin é îslamé Péxemberé ezîmmuşşan(s.a.a.)  vé rojé bi navé îdé, bi ummeta xwe daye danasin. Ev nivîsaha ya ku lipêşber we ye,ji bo peyîtandina van her du doza û beyankirina bi kurtî, ji edep û pîré vé îda mübarek, hatiye amade kirin. Mitale û hizirkirina vé nivîsé, dide bawerkirin ku îda mubareka xedîré jî, yek ji îdén îslamé ye. Belkî îda herî mezin ew e. Û heger bi çavé heqîqeté lé bénérîn, wé were dîtin ku îda herî mezina însanîyetéye jî. Xedîr Xedîr di luxet û ferhengé de bi wateya birk, hawiz û çala avé ye.

Çalén ku li beyaban û çolan, li hevîya barané, ya jî li hêvîya lehîyén avé ne. Da ku tijî bibin û wé avé, zelal bikin ji bo réwîyén ku rîya wan bi wir dikeve. Timî, wek sénîyek raxistî ne, Da ku réwî bi wî nîmetî, tîna xwe bişikénin û şerbik û meşkén xweyên ziwa, tijî av bikin. A ji wan çalan re, té gotin xedîr. Xedîra xûm Réwîyé ku ji Medîné bi bal mekké ve bikeve ré, ji pencsed kîlométroyî pirtir, ré li péşîya wî heye. Piştî dused û hefté kilométroyî digihîje cihekî ku bi Rabixté navdan. Rabix bajarokekî ku nézi Cuhfé ye. Û cuhfé jî, yek ji pénc mîqatén heccé ye. Cihé ku heccîyén Şamé û kesén ku bixwazin ji Ciddé bi bal mekké ve herin li wir îhramên xwe girê didin. Navbera Cuhfé û Mekké, nezîkî dused û péncî kîlométro ye. Lé navbera wé û Rabix,  bîst û şeş kilométro ye1.

Li wir xedîrek hebû ku ava wé genî û béhnpéketî bû. Ji ber vé yeké réwîya, li wir bar nedatanîn2 û bîhna xwe nedidan. Heta té gotin ji ber ku di vî halî de bû, jé re di gotin xûm. Hemî tiştén ku xirab bibe û béhna pîs pé keve, ereb jé re divén xûm. Heta ji kox û qefesén mirîşk û teyran re jî, divén xûm. Ji ber béhna pîsî ku jé té. Raporek ji hecca Wedaê Sala dehemîna hicreté ye. Îslamé, hemîyé cezîra ereban daye ber xwe û girtîye. Hemiyén ber û eşîrén ereban misilman bûne. Péxemberîya Péxemberé (s.a.a.) dawî û xatem, anîne ziman û îqrar kirine. Tû tiştek ji pût û pûtperestîyé di nav ber û eşîran de nayé dîtin.

Xebat û tadeyên xweyé rîsaletê cih girtîye û fékîyé şîrîn gihîştandiye. Pût, ji meqamé ûlûhîyeté bi serserî ketiye xwaré û kilîma la îlahe îllallah li seranserê cezîret-ulereb belav bûye. Îdî ferqa navbeyna mirovan, bi îman û bawerîya rast e. Û bi péşketina di îmané de ye. Péxemberé giranqedr (s.a.a.) ku bist û sé salan tadeyén giran kişandibû û di wî zemané diréj de, di pékanîna karé xwe de û gotina heq ji gél re, qe sistî nîşan neda bû û Tû demî newestiya bû, îdî hizîrdikir ku di néz de wé, ji vé cihané kon bar bike û ber bi dîdarîya mabudé xweyê yekta ve, bi ré keve. Ji ber vé yeke jî, bésekin û tebat, dixebitî ku pîr û edebên islamé, bi mirovan bide hînkirin.

Lewra hinek hukmén îslamé mabûn ku, hé ji bo gotin û hînkirina wancih çé ne bûbû. Hecca ferz jî, yek ji wan hukman bû. Ew giranqedr (s.a.a.) heta véga fersenda ku heccé jî, wek liméjé bi misilmanan bide hînkirin ne dîtibû. A véga îdî ev fersenda dawî ye. Banga giştî, hatibû kirin ku wé Resûle Xweda (s.a.a.) here heccé. Însanan ji her ber û eşîran berê xwe dan Medîné ve.Hezret roja duşembé,  kuşeş roj ya roja paşîné ku çar roj ji qedandina meha zilqadé3 re bimîne,di cihé xwe de ebuDucanê li Medîné hişt4 û digel ku hemîyén jin û malbata wî jî pé re5 bûn, Tevlî sed devén ji bo qurbané,6 ji Medîné bi ré ket. Wan rojan, nexweşînek giran(tîfo) di Medîné de belav bûbû. Ji ber vé yeké gelek misilman, ji vé hevaltîya qenc, mehrum û bépar man7.Lé dîsa jî, bi deh hezaran însan bi Péxember (s.a.a.) re hevaltî kirin.

Dîrokzanan jimara yén ku bûbûn hevalé wî di vé heccé de, 40 hezar hev, 70 hezar hev, 90 hezar hev, 114 hezar hev, 120 hezar hev, 124 hezar hev, nivîsandine.8Lé dîsa jî, ya qenc ewe ku em béjin, jimara yén ku pé re derketine, jiXwedé péve,tû kes nizane9. Ev tev yén ku ji Medîné pé re derketin in. Lé jimara heccîyan ne evqas bû. Lewra ehlê Mekké û derûdora wé û hem kesén ku ji Yémené bi Emîrê mominan Alî re,(a.s.) hatibûn, tev di vé heccé de gihîşti bûn wî. Hezret, (s.a.a.) xûsl girt û rûn di ten û bedena xwe da û mizda. Béhna xweş, li xwe xist, poré xwe şekir 10 û ji Medîné derket. Tenê du cil, li xwe kiribû ku yek ji wan bi ser milé xwe de dakiribû û yé din jî,li nava xwe giréda bû.

Ré û ré péşve di çû. Gava gihîşt zulhuleyfé îhramé xwe li xwe kir11 û domand heta ku roja séşemé,  çaremîné meha zilhiccé, kete Mekke é de. Diderîyê benîşeybe de daxilî mescidulheramé bû,12 tewaf kir, liméja tewafé bi cih anî, di navbera Sefa û Merwé de seîy kir û bi vî awayî kar û emelên umrê qedand.13 ji kesén ku bi xwe re qurbanan neanîbûn re, destûr da ku porén xwe jékin û ji îhrama derkevin.14 Lê ew, ji bo ku qurban pê re hebûn, di îhrama de ma. Da ku wan qurbanan li mînayê serjéke.15 Emîré momina, (a.s.)  ji ber ku zanibû Péxember ji bo heccé derketîye, bi xwe re 37 qurban anî bû. Tevlî leşkerên xwe, ji bo bigihîjin merasimén heccé,ji Yemenê bi bal Mekké ve bi ré ketin.Li cihé mîqata ehlé Yemené, bi niyeta ku Péxember (s.a.a.) niyet kiribû, niyeta xwe anî û îhrama giré da. Ew jî wek hz. Péxember (s.a.a.) piştî seîya Sefa û Merwé di îhrama de ma.16

Resûlê Ekrem (s.a.a.)  roja heyştemîn a zilhiccê, di rîya Mînayé de, berê xwe da beyabané Erefé. Da ku derê merasimén heccé vebike. Heta derketina tava roja nehemîn, li Mînayê ma. Di dûv re berê xwe da giriké Erefé û li wir kon veda. Li Erefé ji civata pir bicoşa misilmanan re, xutbek pir xweş û tije xwend. Di vé xutbé de li misilmanan şîreta bratîyé û sîyanetgirtina hev kir. Li tevén kevnşopén cahiliyeté, mohra dawîléhatiné lé xist. Dazanîn û diyarkir ku îdî hew péxember tén.17Roja nehemîn, heta ku tav çû ava, li giriké Erefé ma. Piştî ku tav çûava û tarîtî hédî hédî girt ser dûnyayé, berê xwe da Mizdelîfé.18 Wé şevê li wéderé ma. Sibeha roja dehemîn, bi bal mînayé ve bi ré ket. Nisûkén mînayé, bi cih anî û bi vî şiklî menasik û karén heccé bi misilmanan da zanîn û hînkirin. Ji vé heccé re hecca wedaê, (xatirxwestin) hecca îslamé, hecca belaxeté, (diyarîkirin) hecca kemalê (gihîştin) û hecca temamé (qedandin) té gotin.19

Piştî ku merasimén heccé qedîyan, Péxember (s.a.a.) beré xwe da Medîné. Çaxé gihîşte Rabixé li cihé ku jé re digotin Xedîré xûm Cibraîlé Emîn, hela bûû peyxameke wiha ji Xweda, jé re anî û xwend.20

يا ايها الرسول بلغ ما انزل اليك من ربك و ان لم تفعل فما بلغت رسالته و اللّه يعصمك من الناس ان اللّه لايهدى القوم الكافرين

Ey Péxemberé me, ew tiştén ku Xweda ji te re nazil kiriye, ji însanan re bibéje. Heger tu nebéjî, te péxemberîya xwe bi rastî, neanîye cih. Xweda wé te ji şerrê însanan bi paréze. Bi tehqîq Xweda, qewm û gelénkâfir û xwedénenas, rîya qencîyé nîşanî wan nade û wan hidayet nake.21

Ev peyxama îlahî, kar û barekî giran dida ser milén Péxember. (s.a.a.) Ji bo bang û îlana tiştekî ku gerek tev pé bihesin û heger nîne cih, wek ku qe tiştekî nekiribe.

Ev gav û cih pir minasib bû. Lewra evder cihé ku rîya Misr,  Îrak, Medîné, Hedremewt û Tihamé, ji hev cûda di bûn bû. Tevé heccîyan bixwazin nexwazin, gerek di vir de derbaz bibin. Xedîra xûm, cihé herî qenc ûguncan bû, ji bo vé peyxama mezin ku bigihîje guhén mirovan û ji wan re, were gotin. Pes, distûra sekné hate dayîn. Ferman da ku kesén derbazbûne bila vegerin û kesén ku li paş ma ne jî, ji bo bigihîjin me bila tebat were kirin22 Civatek mezin, li beyaban a pirgerma Hîcazé lihev kom bûn.

Rojek pir germ û cihekî pir bi şewat bû. Germeke wisa bûku, ji germa tevén mirovan alîyekî cilénxwe avétibûn ser serê xwe û alîyê din jî, xistibûn bin pîyén xwe de. Tevan dixwest ku bizanibin, gelo çima Resûlê ekrem (s.a.a.) li vé deré û di vé germê de destûra sekné daye. Ev arezû, digel germa tavé, heccîya pirtir bé tebat dikir. Destûr da ku bine çend darén kevnarî bên paqij kirin ûji palanénheştiran wek mînberekê, jé re çé bikin. Nézî nîvro bû. Çaxé ku tevén hecîyan, li wé çolé kom bûn, derket ser wé minberê û xutbekê wiha kerem kir. “Pesn û hemdé mexsûs, ji Xweda re ne. Em alîkarîyé, jé dixwazin û pé îman tînin. Tewekula xwe, didin ser wî.

Û em ji şerrê nefsa xwe û karên wé yîên xerab, xwe dispérin wî. Ew Xwedayé ku yén ku wî wan birîye delaleté kes nikare wan hidayet bike û yén ku wî wan hidayet kiriye jî, kes nikare wan bibe delaletê. Ez şehadet didim ku ji Xwedayé bé heval û bê şirîk pé ve tû mabudé din, tûnîne û Muhemmed evd û qasidé wî ye. Emma bad: Gelî mirovan, Xwedayé qenc û zana, bi min dazanîn ku umré tû péxemberî, ji nîvé umré péxemberé berîya wî derbaz nebûye.

Zav nema ku min jî, bi diyaré ebedé dawet bikin û ez jî, daweté bi cih bînim. Bi tehqîq ji we tevan û ji min jî, wé were pirsîn. Gelo hunê çî bersivî bidin?” Tevan bihev re gotin “em şehadet didin ku te peyxama îlahî gihîştan de me û şîret li me kir û te gelek kéferat kir. Xweda xelat û peruk a baş bide te.” Kerem kir “Gelo hun şehadet nadin ku ji Xwedayé bé hemta pé ve tû îlahên din tûnînin.

Muhemmed evd û qasidé wî ye û beheşt heqq e, doj heqq e, mirin heqq e û qiyamet bé gûman wé were û Xweda wé tevén mirîyan careka din sax û zindî bike?” Gotin Eré, em bi van tevan şehadet tînin.” Kerem kir“Xwedéyo şahid be.”24 Di pey re, kerem kir“Gelî mirovan, hun denge min, dibihîzin?” Gotin “Eré” Kerem kir“ezé berîya we, herim ser hewzé kewseré û hûn jî, yeko yeko wê werin bal min ve. Emé li dor hewzé kewseré kom bibin. Hewzekî ku firehîya wî, wek navbera Sana heta Besra é ye.

Li dor vî hewzî, qedehén ji ziv hene ku jimaran wan wek jimaransitérkén esmanin. De îcar binhérin gelo ka hûn, piştî min bi du mîrasé giranbiha re çewa muamele dikin.” Zilamek, ji nav koma civaté qérin kir. “Ya Resûle xweda! ew her du mîrasén giranbiha çi ne?” Kerem kir “yek ji wan herduya ku ya mezine kitéba Xweda(quran) e. Alîkî wé di desté Xweda de ye û alîyê din jî di destê we de ye. Wé baş biparéz in da ku hûn, xwe hunda nekin. Ya diné jî, ku a biçûke, ehlé beyta min e.

Xwedayé qenc u zana, bi min da zanîn ku ew her du, qe ji hev naqetin heta roja axireté, li ser hewz bigihîjin bal min de. Bi rastî daxwazîya min jî,  ji Xweda ev bû. Nebî nebî ku hûn, pişta xwe bidin wan. Ya na hûn dé helak bibin. Nebî nebî ku hûn, ji wan dûr bibin. Hûn dê helak bibin.” Di pey re, bi destê Elî (a.s.) girt û bilind kir. Hewqas bilind kir ku spîtîya biné çengé her duyan jî, hate dîtin. Herkesi Elî (a.s.)  naskirin.  Wé gavé kerem kir“Kî ji mominan re, ji nefsa wan şîrîntir e?” Gotin “Xweda û Resûle wî çétir dizanin” Kerem kir“Xweda xwedî û mewlayé min e. Ez jî, xwedî û mewlayé mominan im.

Ez li cem mominan ji nefsa wan şîrîntirim. Bizanibin, kesén ku ez mewlayé wî bim Elî (a.s.) jî, mewlayé wî ye.”25 Vé gotiné, sé caran û dubare kir. Di pey re kerem kir “Xwedéyo! kesén ku dostîya Elî bikin, tu jî dostîya wan bike û kesén ku neyartîya Elî bikin, tu jî neyartîya wan bike. Hizbike ji kesén ku ji Elî, hizdikin hizneke ji kesen ku ji Elî, hiznakin26 alîkar ve ji kesén ku alîkaré Elî ne, bi tené bihéle kesén ku Elî bitené dihélin.27 Heqqîyé bike heval ji Elî re,  li kûré dibe bila bibe. Gelî mirovan; gerek yén liviré vé peyxamé bigihîjînin yén ne liviré.”29

Piştî ku xutba Péxember (s.a.a.) qedîya Cibrîlé Emîn, cara dudoya héla bû û bi vé peyxama ha, wî pîroz kir.

 .اليوم اكملت لكم دينكم و اتممت عليكم نعمتى و رضيت لكم الاسلام دينا

Îro,  min dîné we kâmil û temam kir. Nîmetén xwe bi ser we de barand û temam kir. Min dîne îslamé, ji we re bi dînîtî niqand. Péxemberé ekrem, (s.a.a.) piştî vé peyxama pîrozî, kefxweş bû û kerem kir “Allahuekber! Xweda dîné xwe kâmilû nimetén xwe temam kir. Rebbé min, ji rîsaleta min û welayeta Elî razî bû.”31

Merasima pîrozkirin û tebrîké Resûlê Ekrem, (s.a.a.) piştî xutbé, ji minberé héla bû û di konekî de rûnişt. Ferman da ku Elî jî, (a.s.) di konekî din de rûné. Di pey re destûr da ku sehabî, ji bo pîrozkiriné dikarin herin, koné Elî(a.s.)  û meqamé welayeta wî, pîroz bikin. Nivîskaré pirtûka dîrokî ya bi navé Rewdet-usSefa, piştî ku vé bûyera mezin neqil dike wiha divéje“Di pey re héla bû û di konekî xisûsî de rûnişt û kerem kir ku Emîrê momina Elî jî (a.s.) dî konekî din de rûné. Di pey re, destûr da ku mirov kom bi kom, herin koné Elî(a.s.) û wî pîroz bikin. Tû kes ji vé destûré li paş nema.

Dayikén mominan jî bi destûra fexré kaînatê, çûn û Elî (a.s.) pîroz kirin.”32  Di pirtûka dîrokî ya bi navé Hebib-usSiyeré de, piştî neqlkirina bûyera Xedîré, wiha hatîye nivîsandin: Di pey re,  Emîré mominan Elî(kerremmellahuwechehu) bi destûra hezretî Resûlé Ekrem, (s.a.a.)  di kon de rûnişt da ku kom bi komén mirovan, werin û wî pîroz bikin. Di nav wan de Umeré lawé Xettab (radîyellahuenhu) jî hebû. Wî, ji Hezreté ehlé welayeté re vegot بخ بخ يا بن ابى طالب , اصبحت , مولاى و مولا كل مؤمن و مؤمنه33 “Beh beh. Ey lawé ebu Talib tu bû î mewlayé min ûyé tevén mominan, ji jin û zilaman.” Di pey re dayikén mominan, bi destûra Seyyid-ul-Murselîn çûn koné Elî û wî pîroz kirin. Rehmetîyé Tebersî, mufessiré navdaré şîîyén îmamiyé, wî bi xwe jî, vé meselê di pirtûka xweya bi navé Îlam-ulWera de riwayet kirîye.34 Tevén sehabîyan, careke din bi Péxember re(s.a.a.)  beyat kirin. Û bi Elî (a.s.)  re jî, beyat kirin.

Yên ku péşi desté beyaté dan Péxember(s.a.a.)  û Elî, Ebubekir, Umer, Ûsman, Telhe û Zûbeyr bûn.35Me beré jî, vegot ku Umer ji bo pîroz kirina Hezret, gotineké vegot ku, di dîroké de hatiye qeyd kirin. Wî vegot:

 بخ بخ يا بن ابى طالب , اصبحت , مولاى و مولا كل مؤمن و مؤمنه

Gelek muheddisén ehlé sunnet, ji sehabiyén Resûle Xweda yên ku li wiré hazir bûn û vé gotiné ji dev û zimanê Umer bihîsti bûn, riwayet kirine.

Ji sehabiyén ku vé bûyeré, rîwayet kirine: Îbnî Ebbas, Ebu Hûreyrê, Berra îbnî Azib, Zeyd îbnî Erqem, Sad îbnî Ebî Weqqas, Ebu Seîdé Xudrî û Enes îbnî Malik, em dikarin navé wan bidin. Ellameyé mezin Emînî, di pirtûka xweya, bi navé el-Xedîré de, navé şést hev zanyar û alimén ehlé sünnet yên ku vé rîwayeté di kitébén xwe de nivîsandine,  divéje.37 Hinekan vé rîwayeté bi Ebubekir ve jî, nîsbet kirine. Piştî ku merasima pîrozkirinê, qediya Hesen bîn Sabit şairé namîdaré heyamê xwe, rabû û vegot “ya Resûlê Xweda! Hûn misada min, bidin ez ê çend beyta li ser Elî bibéjim?” Kerem kir “Bi xér û bereketa Xweda, bibéje” Wî çaxî Hesen, derket ser cihekî bilind û van beyta xwend:38

يناديهم يوم الغدير نبيهم بخم و اسمع بالرسول مناديا فقال فمن مولاكم و نبيكم ؟فقالوا و لم يبدو اهناك التعامياالهك مولانا و انت نبيناو لم تلق منا فى الولاية عاصيا فقال له قم يا على فاننىرضيتك من بعدى اماما و هاديا فمن كنت مولاه فهذا وليه فكونوا له اتباع صدق موالياهناك دعا اللهم و ال وليه و كن للذى عادى عليا معاديا.

Yanî: Péxemberé misilmanan, di roja Xedîré de, bi dengekî bilind, gazî wandikir. Çî ecéb bû, bé çewa qasidé Xweda qérîn dikir. Û wî di vegot: Serok û xwedî û péxemberé we, kî ye. Wé gavé tevan bihevra, bi dilekî safî gotin: Xwedayé te, mewlayé me ye û tu jî, Péxemberé meî.  Tû zemanî, tû kes ji me, di emrê welayeté de, îsyan û mixalefeta te, nake û wé neke jî. Wé gavé ji Elî re vegot: Ey Elî! Rabe. Min, te di piştî xwe re, bi îmamet û rehberî niqandiye. Pes, yén ku ez, rêber û seroké wî me, a ev Elî jî, serok wî ye. Bidin dû wî û pé re rast bin û jé hizbikin.

Li wé deré, desté xwe vekir û dua kir: Xwedéyo! dosté Elî dosté xwe bizanibe. Kesé ku neyartîya wî bike tu jî wî, neyar bizanibe.” Bitackirin, di roja Xedîré de Merasima pîrozkirin û beyeté, sé roja domand.39 îdî, karé xilafeta mezina îlahî, eşkere bûbû ûxelîfé Resûle Xweda(s.a.a.)  hati bû, niqandin. Gel û mirovan, wî nazkirin û pé re beyet kirin. Îdî, wexté merasima tackirina wî bû.

Çewa ku layiqé wî ye. Péxemberé Xweda(s.a.a.)  gazî, Emîré mominan (a.s.)  kir û şaşika xweya ku navé wé (sehhab) bû, li seré wî, péça û alîkî şaşiké bi nav milé wî de, berda û kerem kir: يا على العمائم تيجان العرب yanî: Ey Elî şaşik tacé ereban e.”40 Di pey re, ji bo ku lé meyzéne ka çewaye, ferman kir“Beré xwe bide min” Hezret, berê xwe da yé. Ferman kir “Dagere” Hezret, dageriya.41 Wé gavé, beré xwe da sehabiyan û keremkir“Fireşte û milyaketén ku roja Bedr û Huneynê bi alîkarîya min de hatin, şaşiké wan bi vî şiklî bûn.”42 Di pey re, kerem kir“Şaşik, rûyé îslamé ye.43Şaşik nîşanek ku misilmanan ji mişrikan di qetîne ye.”44û pé ve danî“firişte u milyaket, bi vî şiklî, hatin bal min de.”45 Bi vîşiklî, bûyera Xedîré, gihîşte dawî. Herkesî, ji hecîyan, beré xwe dan rîya welatén xwe û li hawîrdoré ceziret-ulerebé belav bûn. Wan, hedîsa welayeté, gihiştandin guhé temamé misilmanan. Piştî ku bûyera Xedîré, bi vé xulasé eşkere bû û hate zanîn.

Du nûkte hene ku gerek werin vekirin.

A) Rastîya bûyera Xedîré, li anagora dîroké

B) Derana, ji xutbeya Resûlé ekrem (s.a.a.) di roja Xedîré de

Rastîya bûyera Xedîré li anagora dîroké Xedîr, kaniyek e ku ava xalisa îslama zelal, jé der dibe. Kesé ku vé heqiqeté bîne ziman û cané rihé xwe, di zelalîya wé de, bişû, wî, beré xwe daye, îslama xalis a xweyî ezemet.

Lé kesé ku welew ûzr û behana wî, çî dibe bila bibe, çavé xwe, jé bigire da ku wê nebîne û guhé xwe, jé bigire da ku dengê wê ne bihîze, bê guman ji sakirina dengé zengilekî ji dûrde péve tiştekî din nabe nesîbé wî. Xedîr, ne car û gava ewilî bû ku Resûlé Xweda (s.a.a.)  xelîfé xwe, bi însanan dida danasîn. Belkî wî Muhteremî,(s.a.a.) gelek caran û bi her minasebetî vé heqîqeté, bi gelek beyanat û zaravan, bi bîra însanan dixist û wan bi rehberé wan yê di dû xwe de, dida nasandin.

Her kesé ku çûn û hatina wî, bi Péxember re (s.a.a.)  hebû û jimeselén ku di merkeza îslamé de, di cirîyan hayîdar bû, dizani bû ku Elî (a.s.) xelîfé Péxember yê bé navbire. Dizani bû ku ew,  ji tevén însanan ezîztire, li bal Resûlé Xweda. (s.a.a.)  Him dizani bû ku, dinava sehabiyan de, yé ku pirtir nézî Resûlé Xweda ye, (s.a.a.)  Elî ye. (a.s.) Xîlafet, ne meseleyek ku hatenî sala dehemîn a hîcreté, jé né axiftin. Xelîfé Péxember hé roja ku péxemberî, li Mekke é eşkere bû ew jî, eşkere bû.46 Di pey re jî, bi taybet, ev mesele piştî hîcreté jî, wisa hate dubarekirin ku, tevén ehlén Medîné, ji vé meselé hayîdar bûn.

Tevan hedîsa menzîletê, hedîsa rayet û hedîsa teyr,47 bihîsti bûn. Hedîsa seqeleyn,48 gelek caran, ji wan re hati bû gotin. Nizûla ayetén, wekayeta Meweddet,49 ayetaMubahelé50û ayeta Welayet,51 bûbûn wesîle ku, tava şexsîyyeta Emîré mominan, (a.s.)  roj biroj, şewq û şemala xwe, zédetirbike. Digel vîqasî jî, hedîsa Xedîré, ji tevan pirtir layiqé gotiné ye. Her çiqas hedîsén ku di vé meselé de, (xîlafeta Elî) hatine,  sehîh, meşhur û heta hinek jî, ji wanji mutewatiran in. Lé hedîsa xedîré, ji sînoré tewaturé jî, derbaz bûye. Rehmetîyé Ellam-ul-Hûda Seyyîd Murteza,  di vé meselê de divéje ku: Kesé ku ji sihhetta vé xeberé re, delîl bixwaze, weka kesé ku ji bo ceng û hâletên Péxember (s.a.a.) yên ku téne zanîn û malûmin, delîla bixwaze.

Heta mîna kesé ku, di hedîsa Heccet-ulWedaé de şeka wî hebe. Lewra ev tev, ji ciheta şohreté ve, ritba wan yeke û wek hevin. Lewra tevén ulemayén şîé vé hedîsé rîwayet kirine û ehlé hedîsén jî, li gor îsnadén xwe, wé neql kirine. Dîrokvan û sîyernivîsan, çewa ku hedîsén, maruf yên ku tén zanîn, neqlkirine wisa jî vé hedîsé bé senedekî mexsus, nesl bi nesl, rîwayet kirine û muheddisan vé hedîsé, di nav hedîsén sehîh de nivîsandine û jiwan hesab kirine. Ev hedîs, ( Xedîr) şan û nîşanîyeke wé heye ku, di tû hedîsén din de, tûneye. Lewra exbar du destin. Destek jé, hedîsén wisa in ku ne hewcé senedén muttesilin. Wek hedîsa cenga Bedr û Xeyber û Cemel û Siffîné û tevén bûyerén ku marufin û tén zanîn. Ku însan nesl bi nesl bé tû senedî, ji wan hayîdarin.

Desté din, hedîsén wisa in ku, hewceyén senedé muttesil in. Wek, hedîsén ku di der bareyé ehkamén şerîî de hatine rîwayet kirinê. Hedîs ûxebera Xedîré, bi her du destan jî, hatiye rîwayet kirin. Yanî çawa ku pir meşhure û ne hewceyé senede, wisa senedé muttesilé wé jî heye. Digel vîqasî jî, hedîsén ku di heqqé ehkamén şerîî de, hatine tev xeberén wahidin. Lé rîwayetgerén hedîsa xedîré, pirin.52 Em di vé nivîsa xwe de, ne li dû vé yeké ne ku, navé rîwayetgerén hedîsa Xedîré, yeko yeko binivîsin. Lewra ne cihé wê ye û birastî ne hewceye jî. Rehmetiyé Ellameyé Emînî, navé rîwayetgerén vé hedîsé yeko yeko, li gor qirné jîyana wan nivîsandiye. Emé bi navé hinek ji rîwayetgeran bes bikin.

Em bi elaqémend û xwestevanan pirtûk û kitéba pir bi qîmeta el-Xedîr, nîşan didin û beré wan didin wé.53 Ji sehabiya, 110 kes Ji tabiîna, 84 kes Ji ulemayén qirné duyemîné hicrî, 56 kes Ji ulemayén qirné séyemîné hicrî, 92 kes Ji ulemayén qirné çaremîné hicrî, 43 kes Ji ulemayén qirné pençemîné hicrî, 26 kes Ji ulemayén qirné şeşemîné hicrî, 20 kes Ji ulemayén qirné heftemîné hicrî, 21 kes Ji ulemayén qirné heyştemîné hicrî, 18 kes Ji ulemayén qirné nehemîné hicrî, 16 kes Ji ulemayén qirné dehemîné hicrî, 14 kes Ji ulemayén qirné yazdehemîné hicrî, 12 kes Ji ulemayén qirné dozdehemîné hicrî, 13 kes Ji ulemayén qirné sézdehemîné hicrî, 12 kes Ji ulemayén qirné çardehemîné hicrî, 19 kes Û tevan nivîsandine ku: Vé hedîsa ha, Ahmed bin Hembel, biçil senedî, Îbnî Cerîré Teberî, bi hefté û kisûr senedî, Cezerî yé Muqerrî, bi heyşté senedî, Îbnî Uqdé, bi sed û pénc senedî, Ebu Sad Mesud é Secistanî, bi sed û bîst senedî û Ebubekré Ceabî, bi sed û bîst û pénc senedî, rîwayet kirine.54

Îbnî hecer di kitéba xweya bi navé Sewaiq de dibéje ku“Vé hedîsé sî sehabîyan, ji Resûlê ekrem rîwayet kirine û gelek sened, ji senedên vé hedîsé,  ya sehihin ya jî hesenin.55 Îbnî Mexazilî, di Menaqib a xwe de, dinivîse ku: Hedîsa Xedîré hedîsek sehih e. Nézî sed hev sehabiyan ku di nava wan de, şereyé mubeşere jî, hene wé ji Resûlê Xweda (s.a.a.) rîwayet kirine.

Ev hedîsek raste û tû kesî wé eybdar ne kiriye. Ev fezîleta ha bi tené bûye para Elî (a.s.) û tû kes, di vé fezîleté de, ne gihîştîye wî.56 Seîd îbnî Tawus ji ulemayén îmamiyyé, di kitéba xweya bi qîmetî, bi navé îqbal-ulamal de, nivîsandiye ku: Ebu Sad Mesud îbnî Nasiré Secistanî ku ji ulemayén ehlé sunnet e, kitébek hîvdeh cûzî, bi navé ed-dirayetu fî hedîs-îl wîlaye, nivîsandiye û di vé kitébé de, hedîsa Xedîré ji sed û bîst sehabiyan rîwayet kiriye.

Muhemmed îbnî Cerîré Ceberî, di kitéba xweya bi navé er-reddu ala-lherqusî de vé hedîsa welayeté, bi hefté û pénc rîya, rîwayet kiriye. Ebu-lqasim Ebdullah Heskanî, di vé meselé de kitébek xisusî nivîsandiye bi navé  “dua-ulhudatî îla edaî heqq-îl wulatî” Ebu Ebbas Ehmed îbnî Seîd îbnî Uqde jî, kitébeke bi navé “elwulaye” nivîsadiye û vé hedîsé bi sed û péncîrîya rîwayet kiriye. Piştî neqilkirina metné hedîsé ji rîwayetgeran, wiha dinivîsîne: “Ev kitébén ha tev, ji xeynî kitéba Teberî, di kitébxana min de hene û mewcûdin. Bi taybet kitéba îbnî Uqde, ku hé di jîyana wî de, jé nusxek hatibû girtin.” (330 hicrî qemerî)57 Ji ber ku, ji qirné duyemîn û vir de, sînoré mezheban hatiye eşkere kirin. Yek hevek jî, ji van rîwayetgeran ne şîî ne. Heta di nava şîîyan de,yén ku vé hedîsé bi îsnadé cur be cur rîwayet kiribin, pir hindikin.

Girîngîya hedîsa Xedîré, gihîştîye sînorekî wisa ku gelek zanyarén cîhana îslamé,  di der bareyé wé de pirtûkén xisusî nivîsandine. Li gor lékolîna Ellameyé giranbiha Emînî ku di el-Xedîré de nivîsandiye, heta zemané wî, bîst û şeş pirtukén bi serên xwe bi desté alimén bijartî, ji bo îsbatkirina tewatura hedîsa Xedîré, ya jî ji bo lékolîna wé hatine nivîsandin.58 Ev bûyer hewqasî vekirî û li ber çava ye ku, herkesî jé re desté teslîmbûné bilind kiriye. Ehlé beyt û baweranén wan, bi minasebetén cur be cur, pé delîl anîne û wé kirine hûccet ji xwe re. Di rîwayeta de gelek caran em leqayî dibin ku Emîrê mominan, (a.s.) di salén diréjî piştî wefata Resûlê Ekrem, di civatén cur be cur de sehabiyén Resûlé Xweda (s.a.a.) dida sondé ku gelo nayé bîra wé Resûlé Xweda(s.a.a.) di roja Xedîré de kerem kir

 من كنت مولاه

wan jî sond dixwarin ku, jibîr nekirine û li bîra wane.59 Ji tiştén ku derbazbûn, hate zanîn ku hedîsa xedîré, wisa raste ku desté xerabkaran jiînkara vé hedîsa mûbarek kin e. Çend cahilé bi zahir âlim, nikarin mezinaya wé lekedar bikin. De îcar çewa wé karibin geşaya tavé bi nepînin u veşérin. Belé nivîskaré zanyaré kitéba Îmam Elî, (a.s.) Ebdulfettah Ebdulmeqsudé Misrî, di pesné kitéba el-Xedîré de, dinivîse ku: “Hedîsa xedîré bé gûman û şek rast e.

Nayé înkarkirin. Geşe û di biriqé, weka rojé. Ev yek ji heqîqetén bilindén îlhamén îlahîye. Ku di singa Péxember de hati bû tovkirin. Da ku desté mîzana terbîyeté,  bra û bijaryé xwe, di nav ummeté de, malum û eşkere bike.”60 B) Derana ji xutba Resûlé Ekrem, (s.a.a.)  di roja Xedîré de Hevok a ku di hedîsa Xedîré de bi ber çav dikeve û ku peyxama eslîya bûyera Xedîré jî, té de hatiye vaşartin, eve ku Hezret(s.a.a.)  kerem kir:

 من كنت مولاه فعلى مولاه 

Kesén ku bi vé hedisé delîl anîne mewla, bi wateya ewla mane kirine. Yanî kesé ku layiqî péşîvanî û rehberîyé ye. Bi wateke siviktir u vekirîtir, yanî kesé ku layiqî bijartiné û niqandiné ye ji bo rehberî yé. Li gor vé waté, armanca hedîsé eve ku: kesé ku ez rehber û péşîvané wî me Elî jî (a.s.) rehber û péşîvané wî ye. Wî çaxî kesén ku rehberî û péşîvanîya Péxember (s.a.a.) qebûl dikin, bi tené ew kes in ku rehberî û péşîvanîya Elî (a.s.) qebûl bikin.

De vé gavé gerek were zanîn, gelo di zimané ereban de, mewla bi vé mané bikar hatiye birin yan na. Dîsa eger em qebûl bikin ku di zimané erebî de, bi vé mané bikar hatiye birin, gelo di vé xutbé de armanc, ev mane ye yan na? Rehmetiyé Ellamé Emînî navé 42 hev, ji ulemayén tefsîr û luxetê divéje ku 27 heft hevan, ji wan gotine:“Mewla bi maneya ewla ye.” Panzdeh heva jî gotine: “Ewla yek ji manén mewla ye.”61

Gava em béjin, gelo mewla di vé hedîsé de manek wiha dide yan na. Di bersiva vé pirsé de, em divén ku: Çaxé em şert û şirûtén ku ev hedîs téde ciriyaye didin ber çavén xwe û li ser xutba ku ev hedîs téde hatiye gotin difikirin, bé gûman û şek tézanîn ku mewla di vir de, bi maneya ewla ye. Ji şexsîyetekî wek Péxemberé îslamé (s.a.a.) ku eqlé kûlle, însané kâmile, Péxemberé herî mezin û qasidé esmanîye, di rojek wisa germî ku ax wek hesiné sor, biné pîyénréwîyan di şewitîne û tav jî, mejîyén wan di kelîne, li çolek xirûxalîya şewitî û bé îmkanat62 ku heger goşt déynin ser axé, wé bipije û bibe kebab63 li cihekî ku tû kerwan lé nasekinin, bi dehhezaran hecîyén westîyaî, di sekinîne û yén ku ji wan derbazbûne dadgerîne û disekine, da yén ku li paş mane jî bigihîjin wan û di sieta herî germî rojé de xutbeké dide û Ji bo ku dilé wî rihet bibe, ka ku tev denge wî di bihîzin yan na, çend caran gazî dike ka gelo denge wî seh dikin yan na.

Di dawîyé de Elî (a.s.) nîşanî wan dide û bi nav û neseba wî, wî bi wan dide naskirin û kerem dike: “Her kesé ku ez mewlayé wî me, Elî jî, mewlayé wî ye.” Di pey re, ferman dide yén hazir, da ku vé xeberé bigihîjînin guhényén, ne hazir. Hem di pey re, destûr dide ku pé re beyet bikin û wî pîroz bikin. Şaşika xwe li seré wî dipéçe ûjé re divé ku: “taca ereban şaşik e.” Ji sehabiyan re jî divéje: “milyaket û firiştén ku roja cenga Bedré hatin alîkarîya min, şaşikén wiha li seré wan bûn.” De îcar em ferzkin ku, ev hedîsa ha bikeve desté mirovekî ku berîya hingé, tû kesî vé hedîsé jé re tefsîr û tewzîh ne kiribe û bé xerez, li vé hedîsé meyzéne û li ser bifikire. Wé ew kes ber eksé hinekén nezan, béje ku Péxember (s.a.a.) ne yekî wisa ye ku ji bo béje, her kesé ez dosté wî me Elî jî (a.s.) dosté wî ye. Ya jî her kesé ku ez alîkaré wî me, Elî jî(a.s.)  alîkaré wî ye.

Lewra dostî û alîkarî ne hewceyé beyet û pîrozkiriné ye. Him ne hewcé tackiriné ye jî. Ji hindikayî emdikarin béjin ku ne hewqa girînge ku di vî halé talûke û bi hewqa muqeddîma, were diyarkirin. Ji ber vé yeké, rehmetiyé Sibt îbnî Cewzî, ji ulemayén ehlé sunnet, piştî lékolîn û behseke diréj di vé meselé de, digihîje vé netîcé û deranê kumewla, di vé hedîsé de bi mane û wateya ewla ye.64

îbnî Telhé, di kitéba xweya bi navé “Metalib us-suul”de dinivîse: Hezretî Resûl, çiqas manén ku di mewla de hene, teva qest kiriye û daye Elî(a.s.)û ev mertebeke wisa mezine ku Péxember (s.a.a.)  vé mertebé bitaybet daye Elî, (a.s.)  bitené.65 Ev netîce û deran maneya xutba Resûlé ekreme (s.a.a.)  ku, bi temamé hevok û cûmlén xwe, delaletî vé mané dike. Maneya ku sed û bîst hezar erebén hir jî, bé şek û şûphe jé fêmkirin, dîsa ev mane bû. Ji ber vé yeké bû ku Hesen bin Sabît rabû ûbi hozanî pesné hezretî Emîr (a.s.) da û Resûlé ekrem jî wî, teşwîq kir û navtéda.

Di pey re çi kesén ku vé bûyeré, seh dikir, bibîrdibirin ku, Resûlé Xweda,(s.a.a.) yekî di cihé xwe de, danîye û wî kiriye xelîfé xwe. Bi qirnén diréj tevén ehlé luxet û ulemayén îslamé, timî ji vé bûyeré ev fêmkirine. Bi sedan şair û hozanén ereb û ecem di vé mané de, şiêr gotiné û di beytén xwe de beyan kirine ku Péxember (s.a.a.)  Elî (a.s.) di cihé xwe de, danîye û wî niqandîye. Ji ber vé yeké roja xedîré, rojak mûbarek zanibûne.

Emîré mominam Elî (a.s.) di dewrana xîlafeta xweya zahirî de, li kûfé gelek caran bi vé hedîsé delîl anîye û sehabiyén Resûlé Xweda, (s.a.a.)  daye sondé û ji wan xwestîye ku tiştén ji wé rojé, té bîra wan béjin û li ser şahidî bidin. Digel ku nézî çil salî bi ser vé bûyeré de derbaz bûbû û gelek sehabiyén Resûlé Xweda (s.a.a.) ji dinyayé bar kiribûn. Yên ku mabûn jî li gûnd û bajaran belav bûbûn û kûfé ji merkeza sekna sehabiyan (Medîné) dûr bû û Hezret béamadeyî,  ji nişkave ji wan şehadetkirin dixwest.

Dîsa jî, hijmarek zéde, radibûn pîya û bi rastîya gotina Emîré mominan (a.s.) şehadet didan. Hijmara şahidén ku li ser vé bûyeré bûne şahid digore. Li gor hinek rîwayetan, 5 yan 6 hev,66 li gor hinekan, 9 hev,67 li gor hinekan, 17 hev,68li gor hinekan, 12 hev,69 li gor hinekan, 13 hev70.

Di rîwayeteké de, 16 hev,71 di rîwayeteké de, 18 hev,72 di yeke din de, 30 hev,73 di rîwayeteké de, komek mirov,74 li gor yeké, ji 10 hevan pirtir,75 li gor yeké, çend hevan,76 li gor yeké, xirûbek pir 77 û li gor rîwayeteke din, 17 heva,78 şehadet dane ku Péxember (s.a.a.) di roja Xedîré de kerem kir

من كنت مولاه فعلى مولاه