AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
yekşem

6 adar 2016

18:46:20
739273

Xanim Ummu Eymen

Xanima Azade

Ji derva dengên ken û axiftinê dihat. Xulam û xizmetkaran hemû bi hev re hewl û lez dikirin ku bilav dawetekî xweş çê bibe.

 

Xanima Azade

Xanim Ummu Eymen

Ji derva dengên ken û axiftinê dihat. Xulam û xizmetkaran hemû bi hev re hewl û lez dikirin ku bilav dawetekî xweş çê bibe. Li her deverê bajar mirovan şahî dikirin. Feqîr û belengazan gehîştibûn nîmetên zêde û di şahîya Benî Haşim da şahî dikirin. Bi bereketa pêkhatina vê dawetê, xelkê Mekkeyê her kes bi şiklekî gehîştin xêr û bereketekê. Li her der qala daweta dewlemend, helawî û dawpaktirîn xanima Mekkeyê bû. Li her der qala zavatîya Hz. Muhemmed îbnî Abdullah (s.a.a) dihata kirin. Xelk li ser sofreyên dirêj yên xwarinê rûdiniştin, xwarinê dixwarin û radibûn û ji bona bextewerîya bûk û zava jî dua dikirin. Firaqên nanegoşt, xurme û şîr di nav şênî û mêvanan de belav dikirin û xizmeteke gelek baş dihat kirin. Pevgihanek herî baş pêk hatibû, xêr û bereketên wê şamilê hemû xelkên bajar dibû. Şûyek mîna Hz. Muhemmed (s.a.a) bona Hz. Xedîcê nedihat dîtin û ji bona Hz. Muhemmed (s.a.a) jî jinek mîna Hz. Xedîcê dawpak û bi teqwa, tune bû. Lewma herdu bi pevgihanekî herî hêja şa bibûn, hemd û şukrê Xwedê Teala dikirin.

Di navberan xizmetkar û hezkerên malbata Pêxember (s.a.a) de, jinek bi navê Ummu Eymen hebû ku bona xweştir bûna dawetê gelek zêde zihmet dikişand.

Ew ji ber zêde bûna kar, westîya bû, pal dabû dareke xurmê û bala xwe jî da mala Hz. Xedîcê. Xanimek hêja li cem hêjatirîn bendeyê Xwedê bû. Ew gelek kêfxweş bû û ji şahî herdu çavên wê tijî hêstir bibûn. Bi wî halî herdu destên xwe bi alîyê asîman ve bilind kir û ji bona herdu dua kir. Ummu Eymen lehzeyek ket bîra rojên berê, ew rojên ku seba xizmetê teze hatibû mala dê û bavê Hz. Muhemmed (s.a.a). Beriya ku Hz. Muhemmed (s.a.a) were dinyayê, bavê wî Hz. Abdullah çûbû ber dilovanîya Xwedê. Hz. Amîne jî piştî çend salan wefat kir. Ummu Eymen ji bo miqate û parastina Hz. Muhemmed (s.a.a) gelek zêde zihmet kişandibû, cîh û meqama ew mirovê giranbiha jî dizanibû. Li ba xwe got: “Xwezîya Abdullah û Amîne jî li jiyanê bûna û zavatîya delalê xwe bidîtina û xwezîya ew jî hebûna ku bûka xwe ya bedew û necîb bidîtina”.

Piştî dawetê, Hezretê Muhemmed (s.a.a) ji Ummu Eymen ra got: “Tu azad î. Her cîhê ku dixwazî dikarî herî”. Lê belê ewê got: “Ez hez dikim ku omrê xwe yê mayî li mala we û li cem we derbas bikim”. Her weha Ummu Eymen bi xizmeta xwe dewam kir da ku wezîfeya pêxemberî ya Hz. Muhemmed (s.a.a) dest pê kir. Gava Ummu Eymen Hz. Muhemmed (s.a.a) di meqama pêxemberî de dît, ji dil û can îman pê anî û lehzekî jî ji pêxemberîya wî dudilî nekir. Bi hatina Îslamê tade, îşkence û sitemên muşrikan jî dest pê kir û hinekê musilmanan gehîştin dereca şehadetê jî. Dûv re Hz. Pêxember (s.a.a) ji bona parastina canê mumînan, ferman da nifşekê ji musilmanan da bi rêberîya Caferê Ebûtalib koçê welatê Hebeşîstanê bikin.

Di navbera wan da, xanim Ummu Eymen jî hebû. Ew piştî middetekî îqamet li Hebeşîstanê, dîsa vegerîya Medîneyê û mijûlê xizmeta xwe bû. Ummu Eymen, xizmetê ji Hz. Muhemmed (s.a.a) re îbadet û îftîxarekî mezin zanîbû.

Xanim Ummu Eymen, jinek wêrek, parêzkar, dawpak û mumîn bû ku li qada cîhad û şer li hemberê dijminan hazir dibû. Birînên birîndaran girê dida û av dida têhnîyan. Wê digot: “Eger Pêxember (s.a.a) ji bo jinan îzna cîhadê bida, min ê bi dijminên Îslamê re şer bikira”. Dema muşrikan, cenga Uhudê çe kirin, Hz. Muhemmed (s.a.a) bi pirê musilmanan ve çûne şer. Di navbera beşdarên ceng de, hinek minafiq jî hebûn ku dema şer gur bû û rewşek gelek dijwar çê bû, di qada cîhadê de Hz. Muhemmed (s.a.a) tenê hîştin û vegerîyan Medînê û revîyan; minafiqan di navbera musilmanan de gotegot jî belav kirin ku: “Hz.Muhemmed (s.a.a) hatiye kuştin”.

Xanim Ummu Eymen gava ew koma tirsonek û fîrarî dît ku pişta xwe danê û jê direvin, kulmek ax ji erdê girt avêt ser çavên wan û got: “Hûnê tirsonek! Gerek hûn li malên xwe de rûnên û hirî birêsin. Bi we maye hûn tên şer dikin ber xwe didin? Gelo we şerm nekir ku Resûlê Xwedê (s.a.a) di nava dijminan de tenê hîşt. Xwelî li serê we be, eger hûn musilman bûna we weha nedikir”.

Ummu Eymen, navê wê Bereke bû, ew ji alîyê Hz. Muhemmed (s.a.a) ve azad bibû û berî wîladeta Hz. Muhemmed (s.a.a) li mala Hz. Abdullah bavê Pêxember (s.a.a) bû. Piştî vegerîya Hz. Pêxember (s.a.a) ji qebîla Benî Se’d, ev xizmetkara hêja, wezîfeya miqate û parastina Hz. Muhemmed (s.a.a) bibû îftîxara wê.

Wê, di ciwanî û dewra pêxemberîya Hz. Muhemmed (s.a.a) de di xizmeta xwe de tu kêmasîyek nekir. Ew xanima dawpak û hêja li cem Ehlê Beytê xwedîyê cîh û meqamekî bilind bû.