AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
yekşem

6 adar 2016

18:53:04
739276

Fatime Keçika Esed

Dilovanîya Dayîkek

Ebû Talib li mal, benda hatina jina xwe bû. Di bin lêv de zikrê Xwedê dikir û raz û niyaz dikir. Carna li hemberê Rebbê alemê diçû sijdê, mezinatîya Xwedê Teala bîr dianî.

Dilovanîya Dayîkek

Fatime Keçika Esed  

Ebû Talib li mal, benda hatina jina xwe bû. Di bin lêv de zikrê Xwedê dikir û raz û niyaz dikir. Carna li hemberê Rebbê alemê diçû sijdê, mezinatîya Xwedê Teala bîr dianî. Serê sibeya hivdehê Rebî-ul Ewwel, xanim Fatime keçika Esed, ji bona alîkarîya Hz. Amîne û lehzeya jidayîkbûna Hz. Muhemmed (s.a.a), ji malê çûbû û Ebû Talib jî li hêvîya wê bû. Dûmahîk bendemayî xilas bû û Fatime ya Esed bi rûgeşî û kêfxweşî kete hundir.

Ebû Talib jê pirsiyar kir: “Çi xeber?” Xanim Fatime got: “Xebera xweş! Ji Amîneyê ra lawek gelek xweşik û nûranî bû û min heya niha zarokekî mîna wî nedîtîye”. Ebû Talib ji vê xeberê gelek kêfxweş bibû û didît ku xanima wî pir dixwaze jê ra ewladek salih û hêja bibe, lê vegerîya û got: “Gelo hez dikî mizgînîyek bidim te?” Fatime got: “Erê, pir dixwazim seh bikim”. Ebû Talib gotina xwe da dewam kir: “Haydar be, tu ê di rojên dahatî de lawekî bînî dinyayê ku ewê bibe “wesîyê” ev zarokê teze hatîye dinyayê”.

Fatime keçika Esed, gava vê mizgînîyê ji şûyê xwe bîhîst, heman hemd û sipasê Xwedayê Teala kir, evê mizgînîyê li cem xwe wek razekî mezin veşart.

Bi ser da salan buhurî da ku xanim Fatime keçika Esed hazir bû ku kurê xwe bîne dinyayê. Mizgînîyê dane Ebû Talib. Fatime li pey cîhekî minasib digerîya ku kurê xwe bîne dinyayê. Ji ber ku lehze bi lehze halê wê diguhurîya û dema zayînê dihat. Xanim Fatime keçika Esed ber bi Kabeyê ve çû.

Xwe gihand kêleka dîwarê mala Xwedê, bi perdeya Kabeyê ve girt û ji hemû derd û sanca bi dergehê Xwedê ve dest vekir û dua kir: “Ya Rebbî! “Ez bi te, ew tiştên ku te şandîye, ji pêxemberan û kitêbê hatîye ku Hz. Îbrahîm Xelîl (a.s) “Beyta Etîq” çê kir, ez pê bawer dikim. Îcar bi heqê xwedîyê vê malê û bi heqê ew zarokê ku ez pê hamile me, evî halî li min hêsan bike”. Dema duaya Fatimeya Esed qedîya, dîwarê Kabeyê bi îzna Xwedê Teala derizî û ew xanima mezin ji wê derzê kete hundirê mala Xwedê. Ji nişka ve hemû xelkê Mekkê ji vê xeberê haydar bûn.

Xwedayê dilovan, rêya mala xwe da wê xanima paqij û pê ra jî kes nekarî derê Kabeyê veke û bikeve hundir. Hemûyê xelk tenê tişta ku ji destê wan dihat, li hêvî bisekinin da ku xeberek çê bibe.

Sê roj derbas bûn, xanim Fatime mêvanê Kabeyê bû û di vê middetê de, haya tu kesek jê nebû da ku roja çara, dîwarê Kabeyê dîsa derizî û ew xanim kurê wê di hamêza wê da bi hev re ji Kabeyê derketin. Piştre, Fatime keçika Esed weha got: “Ez ji jinên cem min bûn serdestê wan im. Ji ber ku Asîye jina fir’ewn li cîhekî veşartî îbadetê Xwedê dikir lê Xwedê ji wî cîhê hez nedikir ku li wêderê bilav îbadet bibe ji xêncî halên neçarî.

Meryem keçika Îmran dara hişka xurmê hejand ku bilav xurmên gehîştî yê wê bixwe, lê belê ez ketim hundirê mala Xwedê ji fêkîyên bihîştê dixwar… Dema min xwest ez derkevim derva ku kurê delalê min destê min de bû, bangek ji xeybê ji min re got: “Ey Fatime! Ev lawikê giranbiha navê wî deynin Alî. Bi rastî ez im Xwedayê berz yê berzan û min wî bi qudret, izzet û celala xwe ve afirand. Min nesîbekî kamil ji edaleta xwe da wî û min navê wî ji ber navê xwe yê piroz deranî. Wî bi edebên xwe yên mubarek perwerde kir û wezîfe da ser milên wî. Di mala min ya bi azamet da hate dinyayê.

Ew kesê awil e, ewê li ser mala min azan bide, botan bişikîne û ji ser Kabeyê ve bavêje ardê. Ewê min bi azamet, bi mezinatî û yektahîyê bîne bîra xwe. Ew di pey hebîb û bijarteyê min ji hemû mexlûqan, Muhemmed “resûlê min” ewê bibe îmam, paşrew û wesîyê wî. Xweşî bilav ji wan re be ku yên ji wî hez dikin û alîkarîya wî dikin. Wey li halê wan kesan be ku fermana wî guhdarî nekin, alîkarîyê wî nekin û mafê wî înkar bikin”. Gava Hz. Alî (a.s) anîn malê, Hz. Muhemmed (s.a.a) jî wî girt hamêza xwe û dema çavên Hz. Alî (a.s) bi Hz. Muhemmed (s.a.a) ve ket, kêfxweş û şa bû.

Xanim Fatime keçika Esed derbarê Pêxember (s.a.a) da weha dibêje: “Li hewşa mala me darekî xurmê hebû ku êdî ziwa bibû. Dema Hz. Muhemmed (s.a.a) hat mala me –hê ciwan bû- rojek destê xwe da wê darê. Heman di wê demê de, dar şîn bû û xurmeyên teze çê bûn. Min her roj xurmeyên ji wê darê diketin di firaqekî de kom dikir, dema Hz. Muhemmed (s.a.a) dihat malê wan xurmeyan ji min digirt û di nav zarokan de parve dikir.

Rojek hate mala me û got: “Dayê! Wan xurmeya bîne”. Min jê re got: “Kurê min! Îro xurme tunene”. Sond bi nûra rûyê wî, min lê mêze kir ku çû cem darê û jê ra hinek tişt got ku ji nişka ve dar xar bû û ew qasa ku jê ra xurme lazim bû jê hilda û dar dîsa vergerîya ser halê xwe yê berê. Wê rojê, min vê duayê kir: “Ya Rebbî! Xwedayê asîmanan! Ewladekî wusa bike nesîbê min ku bilav bibe birayek ji bo Muhemmed (s.a.a)”. Dûmahîk Xwedê Teala Alî (a.s) da min.