AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
pêncşem

14 avrêl 2016

12:09:53
747291

ENKS: Em li ser hebûna xwe di nav şanda opozîsyonê de berdewamin.

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê(ENKS) ragehand ku, ew di gera siyem ya civînên danûstandinên proseya Sûriyê di nav şanda opozîsyona wî welatî de berdewamin.

Derbarê daxuyaniyên nû yên ofîsa Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê(ENKS) li Cenêvê daxuyaniyek belav kir tê de, tekezî li ser beşdarbûna xwe di danûstandinên gera siyem ya civînên Cenêvê di nav şanda opozîsyonê de.

ENKS di daxuyaniya xwe de da zanîn ku, kongreya Cenêvê derfeteke bo çespandina mafê gelê Kurd li Sûriyê, herwiha tekezî, li ser giringiya gera siyem ku, qonaxa veguheztina siyasî dê mijara sereke be yan wan danûstandinan.

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê(ENKS) weke beşekî ji itîlafa opozîsyona Sûriyê beşdarî civînên Cenêvê dibe.