Li Stenbolê otomobîl hatin şewitandin.
Stenbol- Li navçeya Eyûbê ya Stenbolê şevê din agir bi 5 otomobîlan ket û şewitîn. Heta niha nayê zanîn ka ji aliyê kê ve an jî ji ber çi şewitîne yan hatine şewitandin.
Agir ji aliyê tîmên îtfaiyê ve hat vemirandin û 3 kes jî bo nexweşxaneyê hatin veguhestin ku dûmanê bandor li wan kiribû.
Bûyer şevê din derdora saet 2ê şevê li kolana Kanarya ya taxa Sîlahtaraxa çêbû û di encam de agir bi 5 otomobîl û qotiya gaza xwezayî ket û şewitîn.
Welatî bi dengê teqînê ji xew şiyar bûn, dema derketin derve dîtîn ku agir bi otomobîlan ketiye û dişewitin. Tîmên agirvemirandinê di demeke kurt de karîn agir vemirînin lê welatî jî tirsiyan.
Derbarê bûyerê de jinek ji niştecihên taxê bi nave Songul Polat got: "Em razayê bûn û bi dengê teqînê rabûn. Dema derketim balkonê min dît agir bi otomobîlekê ketiye, piştre gehişte otomobîlên din jî û kes li kolanê nebû."
Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin, lê heta niha nediyar e ka sedema derketina agir çi bûye.