Taxa Bahçelîevlerê ya Şirnexê bi obusên ku li navenda Cendirmeyan a Çakirsogutê hatine bicihkirin tê topbarankirin.
Li gor rapora Kurdpress`ê, li Şirnexê şer û pevçûn di roja xwe ya 76`an de didomin. Taxên bajêr bi obusan tên bombebarankirin. Li bajêr bi şev dem bi dem dengê çekan hat û tax bi wesayîtên zirihî hatin gulebarankirin. Serê sibehê jî topbaranê dest pê kir û taxa Bahçelîevlerê bi obusên ku li navenda Cendirmeyan a Çakirsogutê hatine bicihkirin hate topbarankirin.
Topbaran bênavber didome û hin avahî hatine hilweşandin. Ji ber topbaranê jî tax di nava tozê de maye.
Ji aliyê din ve li bajêr xirakirina malan jî didome. Li taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Yenîmahalle û Cumhuriyetê jî gelek mal ji duh ve ji aliyê hêzên dewletê ve hatin şewitandin. Hin avahî jî bi teqemeniyan tên hilweşandin.
.......
300
source : IRIB
yekşem
29 gulan 2016
19:21:41
757157
Taxa Bahçelîevlerê ya Şirnexê bi obusên ku li navenda Cendirmeyan a Çakirsogutê hatine bicihkirin tê topbarankirin.