AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Abna
sêşem

16 gulan 2017

17:08:25
830165

Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a), êrîşa caşên rejîma Siûdî li ser bajarê şîenişîn el-Ewamîyê şermezar kir.

Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) bi danezanekê bertek nîşanî daxuyanîyên derî eql ên şazadeyên Siûdî li ser mehdewîyetê da û êrîşa Alê Siûd ya ser devera el-Ewamîyeyê şermezar kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) bi rêya danezanekê êrişa caşên rejîma Siûdî ser taxa el-Mesûreyê li bajarê şîenişîn ê Ewamîyê li rojhilatê Erebîstanê ya ku ji bo wêrankirina vê taxê pêk anîn, şermezar kir û civaka navneteweyî ji hemû hewldanên faşîzane yên rejîmê li taxa el-Mesûreyê berpirsyar girt.

Metna kamil a vê danezanê bi vî hawî ye:

Bi navê Xwdayê rehman û rehîm

Bêguman Fîrewn li ser erdê di ser xwe ve çûye û şênîyên wê kiriye parçe parçe. Komekê ji wan qels dike; kurên wan dikuje û keçên wan sax dihêle. Bêguman Fîrewn, ji mufsidan/tevdankaran bû. (Sureya Qesesê: 4.)

Êrişa hovane ya bi ser şênî û mizgeftên bajarê şîenişînê Ewamîyê li rojhilatê Erebîstanê ya ku tê de top û tank û alevên şer hatin bi kar anîn, di rastîyê de pratîzekirina eqîdeya Muhamed bîn Selman şazadeyê Siûdî ye ku li hevpeyivîna xwe ya televîzyonî ya dawîyê de li ser mehdewîyetê gotinên nebaş kirin û bi fikreke vehabî û terorîstî ya kîndar êrişî Îranê kir.

"Dema" ku ji bo êrişa hêzên rejîma Siûdî bi ser taxa el-Mesûreyê de hatiye diyar kirin ne tesedufî ye. Ev êrişa wehşîyane bi awayekî hevdem bi cejnên misilmanan yên bi minasibeta velidîna Îmam Mehdî (a.f) hatibûn li dar xistin, pêk hat ku xelk tê de ji bo guhdarîya hedîsên têkildarî rizgarîya ji zilmê û li benda zihûrê bûnê tên ba hev. Lê Alê Siûd dixwazin bibêjin ku ev rizgarî ne pêkan e û dengê guleyên wan ji yê cejnên nîvê Şe’banê bilinttir e.

Bajarê el-Ewamiyê –ku kolan û taxên xwe hêj ji hineseyên Şehît Şêx Nemir dagirtî ye – ji bo şecereya mel`ûn û nifirbûyî vegerîye pirsgirêkekê. Taxa el-Mesureyê li vî bajarî niha dibe şahidê êrişên li dû hev û heya niha zarokek jî di nav de çar kes gihane şehadetê. Dîsa di vê êrişê de hejmareka jin û zarokan jî birîndar bûne.

Seyidê berxwedanê Seyid Hesen Nasrullah jî di axiftina xwe ya herî dawîn de bi minasebeta salwegera şehîdketina Mistefa Bedreddîn, got: “Muhamed bîn Selman, bîrûbawerîyên Heyeta Alimên Mezin û rejîma Erebîstanê anî zimên û got pirsgirêka Erebîstanê ya bi Îranê re ev e ku ew li benda Îmam Mehdî (a.f) ne. Hal ev e ku misilman hemî di babeta Îmam Mehdî de bi îtifaq in û ev mijar, mijareke ku tenê Şîeyan eleqedar dike nîne û hemî misilman dizanin ku Îmam Mehdî (a.f) dê li Mekkeyê –ne li Têhran û Şam û Beyrûtê – qiyam bike û serî hilde”.

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê her wiha got ku di kitêb û çavkanîyên Ehlê Sunetê de li ser babeta Îmam Mehdî (a.f) bi dehan hedîs û riwayetên mitewatir hene. Bo nimûne, mirov dikare bi van hedîsan îşare bike:

1. Ji Ebû Seîdê Xidrî hatiye riwayet kirin ku Pêxember (s.a.a) kerem kiriye: “Li axir zemanê umeta min, Mehdî xurûc dike/derdikeve û Xwedê wî ji baranê têrdike û erd yên li hinava xwe derdixe û mal bi şiklekî sehîh tê dayîn û umet mezin tê girtin û ew hezret heft ya heşt salan desthilatdarîyê dike”.

2. Ehmed bîn Hembel ji Ebû Seîdê Xidrî hedîsekê neql dike ku Qasidê Xwedê wiha kerem kir: “Qiyamet dê li dar nekeve îlla dema ku rûyê erdê ji zilm û destdirêjî tijî dibe, dû re piyawek ji îtret an binemala min zihûr dibe û piştî ku destdirêjî û zilmê her der girt ber xwe, dê erdê ji dad û adaletê tijî bike”.

3. Ji Ebû Seîdî Xidrî hatiye riwayet kirin ku Pêxember (s.a.a) kerem kir: “Mehdî ji (pişta) min e; xweyî enîyeke bilind û pozekî kêşayî ye. Piştî ku ser rûyê erdê ji zilm û zordarîyê tijî dibe wê ji dad û qistê tijî dike û heft salan rêveberîyê dike”.

4. Ebû Seîdê Xidrî dibêje: Em tirsîyan ku piştî Pêxemberê Ekrem (s.a.a) bûyerek rû bide; lewra me ji wî hezretî pirsîya. Hezret kerem kir: “Bêguman li nava umeta min Mehdî dertê û bênc salan an heft salan an jî neh salan –şik û terdîd ji Zeyd e – jiyan dike”. Dûre me got kîngê wê ev bûyer biqewime? Hezret kerem kir: “Piştî salan şûn de; û kesek tê bal wî û dibêje; ey Mehdî, tiştekî bide min! Pê re hewqas didê ku nikare wan hilde û bibe”.

5. Ji Îmam Elî (s) hatiye riwayet kirin ku Qasidê Xwedê (s.a.a) kerem kir: “Mehdî ji me Ehlê Beytê ye, Xwedê Teala dê karê wî di şevekê de serrast bike”.

6. Ji Ummî Selemê hatiye riwayet kirin ku Resûlê Xwedê kerem kir: “Mehdî ji binemala min e, ji zaroyên Fatimê ye”.

7. Ji Îbnî Mes`ûd hatiye riwayet kirin ku Pêxember kerem kir: “Heke ji temenê felekê rojek jî mabe, Xwedê dê wê rojê hewqas dirêj bike da ku zilamekî ji binemala min bi rê bike ku erdê ji edlê tijî bike her wekî ku ji zilmê tijî bû”.

Em ser navê Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) êrîşa artêşa rejîmê ya ser taxa el-Mesûreyê ya li bajarê Ewamîyê şermezar dikin û balê dikşinin ser xalên jêrîn:

1- Êrişa leşkerî ya dorfireh bi ser taxekê de ya hewqas tund û bêyî hişyarkirinê, bi ti hawî nayê pejirandin. Em ji ejîma Siûdî dixwazin ku demildest vê êrişê bi dawî bîne û destûrê bide pijîşkan û kesên ku dixwazin werin îmdadê da ku dirîndarên vê êrişê derman bikin. Bi taybet divê li ber çav bê girtin ku mal û xanîyên el-Mesûreyê bi pranî li ber şehêtandinê ne û li hember êrişeke leşkerî ya hewqas mezin nikarin xwe li pîya bêlin.

2- Civaka navneteweyî ji tiştê ku li el-Mesûreyê diqewime berpirsyar e û divê ji bo sekinandina êrişê û her wiha dawî li dorpêça bajarê Ewamîyê anînê, dikevên nav hewldanên fewrî . Me dawxazî heye ku lêkolînerên serbixwe yên navneteweyî biçin bajarê Ewamîyê da ku derheqê vê êrişê de li bajêr lêkolînê pêk bînin.

3- Tinebûna demokrasî û beşdarîya sîyasî ji sedemên herî girîng e ku dibe baîs da ki rejîma Siûdî hêza xwe li dijberî hemwelatîyên Erebîstanê ji hedê xwe der, bi kar bîne û bi çekên gran û alewên zirhpoş hicûmî navçeyên şîenişîn bike.

4- Bi kar anîna artêşê û alewên leşkerî ji bo çareserîya pirsgirêkên sîyasî yên navxweyî bi xwe re encamên dilxwaz nayîne; berewajî vê, pirsgirêkê kûrtir dike. Lewra em ji rejîma Siûdî dixwazin ku li dûyî çareserîyên sîyasî bigere.

5- Têkçûnên li pêyî hev yên rejîma Siûdî di şerên bêfêde yên li Libnanê, Sûriyê, Îraqê û Yemenê nikarin bi rêya pirozîyên beredayî li dijî gel û sudwergirtina ji çekên gran û alewên leşkerî, werin ser girtin.

Zinhar tu hizir neke ku Xwedê ji ya ku zalim dikin bêageh e! Bi rastî ew, bes (cizayê) wan dihêle rojekê ku tê de çav zelok-beloq dibin. (Sureya Îbrahîm: 42)

Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a)

16`ê Şe`bana Mibarek ya 1438

13`ê Gulana 2017

23`ê Ordîbihêşta 1396.