AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Abna
çarşem

24 gulan 2017

9:09:55
831613

Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê li hemberî destdirêjîya li ser herîma Şêx Îsa Qasim bi rêya daxuyanîyeke tund bertek nîşan da

Rejîma Alê Xelîfê, piştî serdana Serokkomarê menfûr ê Amerîkayê ya Siûdî Erebîstanê û li darxistina civînên rîyalî bi navê têkoşîna li dijî terorîzmê, wêhirî ku destdirêjî jiyana xusûsîya Ayetullah Qasim bike.

Li gorî ragihandina nûçegihana Abnayê, Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) li dû rûdanên îro (sêşemê) ên li Behreynê û desdirêjîya ser herîma taybet a Ayetullah Şêx Îsa Qasim daxuyanîyeke pir krîtîk da.

Di vê daxuyanîyê de hatiye gotin: “Rêveberîya Behreynê, salek berê, ket nava hewldanake li dijî hemû pîvanên navneteweyî û Ayetullah Îsa Qasim jî di nav de zêdetir ji 470 kesayetîyên îlmî, civakî û sîyasî ji hemwaletîyê derxistin û çendîn car biryar girt ku Şêx Îsa Qasim bide darizandin û destgîr bike; belam li pê mana bi roj û şev a gel nehîşt ku ew biwêrin xwe nêzîkî vî karî bikin. Lê a niha û piştî ku Serokkomarê genûs ê DYA`yê serdana Erebîstanê kir û civînên riyalî yên qaşo bi ser navê têkoşîna li dijî terorê hatin li darxistin, ev wêrekî peyda kir ku bikeve nav hewldanake bi vî rengî ”.

Metna tam a vê daxuyanî bi vî hawî ye:

Bi navê Xwedayê ku piştê li zordestan dişkine û zaliman qir dike

Her kî êrîşî ser we bike, bi qasî êrîşa ku aniye ser we, hûn jî êrîşê bibin ser wî. (Sûreya Beqerê: 194)

Rejîma xwînrij a Alê Xelîfê ji derdora salek gef xwarin û çav tirsandin şûn ve îro danî sêbê hêzên xwe yên ji serî heya binî çakdar in, bi kar anîn û hicûmî gelê bêparastin ê navçeya Derrazê kirin û destdirêjî herîma îlm û feqahetê kirin.

Di vê êrîşê de cehşên Amerîkayê û sêhyonîzma navneteweyî hemwaletîyekî bêparastin şehît kirin û bi dehan kensên ditîr jî birîndar kirin.

A niha, di şert û mercên ku alewên ragihandinê hatine kut kirin û ev navçe bûye qada cirîda leşkeran, herîma taybet a Ayetullah Şêx Îsa Qasim hatiye binpê kirin û celadên Alê Xelîfê bi ketin mala wî re ew xistina nav lepên xwe û ji vî feqîhê xwedî fezîlet ti agahîyek li ber dest nîne.

Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) wek sazîyeke sivîl a navneteweyî ya ku bi sedan kesên bijarte ji cîhana Îslamê lê endam in, vê cînayeta nû ya rejîma Alê Xelîfê bi tundî şermezar dikin.

Ev komelgeh, bala raya giştî ya cîhanê dikşîne ser xalên jêrîn:

1. Hewldana dawîn a rêveberîya xasib a Behreynê, encama bêdengîya civakên navneteweyî û zilamên dewletî ye. Eger li dijî vê rejîma ku ji berî şeş salan heya niha dest avêtiye kuştin, birîndarkirin, felçkirin, dîlkirin, destdirêjî, koçandin û ji hemwelatîyê derxistina hemwaletên mezlûm ên welatî ,karekî cidî bihata kirin nika nediwêrî hurmeta mala kesekî ku yek ji zanayan herî bi rûmet û qençkar ên cîhanê ye, bihetikine.

2. Rêveberîya Behreynê, salek berê, ket nava hewldanake li dijî hemû pîvanên navneteweyî û Ayetullah Îsa Qasim jî di nav de zêdetir ji 470 kesayetîyên îlmî, civakî û sîyasî ji hemwaletîyê derxistin û çendîn car biryar girt ku Şêx Îsa Qasim bide darizandin û destgîr bike; belam li pê mana bi roj û şev a gel nehîşt ku ew biwêrin xwe nêzîkî vî karî bikin. Lê a niha û piştî ku Serokkomarê genûs ê DYA`yê serdana Erebîstanê kir û civînên riyalî yên qaşo bi ser navê têkoşîna li dijî terorê hatin li darxistin, ev wêrekî peyda kir ku bikeve nav hewldanake bi vî rengî.

3. Ji ber vê yekê, ewlehiya jiyana Ayetullah Îsa Qasin yekser dikeve ser milê karbidestên Amerîkayê û Alê Siûd ku di nava van salan de bi desteka xwe ya veqîhane û heta bi rêya şandina artêş û şêwirmendên leşkerî , piştgirî dane nokerên xwe yên li rêveberîya Behreynê.

4. Gel û ciwanên bi xîret ên Behreynê li gel gelheya xwe ya hindik, xweyî hîmet û xîreteke mezin in. Wan, her wekî ku di 11 mehên borî de destaneke bêhemta ya mirov heyîrî dihêle, afirandin û şev û roj li dora mala vî alimê xoşewîst bûne mertal, niha jî li gel sloxana xwe ya herdemî –ango ‘parastin heya ber mirinê’ – dê xizmetkarên rastîn ên dîn û gel bi tenê nehêlin.

5. Li dawîyê em hişyarî didin ku hege Neteweyên Yekbûyî, Teşkîlata Hevkarîya Îslamî, Yekîtîya Avrûpayê, zilamên devletî ên cîhanê, sazîyên navneteweyî û komelgehên mafên mirovan nekevin nava hewldaneke demildest û bi bandor ji bo azadîya bê qeyd û şert a Ayetullah Îsa Qasim, dê agirê li vî welatî gurtir bibe û pêtên wî dê bi delengên hemû cîhanê bikevin.

Ew ên zilmê dikin, di nêzîk de wê bizanin ka li kîjan encamê vegerin. (Sûreya Şû`era: 227)

Komgeya Cîjanî ya Ehlê Beytê (a)

Diyemê Xordada 1396