Abna / Hezretê Ayetullah el-Uzma Xaminêyî, 6 mijdara 2017’an di helqeya dersa xarica fiqhê de, derheqê meşa erbeînê de got: Xinya wan kesa yê ku dimeşin û dê bigihêjin ziyareta erbeînê û wê ziyareta xweş-naverok a roja erbeînê, xitab bi Hz. Huseyn (a) bixwînin. Em jî li vira bi şewq û hesreta xwe li van gavan dinêrin; bi hezaran gav li rê ne û dil bi îştitaq û heyîrî me / ka dibe rêya diçe hundir ji min re jî vebe.
Rêhberê Înqilabê lê zêde kir: Hemd ji Xwedê re, bi milyonan kes ji gelê me û ji Îraq û ji welatên din di vê riyê de dimeşin. Her tim li erbeînê meş hebû lê ev hereketa mezina ku nîşaneke pir bi îhtişam a hebûna peyrew û dildarên Ehlê Beytê ye, tinebû. Ev bûyerek ji bûyerên herî berbiçav e ku Xwedê Teala xistiye destê me û divê em ji Xwedê re şikirdar bin.