AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahar Tv
pêncşem

9 sermawez 2017

16:11:03
865757

Destpêbûna kombûna navnetewî ya ``Erbeîn, mêhwera tifaqê li cîhanê`` li bajarê pîroz ê Kerbelayê

Kombûna navnetewî ya ``Erbeîn, mêhwera tifaqê li cîhanê`` bi axavtina berpirsê nivîsgeha rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê li Iraqê, ji îro ve li bajarê pîroz ê Kerbelayê destpê bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, li vê kombûna durojî, alim û zanyarên ji Iraq, Îran, Endonêzî, Afrîqaya Başûr, Nîcêrîye, Behrêyn, Yemen, Kênya, Alman, Ingilîs, Amerîka, hin berpirs û mamostên zanîn û lêkolîngehên Îran û Iraqê pişkdar in.

Erbeîn ango çilê Îmam Hisên (S) û parastina çanda aşûrayî, hevdengîya ometa islamê, agahî û nasyarîya sîyasî, civaka Mehdewî, iqtidara wek ya hezreta Zeynebê (S), têkilîyên çandî û mêdyayî yên cîhana islamê û dîyaloga berxwedanê ji wan mêhwerên vê kombûnê ne.

Hucet ul islam Necef Necefî-Rûhanî berpirsê nivîsgeha rêêberê giranqedir ê inqilaba islamî li Iraqê li komabûna navnetewî ya ``Erbeîn, mêhwera tifaqê li cîhanê`` bi pêgirîya li ser pêwîstîya pêngavrakirina alim û zanayên dînî di çarçova hevengkirina ometa islamê de got: Tifaq û hevgirtina misilmanan di rewşa niha ya cîhanê de pêwîst e.

Necefî bi gotina vîya ku remza jîyana cîhana islamê tifaq û hevgirtina ometa islamê ye, ragihand: Zanyar û alimên cîhana islamê hertim pêgirîyê li ser pêwîstîya tifaqa gelên misilman dikin.

Sibê pêncşem 20`ê meha Seferê ya sala 1439 Koçî-Heyvî, 9 Mijdara sala 2017`ê salvegera çilê şehîdbûna  Îmam Hisên (S) û hevalên wî yên wefadar li çola Kerbelayê ye. Bi milyonan zîyaretkir ji seranserî cîhanê çûne bajarê pîroz ê Kerbelayê li başûra Iraqê ta ku di vê merasimê de pişkdarîyê bikin.