AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Abna
duşem

19 sermawez 2018

23:33:45
917321

Yê ku birîndarekî bibîne û karibe birîna wî derman bike lê derman neke dibe şirîkê yê ku ew birîndar kiriye

Ayetullah Cevadî Amolî di hevdîtina ligel sefîrê Romanyayê de amaje bi rista zanayên olî di hidayetkirina civaka beşerî de kir û got: Divê em bi ‘emel û tevgera xwe rê nîşanî civaka beşerî bidin.

Abna / Balyozê Romanyayê yê li Îranê ligel komek memosteyên zanîngehan û endamên Dêra Ortedoks a Romanyayê serdana Nevanda Navnetewî ya Îlmên Wehyanî ya Îsrayê kirin û ligel Ayetullah Cevadî Amolî hevdîtin pêk anîn.

Ayetullah Cevadî Amolî di hevdîtinê de diyar kir: Mirov xwedî heqîqeteke wisa ye ku dem û dewran û zemîn û zeman nikare wê ji mirov bistîne. Yê ku em afirandine û pergala heyînê xuliqandiye mirov wek heqîqeteke mayende û çalak pênase dike ku qet ji nav naçe; peyama olê –çi ola Îslamê, çi ya Xiristiyanî û çi her oleke din ya semawî be – ev e ku mirov bi mirinê narizê belkî ji kirasê xwe der tê, mirov mirinê dimrîne, mirinê tine dike; ne ku bimre û tine bibe!

Wî lê zêde kir û got: Yê em afirandine dibêje ku dijminekî mirov î bi navê mirinê heye ku mirov li hember wî serketî ye û wî dimrîne, jê wêdetir diçe û digihêje ebediyetê. Bi tabîra Quranê, ku hemû olên asimanî yên din jî jê bawer in, “Her nefs/giyan dê mirinê bitehmije”. Dema hûn zerikek av vedixwin yê ku avê hezm dike, didehîne û dihelîne hûn in. Quran jî dibêje ku hûn mirinê ditemijin, diçêjinin û pê re hezm dikin û dû re jî hûn dibin bêdawî. Ji alîyê din ve, heyînekî bêdawî/ebedî berhem û mehsûleke ebedî dixwaze û bawerî û karê me yê qenç hema ew berhema ebedî ye ku em dikarin bi xwe re bibin cîhana ebedî.

Mufessirê Quranê yê bijarte bi bîr xist: Hemû alozî û telvîhevîyên berê û niha, mîna şerên yekem û diyem ên cîhanê û şerên esefnak ên niyabetî yên îro tev ji ber vê yekê ne ku mirov xwe nenasiye, mirovatî nehatiye nasîn. Me heke mirov, cîhan û têkilîya navbera mirov û cîhanê naskiribuya ne şerê cîhanê yê yekem û diyem bi serê me de dihat, ne em dibûn şahidê şerên wekaletî yên mîna li Yemen, Iraq û Sûriyê diqewimin, ne karxaneyên çeksaz şew û roj dixebitîn û ne jî me ev bêpergalî û telvîhevîyên di asta cîhanî de didîtin.

Ayetullah Cevadî Amolî bal kişand ser yekîtîya civaka cîhanî û diyar kir: Razê cavdanî û bêdawî bûna mirov ji vê yekê der tê ku bedena mirov her çend ji axê hatibe çêkirin jî lê heqîqeta wî ji rihê îlahî hêşin bûye û jê zîl vedaya. Ji hêla mirovatîyê, gewherê heyînê, mebde û meqsedê ve ti cudahîya me ji hev nîne û giyanê ku mirov hemî tê de hevpar in yek e û giyanê şerqî û xerbî jî tineye. Lewma di hedîsan de hatiye gotin ku mirov çi bixwazin çi nexwazin ew birayê hev in û Se’dîyê ku gotiye ‘zarîyên Adem endamên hev in’ jî şagirdê vê mektebê ye.

Wî eşkere kir: Van peyv û gotinên rêberên îlahî hikmetzanên mezin perwerde kirine û ez dixwazim qala du kesan ji wan bikim; wek nimûne Ebû Rehanê Bîrûnî li bara rêkûpêkî û nezma li gerdûnê heyî dibêje ku, ser û binê gerdûnê hewqas bi rêkûpêk û bi întizam hatiye afirandin ku heke were zêmin û deng jê bête der, dê bibe stran. Mela Sedra jî dibêje ku xelekên pergala heyînê hewqas bi întizam in ku wekî hejmarên matematîkê ne, ango hejmara heft a ku di navbera şeş û hejmara heşt de cih digre, ti cihekî xwe yê din –ji bilî wê narberkê – tineye. A ji ber vê rêkûpêkîya wekî ya matematîkî ye ku heke kesekî/ê da ser riya şaş û pê de çû, bivê nevê dibe ruswa, yanê gerdûn hewqas bi întizam e.

Ayetullah Cevadî Amolî îşare bi gotineke Hezretê Îsa (a) kir û diyar kir: Îmam Sadiq (a) neql dike ku Îsa (a) gotiye:“Yê ku birîndarekî bibîne û karibe birîna wî derman bike lê derman neke dibe şirîkê yê ku ew birîndar kiriye”. Heger kesek karibe birîna gelên Yemenê, Iraqê û Sûriyê derman bike û vî karî neke, dibe şirîkê yê ku ew birîndar kirine.

Wî ameje bi rola alimên dînî di rênîşandêrîya civaka beşerî de jî kir û îzhar kir:Divê em bi ‘emel û tevgera xwe rê nîşanî civaka beşerî bidin. Fitret û sirişta hemî mirovan ji qençî û rindîyê hez dike, ti mirovek tineye ku ji xweşikîya gulê an ji bêhna wê ya xweş hez neke û cezbî wê nebe. Heger em dirust biaxifin û dirust jî tevbigerin em ê bibin mîna guleke bêhnxweş û kesên din jî yên bi xwe ber bi me ve werin.

Di destpêka vê hevdîtinê de sefîrê Romanyayê yê Îranê jî li ser armancên zanistî yên seradana heyetên Romanyayê ya Îranê axifî.